Fewzî Bûlgan, di malpera xwe ya facebookê da teksteke wiha belavkiribû:
”Li Meletyê, Meraşê, Semsûrê, Sêwasê û Dîlokê(Entabê), kesên di bin 35 salî ra
hema hema bi kurdî nizanin. Metoda herî baş a qirkirina miletekî bi
asîmîlasyonê dibe. Zimanê kurdî namûsa kurda ye.”
Min jî di bin vê nivîsê da ji Fewzî Bûlgan ra got tu him wiha dibêjî û him jî
bi tirkî dinivîsî, ev nabe.
Fewzî Bûlgan bersîv neda, lê di nabêna min û Harettîn Guven da ev minaqaşa jêr
çê bû.
Tiştê dewletê kiriye û dike, tu jî dikî.
Tu him dibêjî asîmîlasyon qirkirina miletê kurd e, him jî
dev ji wasîteya qirkirinê bernadî !
Hayrettin
Guven: Ez bawer dikim armanca wî ew ê: Mal dişewite û zarokêk kurd ku tene
bi tirkî dizane li bar malê ye. Tu dixwazî ji re bibêjî ku mala wî dişewite. Te
bi kîjan zimanî bêji ku malawî dişewite? Bi tirkî yan jî bir kurdî?
Zinarê
Xamo:Bersîva Hayrettin Guven:
Ezê bi kurdî bibêjim mala te dişewite.
Ne şert e her kurd bi tirkî bizanibe.
Pîrika min û diya min jî bi tirkî nizanîbûn, ma dibê ji
lêwik ra bi kurmancî negotana mala we dişewite?
Ji bo ku kesî ji wî zarokê kurd ra bi kurmancî-zazakî negot
mala we dişewite, ew zarok kurdî fêr nebû, bû wek zarokekî tirk...
Gava meriv bixwaze narkomanekî ji tiryakiyê xelas bike,
meriv hinekî din jî nadê, meriv ji ser dibirre.
Bi tirkî kurd ji asîmîlasyonê xelas nabin. Ji bo ku kurd
nebin tirk, nuha, îro, ne sibe, dibê kurd hin gavên radîkal bavêjin.
Mesela kesê heta nuha bi zarokên ra bi tirkî dipeyivin, dibê dev
ji tirkî berdin, vegerin kurdî.
Gerek her kurd fêrî xwendin û nivîsîna kurdî bibe.
Siyasetmedarên kurdî nizanin ji nava xwe biqetînin, nekin
serok û berpirsiyarên xwe.
Bi kesên bi kurdî nizanibin ra kes nezewice, heger zewicî jî
bi şertê dibê kurdî fêr bibe.
Ji bo ku piraniya mezin û rêberên kurdan heta nuha wek te
gotin, wek te fikirîn kurdî ket ber sikratê û kurd jî wek milet li ber
asîmîlebûnê û tirkbûnê ne.
Hayrettin
Guven:Kekê delal, ez sedî sed bi te re me. Armanca analojîya min ne ew bû.
Lê ji ber ku zarok tene bi tirkî dizane ezê ji re bi tirkî bêjim mala te
dişewitê û pişt re jî ez ê runim wî ferî kurdî bikim. Meselê ewê bo min.
Zinarê
Xamo: Şaş e, însan dema zimanekî nuh fêr dibin, biçûk, mezin ferq nake,
mamoste bi wan ra bi zimanê wan napeyive, bi zimanê fêr dibin dipeyive.
Dawiya vî îşî nayê, heta em wek tu dibêjî bikin, emê kurdan
bi tevayî asîmîle bikin.
Tirk li tu derî, di tu rewşê da bi me ra tirkî nepeyivîne û napeyin,
em mecbûrî fêrbûna tirkî kirin. Heger wer nekirana em asîmîle nedibûn.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar