12 november 2020

Çend pirs ji HezKurdê û ji berpirsiyarên partiyên kurdî !

 


Ji bo ku kurdî li Kurdistanê û Tirkiyê di dibistanan da bibe zimanê perwerdehiyê û mamosteyên beşa kurdolojiyê qedandine dest bi kar bikin, HezKurdê dest bi kampaniyekê kiriye. HezKurd, ji hukûmetê dixwaze kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zarokên kurd jî bi zimanê xwe bixwînin. Partiyên kurd jî eynî daxwazê dikin.

Daxwazeke baş e, dibê meriv piştgiriyê bidê.

Lê belê kurdî bi daxwazên bi vî rengî ji mirinê xelas nabe û hukûmet jî kurdî nake zimanê perwerdê. Vê yekê HezKurd jî û partiyên kurd jî baş zanin.

Heger HezKurd di daxwaza xwe da samîmî ye, bi rastî jî dixwaze kurdî nemire û zarokên me kurdî bixwînin û zimanê xwe ji bîr nekin, HezKurd gerek ji xwe dest pê bike, berpirsiyarên HezKurdê dibê bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin. Dibê HezKurd weşanên xwe ne bi tirkî, gişan bi kurdî bike. 
Rewşa HezKurdê nuha wiha yeya na ez nizanim, lema jî ezê çend  pirsan ji berpirsiyarên HezKurdê û partiyên kurd bikim:

1-Hûn giş bi zarokên xwe ra bi kurdî dipeyivin? Yanî nuha zimanê we yê malê kurdî ye?
2-Piştî vê kampaniya we û partiyên kurd ya ji bo kurdî, ji we çend kesan dev ji tirkî berdane û êdî bi maliyên xwe ra, bi zarokên xwe ra bi kurdî dipeyivin?
-3-Heger berpirsiyarên HezKurdê, serok û birêvebirên partiyên kurd hîn jî bi zarokên xwe ra bi tirkî dipeyivin, gelo ev ne durûtî û sextekarî ye?
4-Yên ji dewletê perwerdehiya kurdî bixwazin, ma nedibê ew bi xwe bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin?
5-Li gorî min, kî dibe bira bibe, di telewîzyonan da, di weşanên dîgîtal da her weşana bi tirkî tê kirin, xizmeta ji asîmîlasyonê ra, dixwaze kurdan bike tirk. Hûn jî wek HezKurd wiha difikrin ya na?

Gava meriv bixwaze narkomanekî ji tiryakiyê xelas bike, meriv hinek tiryaka din jî nadê, meriv ji ser dibirre. Hûn him dibêjin asîmîlasyon malwêranîye û him jî di malên xwe da bi tirkî dipeyivin.

Durûtiyeke ji viya mezintir tuneye. Yê li dijî asîmîlasyonê be, ew bi zarokên xwe ra bi tirkî napeyive, bi tirkî weşanê nake, bi tirkî nanivîse.

Bi tirkî kurd ji asîmîlasyonê xelas nabin. Ji bo ku kurd nebin tirk, nuha, îro, ne sibe, dibê kurd hin gavên radîkal bavêjin.

Mesela kesê heta nuha bi zarokên ra bi tirkî dipeyive, dibê dev ji tirkî berdin, vegerin kurdî.

Gerek her kurd fêrî xwendin û nivîsîna kurdî bibe.

Siyasetmedarên kurdî nizanin ji nava xwe biqewitînin, nekin serok û berpirsiyarên xwe.

Bi kesên bi kurdî nizanibin ra kes nezewice, heger zewicî jî bi şertê dibê kurdî fêr bibe.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE