11 november 2020

Heta ku hewqas kurd zilam û xulamên dewletê bin tirk tu mafî nadin me

Çend weşanxane, nivîskar, akademîsyen, rojnamevan û siyasetmedarên kurd, ji bo kar nadin mamosteyên kurd hukûmeta AKPê ya îslamî rexne kirine, gotine:

We li zanîngehan beşên kurdî vekirin, wê demê wacibên xwe jî bi cî bînin. Heger kesên bûne mamoste ewê tayin nebin, wê demê xwendkaran negrin zanîngehan, qenekê emê ji vê lîstikê xelas bibin. Ma mafê kê heye van zarokan bi hawî mexdûr bike?

Hukûmeta îslamî-faşîst henekê xwe bi me dike. Ji bo ku ji kurdan natirsin wiha dikin.


Ji bo ku zanin ew çi henekê bi kurdan bikin jî kurdên xwefiroş, kurdên bêxîret ewê dev ji xulamtiya wan bernedin.
Ji bo ku tirk bi viya zanin, lema jî diwêrin vê qeşemerîtiyê bi kurdan bikin.
Bi sedan keç û xortî bi salan xwendin, doktora kirin, lê nuha bê kar in, dewlet kar nade wan.
Çimkî armanca vê rejîma faşîst îslamî asîmîlekirina kurda ye, lema jî rê li ber pêşketina kurdî venakin, nahêlin zaokên kurd bi zimanê xwe perwerde bibin. 

Di hin zanînghan da vekirina beşên kurdî sextekarî ye, ji bo xapandinêye. Heger new isa bûya ewê kar bidana mamosteyên kurdî.

Lê li alî din gava meriv qedrê xwe nizanibe, xelk jî qedrê meriv nizane û tinazê xwe bi meriv dike. Heger kurdên hevalên AKPê ev qeşmeriya qebûl nekirana, bi sedan, bi hezaran ji AKPê îstîfa bikirana, ewê wiha nekirana. Yanî hinekî jî girêdayî me ye, em çi dikin….

XXX

Serokê Dîyaneta tirkan Alî Erbaş gotiye:

”Ji merivê baweriya wî bi axîretê tuneye her xerabî tê payin.”

Dema serokê dîyaneta welatekî, otorîteya dînî yê herî mezin ev ehmeqê zirzop be, ji wî miletî tiştekî baş hasil nabe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE