08 november 2020

Welatperwerî û çepîtî

 Welatperwerî, miletperwerî hezkirina ji welatê xwe, ji zimanê xwe, ji edebiyata xwe, ji gelê xwe ye. 

Merivê welatperwer ji welatê xwe, ji zimanê xwe hez dike, zimanekî din di ser zimanê xwe ra nabîne, dev ji zimanê xwe bernade, bi zimanê miletê dagirker bi zarokên xwe ra napeyive, bi wî zimanî siyasetê nake, di medyaya sosyal da bi wî zimanî ji kurdan ra nanivîse.


Hin kurd hene derî îradeya xwe asîmîle bûne, lema jî bi kurdî nizanin, ev geleşeke din e, ez ji wan ra tiştekî nabêjim. 


Gazina min ji kesê bi kurdî zanin, lê belê dîsa jî destê wan ji tirkî nabin, di tirkî da israr dikin, dost û hevalên xwe dihewisînin tirkî. 


Kesên wiha dibê kurd nekin siyasetmedar û serokên xwe. Siyasetmedarê kurd, serokê partiyeke Kurdistanê dibê bi kurdan ra bi kurdî bipeyive, bi kurdî siyasetê bike. 


Yê ji xwe ra bibêje ez merivekî çep im, ez komunîst im û tiwîtên xwe bi tirkî binivîse ji çepîtiyê û ji komunîstiyê tiştek fêm nekiriye. 


Merivê çep, kumunîst welatperwer e, ji her kesî bêtir ji zimanê xwe hez dike, ziman û edebiyata xwe bi pêş dixe, pêşengiya vê yekê dike. 


Lê hin çep û kumunîstên me di nav kurdan da rêberî û pêşengiya tirkî dikin, ji tirkan bêtir kurdan asîmîle dikin. Gava meriv di medyaya sosyal da her roj rastî merivên wiha tê, meriv xemgîn dibe.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE