Di sala 1967a da, dema di nabêna Misrê û Îsraîl da şer derket, serokkomarê Misrê Cemala Abdulnasir dibîne sirrên leşkerî yên herî bi dizî jî dikevin destê casûsên Îsraîl. Ji bo ku rê li ber vê yekê bigire, qirarê dide ku ewê civîna wezîran di sengereke binê erdê da çê bibe.
Civîn dirêj dike, ji wezîran yek hêzî ser xwe dike ji bo ku here avdestxanê (tuwaletê). Nasir deng lê dike, dibêje:
- Heta civîn neqede tu kes ewê dernekeve der!
Piştî 6 seetan civîn diqede, ji sengerê derdikevin. Dema
derdikevin, wezîrê ku xwe ranegirtibû û bi xwe de berda bû, xwe lewitandibû,
bala xwe didê pîreka wî li ber derî ye. Taximek kincê paqij di destê jinikê da
ye.
Jinik dibêje:
- Ji bo ku min zanîbû tu di çi halî da ye, lema min kincên
paqii ji te ra anîn.
Wezîr dibêje:
- Te çawa kanîbû bizanibûya ku ez di vê rewşê da me?
-Radyoya Îsraîl got…
Zîlq
Hespa axê ji nişka ve dimre. Axa pirr li ber dikeve, dixwaze
bizanibe ji bo çi miriye. Fêsad û gelacên gund dibêjin:
- Wele seyis zîlqa mirîşkan tevî alifê wê kiriye lema. Axa
bawer dike, ban seyis dike, tep û rep li seyis dixe.
Di wê nabênê da rîsipiyakî gund di ber mala axê ra derbas
dibe, dibîne ku axa li seyis dixe. Diçe dikeve nabênê. Gava meselê fêr dibe, ji
axê re dibêje:
- Ma kalikê te sax e ?
Axa dibêje:
- Na, ma tu nizanî ku ji zûde miriye.
- Baş e, bavê te sax e?
- Ew jî çûye rahmetê.
- Le diya te ?
- Na, wê jî çend sal berê wefat kir.
Kalo dibêje:
- Ê de ka ji min bibêje, wan çi zîlq xwarin ku giş pê mirin
?
Mukurhatina nivîskêr
Nivîskarê bi nav û deng cara pêşî bû li xwe mukur dihat; di
sohbeteke xwe da got:
- Hûn rastiyê dixwazin, piştî umrê min bû çel, min hîn nuh
fahm kir ku ez ne nivîskar im.
Jê ra gotin:
- Baş e, piştî ku te bi xwe jî ev rastî dît, te dev ji nivîskariyê
berda ?
- Na, min dev jê berneda , çimkî êdî ez pir meşhûr bûbûm.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar