10 november 2020

Hêka qazê û pinda mirîşkê

 Mirîşkê xwe bi qazê ra rewisand, dilê wê bijiya meziniya hêka qazê, xwest ew jî hêkeke mezin bike.

Qazê jê ra got:

Xwişkê, xwe bi min ra nerewisîne, pinda te biçûk e, tu nikanî hêkên mezin bikî, tu yê biqelişe.

Mirîşkê guh nedayê, zor da xwe, hêkek mezin kir. Lê wek qazê gotibû, bi rastî jî pinda wê qelişî…

Erdogan jî Tirkiyê tim bi dewletên mezin ra direwisîne, dibêje Tirkiye ketiye nava 10 dewletên ekonomiya wan herî mezin.

Hûn hîn nebûne mirîşk, hûn hîn fêrîg in, xwe bi dewletên mezin ra, bi ekonomiyên mezin ra nerewisînin, hûnê qûnê li xwe bidirînin

Giran bin, xwe zêde mezin nekin, hûn ji birçîna dimrin. Nan tuneye hûn bixwin.

Deh, panzde milyon tirk ji birçîna reviyane derve, xwe avêtine dexlê ewrûpiyan û miletên din.

Hûn nikanin zikê tirkên birçî têr bikin, hûnê çawa bibin yek ji deh ekonomiyên mezin?

Hinekî bi usûl berde…

XXX

 Rûsan Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Sipî, Idlib, li ser hev belkî ji sedî 20 axa Kurdistanê û Sûriyê dan Tirkiyê. Bêyî destûra Pûtîn tirkan nikanîbûn bihostekê jî sînor derbas bikin.

Nuha jî eynî tişt anîn serê êrmeniyan. Bi terorîstên îslamî û celadên Daîşê û artêşa tirk li êrmeniyan xistin, êrmenî ji tirkan ra avêtin erdê, tirk û celadên îslamî xistin ser êrmeniyan. 

Rûsan destûr neda ne mimkûn bû tirkan û azeriyan êrîş bikirana. Berî êrîş bikin tirkan destûr ji Pûtîn girtin.

Pûtîn merivekî pir bêbext û namerd e. Her namerdî jê tê, kane dostê xwe yê herî baş ji par ra xencer bike...

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE