10 november 2020

Yê xurt çi sûcî bike jî jê ra dimîne

Yê xurt, yê xwedî hêz zalim û dîktator be jî, gelek tawanên(sûcên) li dijî mirovahiyê kiribe jî, qetil û cînayet kiribe, qetlîamên mezin dabe kirin jî kes newêre tiliya xwe berbî wî va bike û bibêje tu tawanbar î, te tawanên mezin kirine, lema jî dibê tu werî cezakrin.

Yê xurt kane terorîst be, ya jî hevalê terorîstan be, terorê wek sîlehekê li hemberî welatan bi kar bîne, lê dîsa jî tişt pê neyê.


Di vî warî da ezê du numûneyan bidim. 


Li gorî beyanên resmî 150 terorîstên Daîşî vegerîyane Swêd. Ji van 150 terorîstan miheqeq gelekên wan sûcên mezin kirine, bi dehan kurd, kesên swîl kuştine, serî jê kirine. Her kes viya qebûl dike, kes nabêje yên hatine pur û pak in, bêsûc in, serî jê nekirine.


Lê ji bo ku pişta wan heye, ji ku li Swêd bi hezaran terorîstên îslamî hene, bira girtin û cezakirin li wir bimîne,  pûlisê Swêd heta nuha îfadeya yek kesî jî negirtiye. Yek kes jî dernexistine mahkimê.

 Terorîstên hatine giş bi rehetî di nava civatê da digerin. Debara wan jî dewlet dike.


Yanî li Sûriyê, li Îraqê, Li Kurdistanê çi kirin, çiqas însan kuştin, çi çend serî jê kirin, gişt ji wan ra ma, kes dewleta Swêd newêre hesên ji yek terorîstî jî bipirse.


Ji bo ku Swêd ditirse, newêre, naxwaze wek Fransayê bibe hedefa terorîstên îslamî. 


Yanî 150 terorîst, qatil, gelekên wan belkî celad in, ji Sûriyê vegerîyane û li Swêd serbest digerin. Ji bo ku şopê ji ser xwe wenda bikin, hinekan navên xwe guhertin.

Swêd xanî dane wan, li wan mêze dike.

Çima Swêd wihda dike?

Ji ber ku Swêd ji terorîstên îslamî ditirse, naxwaze wan biqeherîne.

Numûneya din jî Erdogan e.

Her kes zane Tirkiye li pişt Daîşê bû û îro jî li pişt e.  Tirkiye terorîstên mane li Sûriyê, li Lîbyayê, li Qerebaxê wek leşkerên bi kar tîne. 


Serokê Daîşê El Bexdadî û malbata wî mîvanê Erdogan bû, di himêza Tirkiyê da hate kuşûtin.
Serokên Daîşê, îslamîstên terorîst giş li Tirkiyê ne.


Terorîstên çûne Sûriyê giş di ser Tirkiyê ra çûne û hetine. Her kes viya zane, bi hezaran delîl, belge hene. 


Lê ji bo ku dewletên mezin, Yekîtiya Ewrûpayê, Neteweyên Yekgirtî ji Erdogan ditirsin, lema jî kes newêre jê ra bibêje gula te tahl e. 


Sûcên Erdogan kirine heger yekî din, yekî zeîf kiriba ji zûda ew wek Slobadan Mîlosevîç û Radovan Karadîç girtibûn. Ji bo ku çeteyên Erdogan pir in newêrin bela xwe tê bidin, ew çi sûcî dike jî jê ra çavên xwe digrin. 


Yanî yekî sûcên pir mezin kiribin jî dema xurt be jê ra dimîne, kes nabêje tu sûcdar î. Lê gava feqîr be, bêkes be, pişta wî ne xurt be, tavilê li hustu siwar dibin û wek Slobadan Mîlosevîç û Radovan Karadîç digrin û davêjin zindanê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE