07 november 2020

Dibê meriv hewqasî jî ne bêûjdan be

Bi baweriya piraniya misilmanên tirk, ereb û kurd, rojavayî, dewletên Ewrûpa tim neheq in, zalim in, pîs in, keysperst in.

Misilman û afrîqî jî tim mezlûm in, bi heq in, baş in, milyaketên Xwedê ne. Ewrûpî irqçî ne, lê msilman, afrîqî ne irqçî ne. Ev ne rast e.

Erê xerab û irçiyên ewrûpî hene. Lê misilman û afrîqî sed qatî ji ewrûpiyan irqçîtir in. 50 milyon misilman û nizanim çiqas afrîqî li Ewrûpayê hene.

Bi milyonan ewrûpî bi misilman û afrîqiyan ra zewicî ne û li welatên xwe şûrê xerîban dikşînin, mafên wan diparêzin.

Tirkan, ereban, misilmanan xiristiyan ji nava xwe paqij kirin, bi milyonan xiristiyan bi darê zorê bi çolan xistin, dest danîn ser mal û milkên wan, malên kafiran li xwe helandin, ew ne irqçî ne, lê ewrûpiyên 50 milyon misilman li welatên xwe dihewînin irqçî ne !

Li kîjan welatê Afrîqa sipî kanin rehet bijîn?

Li kîjan welatê Afrîqa koçberekî/koçbereka sipî piştî çend salan kane bibe serokê/seroka partiyekê, kane bibe hakim, sawcî, parlamenter û wezîrê wî welatî?

Dibê bi meriv ra hinek ûjdan û bext hebe!
Dibê meriv hinekî bişikêrîne, hewqasî jî ne bêûjdan û nankor be.

Ewrûpî, çiqasî xerab bin, çiqasî irqçî bin jî sed qatî ji misilmanan û afrîqiyan baştir û medenîtir in. Dewletên wan jî, miletên wan jî bi qasî me ne irqçî ne û ji me pir û pir baştir in.

XXX

Rejîma tirk ya faşîst serê sala ye bi hezaran kurd êsîr girtine, di zindanan da giş seqet û nîvkuştî bûne.

Gelekên wan tew êdî hatine jibîrkirin, navên wan jî êdî nayê bîra kesî. Bûne saxên mirî, kes ne qala wan dike, ne jî meriv zane sax in, yan mirî ne...

Kî diçe ji kîsê diya xwe diçe û tê jibîrkirin.

Ev ne bes e, her roj digrin ser çend malan, çend kesên din ji nava nivînên wan radikin, dibin davêjin nava êsîrên zindanan.

Û em û dinya jî li vê hovîtiyê temaşe dikin, nikanin tiştekî bikin, tenê temaşe dikin û carnan dibêjin "îro li filan bajarî hewqas kes bi îdîa alîkariya terorê" hatin girtin.

Ev halê me yê perîşan ne bes e, di ser da em jî bi hev ketine, hevdu dikujin û birîndar dikin.

Bêtifaqî ewê me perîşantir bike. Bi van partî, serok û siyasetmedaran emê hîn pir bikşînin, hîn pir perîşan bibin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE