Mêrik li camiyê rahîşt misîn ji bo ku here evdesxanê. Bekçiyê evdesxanê got:
-Ne wî misînî, rahîje yekî din.
Mêrik ew misîn danî rahîşt yekî din. Bekçî dîsa got:
-Ne ew, rahîje yekî din.
Mêrik kîjan misîn rakir, bekçî tim got ne ew, yekî din... Mêrik aciz bû got:
- Law tu dîn î ya biaqil î ? Ji vêsê da ye ez radihîjim kîjan misînî, tu dibêjî ne ew yekî din, ji bo çi, mesele çi ye?
Bekçî got:
- Ê heger ezê nikanibim viya jî bibêjim, wê gavê ji bo çi ez li vir rûniştime? Destûrê bide, bira hewqasî jî heqê min hebe!
Yê zane zane zane...
Yekî li çolê tecawizî jinikê kiribû û direviya. Bi hawar û
gaziya jinikê ra gundiyan dabûn dû mêrik. Mêrik dît ku waye ji hember da çed
rêwiyên din tên. Hema ji erdê kêlek rê, baqek nîsk çinî û ber bi rêwiyan ve
reviya. Yên li pê wî, gazî rêwiyan kirin, gotin ji me ra bigrin.
Rêwiyan mêrik
girtin, jê pirsîn, gotin:
- Law xêr e, çi mesele ye, vana çima berra te didin ?
Mêrik got:
- Wele ez ji nav erdê wan derbas dibûm, min ji xwe ra jê
baqek nîsk çinî û ew jî qeherîn, gotin çima tu nîskê me diçine ? Lema jî dane
pê min, dixwazin min bigrin û bikujin.
Li ser vê îfadê, rêwiyan mêrik berdan û yên dabûn pê wî
girtin, gotin:
- Ma ne şerm e, ji bo baqek nîsk we daye dû vî camêrî ? Qey
dilê wî bijyayê, ji xwe ra baqak nîsk çiniye, ma çi pê ve ye ?
Jinikê gotin:
- Yê zane zane, yê nizane baqê nîskan e.
Ne ji vî gundî me
Xoce Nesredîn ji ber gundekî derbas dibû. Gundîyekî jê
pirsî:
- Xoce, ma îro çi roj e ?
Ji şansê xerab ra Xoce jî roj li bin guhê hev xistibûn,
nizanîbû wê rojê çi roj e. Lê li xwe dananî bibêje ez nizanim, lema jî got:
- Wele ez ne ji vî gundî me, lema jî nikanim tiştekî
bibêjim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar