08 november 2020

Gelo Joe Bîden ji bo me ewê baştir be?

Tirkan, bi hukûmet, muxalefet û medya xwe ve piştgiriya Donald Trump dikirin û li dijî Joe Bîden bûn.

Lema jî bi serketina Bîden pir xemgîn bûne, porê xwe dikşînin, hinek dibêjin ev ”darebeyeke siyasî ye.”

Gava tirk piştgriya yekî bikin, bizanibin ku ew kes ne xêrxwazê me ye, ji bo me ne baş e.

Lê gava tirk li dijî yekî bin, dijminatiya wî bikin, bizanibin ku ew kes ji bo me baş e.

Sebebê ku tirk li dijî Bîden bûn, nedixwestin ew qezenc bike, mesela kurd e, bêyî vê tu sebebekî din tuneye. Ev pîvan siyaseteke tirkan ya netewî ye.

Li gorî tirkan Joe Bîden ewê ji me ra baş be û ewê wek Trump ne dilxwaz û merivê wan be. Ji bo wê dixwestin Trump qezenc bike û Bîden Qezenc neke.

 XXX

Joe Biden serketina xwe îlan kir, ser xêrê be. Hêvî dikim fêda wî bigihîje me kurdan, ew jî nebe yekî wek Trump.

Dibêjin Trump hîn jî serketina Bîden qebûl nake û kane serî li xwe bigerîne. Ji Trump tê, merivekî ji xwe fedî nake. Lê ez bawer nakim kanibe tiştekî bike.

Xwedê kesî şaş neke, şaş kir fahş neke, fahş kir bi erdê ra kaş neke. Trump dixwaze bi erdê ra kaş be.

Donald Trump merivê Erdogan bû, lema jî zirareke mezin da me, hîşt tirk Serêkaniyê û Girê Sipî dagir bikin.

Hêvî dikim Bîden wê siyasetê nedomîne û ji me ra baş be. Lê bextê dewletan tuneye. Kî ewê bibe wezîrê karên derve, kî ewê bibe nûnerê Amerîka yê Sûriyê muhîm e. Xwedê bike ne kesên dost û dilxwazên tirkan bin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE