10 november 2020

Yê xurt çi sûcî bike jî jê ra dimîne

Yê xurt, yê xwedî hêz zalim û dîktator be jî, gelek tawanên(sûcên) li dijî mirovahiyê kiribe jî, qetil û cînayet kiribe, qetlîamên mezin dabe kirin jî kes newêre tiliya xwe berbî wî va bike û bibêje tu tawanbar î, te tawanên mezin kirine, lema jî dibê tu werî cezakrin.

Yê xurt kane terorîst be, ya jî hevalê terorîstan be, terorê wek sîlehekê li hemberî welatan bi kar bîne, lê dîsa jî tişt pê neyê.


Di vî warî da ezê du numûneyan bidim. 

09 november 2020

Gerra me îro pir bi heyecan derbas bû

 Min û xanimê îro reqoreke nuh li reqorên xwe yên berê zêde kir. Em îro 11 km(10.56) û tam 153 deqîqeyan meşiyan. 

Ji 153 deqîqeyan, li dor 30 deqeyî jî min baz da.
Xanim nikane bibeze, ew hêdî hêdî dimeşe, tim li dû min e.
Ez him zû dimeşim û him jî di gerrê da hinekî, li dora 10-15, carnan 20 deqîqeyan jî baz didim.
Her roj em li dora 6-8 km dimeşin, îro me çita bilindtir kir, me derxist 11 kim.

Bi vê kapasîtê êdî ez kanim bi Mistefa Kalpak û Mahmûd Kîper ra jî pêşbaziyê bikim.

Selahîyet

Mêrik li camiyê rahîşt misîn ji bo ku here evdesxanê. Bekçiyê evdesxanê got:

-Ne wî misînî, rahîje yekî din.

Mêrik ew misîn danî rahîşt yekî din. Bekçî dîsa got:

-Ne ew, rahîje yekî din.

Mêrik kîjan misîn rakir, bekçî tim got ne ew, yekî din... Mêrik aciz bû got:

- Law tu dîn î ya biaqil î ? Ji vêsê da ye ez radihîjim kîjan misînî, tu dibêjî ne ew yekî din, ji bo çi, mesele çi ye?

Bekçî got:

- Ê heger ezê nikanibim viya jî bibêjim, wê gavê ji bo çi ez li vir rûniştime? Destûrê bide, bira hewqasî jî heqê min hebe!


Yê zane zane zane...

Yekî li çolê tecawizî jinikê kiribû û direviya. Bi hawar û gaziya jinikê ra gundiyan dabûn dû mêrik. Mêrik dît ku waye ji hember da çed rêwiyên din tên. Hema ji erdê kêlek rê, baqek nîsk çinî û ber bi rêwiyan ve reviya. Yên li pê wî, gazî rêwiyan kirin, gotin ji me ra bigrin.
Rêwiyan mêrik girtin, jê pirsîn, gotin:

- Law xêr e, çi mesele ye, vana çima berra te didin ?

Mêrik got:

Radyoyê got

 Di sala 1967a da, dema di nabêna Misrê û Îsraîl da şer derket, serokkomarê Misrê Cemala Abdulnasir dibîne sirrên leşkerî yên herî bi dizî jî dikevin destê casûsên Îsraîl. Ji bo ku rê li ber vê yekê bigire, qirarê dide ku ewê civîna wezîran di sengereke binê erdê da çê bibe.

Civîn dirêj dike, ji wezîran yek hêzî ser xwe dike ji bo ku here avdestxanê (tuwaletê). Nasir deng lê dike, dibêje:

Gava meriv got kurdî namûsa kurda ye dibê li namûsa xwe xwedî derkeve

 Fewzî Bûlgan, di malpera xwe ya facebookê da teksteke wiha belavkiribû:

Li Meletyê, Meraşê, Semsûrê, Sêwasê û Dîlokê(Entabê), kesên di bin 35 salî ra hema hema bi kurdî nizanin. Metoda herî baş a qirkirina miletekî bi asîmîlasyonê dibe. Zimanê kurdî namûsa kurda ye.”

Min jî di bin vê nivîsê da ji Fewzî Bûlgan ra got tu him wiha dibêjî û him jî bi tirkî dinivîsî, ev nabe.

Fewzî Bûlgan bersîv neda, lê di nabêna min û Harettîn Guven da ev minaqaşa jêr çê bû.

08 november 2020

Welatperwerî û çepîtî

 Welatperwerî, miletperwerî hezkirina ji welatê xwe, ji zimanê xwe, ji edebiyata xwe, ji gelê xwe ye. 

Merivê welatperwer ji welatê xwe, ji zimanê xwe hez dike, zimanekî din di ser zimanê xwe ra nabîne, dev ji zimanê xwe bernade, bi zimanê miletê dagirker bi zarokên xwe ra napeyive, bi wî zimanî siyasetê nake, di medyaya sosyal da bi wî zimanî ji kurdan ra nanivîse.

Gelo Joe Bîden ji bo me ewê baştir be?

Tirkan, bi hukûmet, muxalefet û medya xwe ve piştgiriya Donald Trump dikirin û li dijî Joe Bîden bûn.

Lema jî bi serketina Bîden pir xemgîn bûne, porê xwe dikşînin, hinek dibêjin ev ”darebeyeke siyasî ye.”

Gava tirk piştgriya yekî bikin, bizanibin ku ew kes ne xêrxwazê me ye, ji bo me ne baş e.

07 november 2020

Dibê meriv hewqasî jî ne bêûjdan be

Bi baweriya piraniya misilmanên tirk, ereb û kurd, rojavayî, dewletên Ewrûpa tim neheq in, zalim in, pîs in, keysperst in.

Misilman û afrîqî jî tim mezlûm in, bi heq in, baş in, milyaketên Xwedê ne. Ewrûpî irqçî ne, lê msilman, afrîqî ne irqçî ne. Ev ne rast e.

Erê xerab û irçiyên ewrûpî hene. Lê misilman û afrîqî sed qatî ji ewrûpiyan irqçîtir in. 50 milyon misilman û nizanim çiqas afrîqî li Ewrûpayê hene.

Îslamîfobî, dîn û sîyaset

 Min li programa Mucahît Bîlîcî û Îbreahîm Halîl Baran a bi navê ”Îslamîfobî, dîn ve siyaset”ê temaşe kir. Vîdeoya programê di malpera Mucahîd Bîlîcî xoce da heye.
  
Di malpera wî ya facebookê da min hin pirs jê kirin.

Mucahît Bîlîcî xoce heta nuha li ser van pirsên min tiştek negotiye. Belkî di dû ra bibêje, ya jî hêjayî bersîvê nebîne, ew mesela wî ye. Ji bo ku şiroveya min ne şexsî ye, lema ez li vir belav dikim.
Program bi tirkî ye û di sîteyên herduyan da jî heye.

"Mucahît xoce merheba !