09 november 2020

Gerra me îro pir bi heyecan derbas bû

 Min û xanimê îro reqoreke nuh li reqorên xwe yên berê zêde kir. Em îro 11 km(10.56) û tam 153 deqîqeyan meşiyan. 

Ji 153 deqîqeyan, li dor 30 deqeyî jî min baz da.
Xanim nikane bibeze, ew hêdî hêdî dimeşe, tim li dû min e.
Ez him zû dimeşim û him jî di gerrê da hinekî, li dora 10-15, carnan 20 deqîqeyan jî baz didim.
Her roj em li dora 6-8 km dimeşin, îro me çita bilindtir kir, me derxist 11 kim.

Bi vê kapasîtê êdî ez kanim bi Mistefa Kalpak û Mahmûd Kîper ra jî pêşbaziyê bikim.

Dilnexwazên min pir in, ez wa dibêjim ditirsim hinek min çavînokî bikin…

Ji zûda bû me riya xwe bi guzegeha xwe ya havînê nexistibû.

Îro em saet di 12.30î da ji mal derketin. Hewa jî xweş bû. Me got ka îro emê bidin ser rêya xwe ya havînê, herin wê daristanê. Ji bo meşê guzergaheke xweş e, lê hebekî dûr e.

Em ji daristanê dadiketin jêr, kaş bû, ez dibeziyam, textek danîbûn ser erqekê, min wek pilingekî xwe di ser ra hol kir.

Xanim li pey min bû, qey dilê wê bijiya min, xwest xwe bi min ra birewisîne, wê jî xwe di ser text ra hol kiriye.
ê gurmîniyekê hat min, min texmîn kir xanim ket. Ez bi paş da vegeriyam. Min got:
-Ma tu ket?
Got, erê wele ez ketim.
Lê Xwedê kir bi silametî derbas bû, dereke xwe seqet nekir.
Min jê ra got, xanim, xwe bi min ra ranewisîne, tu ji xwe ra wek xanima hêdî hêdî bimeşe; bez, di ser erq û bestan ra holkirin ne karê te ye.
Ji mecbûrî teslîm bû, rastî qebûl kir.
Em têr keniyan.
Dibêje min îro pir nifir li Trump û Erdogan kir, belkî ji ber wê bû ez ketim, qey nifirên min zêde bûn…
Îro jî roja me wiha derbas bû. Rojeke xweş bû, erê ji me yek ket, lê xwe seqet nekir…

2 kommentarer:

  1. Spas, Gellek kêfa min tê nas û dost îdmana meşê dikin.Meş bo laş û rih wek derman e. Ji we herdû re qewet be. Pêşniyar ke min ji bo we: du xezîna nav daristanê bikevin. Bihara bê bi xêr despêbikin. Vî warî de kurs hene, kiteb hene, girub hene mirov kane bibe endam. Daristanê de: Kivark,tiriyên dehlê,pêşik,şîlan, gezgezk, pelên sirimtir ú hwd hene, wana nasbikin. Xweşî silametî!

    SvaraRadera
    Svar
    1. Wele heger derman be ez û xanim her roj vî dermanî dixun. Lê mesela kakivîlka em nas nakin, me nas bikira me yê ji xwe top bikira, em newêrin. Blåbär îsal me 30 kîlo top kir, him jî di rojekê da.

      Radera

PARVE BIKE