12 november 2020

Kurdî bi axaftinê ji mirinê xelas dibe

 HezKurd û partiyên kurdî ji Tirkiyê dixwaza perwerdehiyê bi kurdî dikin. Daxwazeke baş e, dibê meriv piştgiriyê bidê.
Lê belê em giş zanin kurdî bi kampaniyan, bi daxwazên bi vî rengî ji mirinê xelas nabe û tirk jî kurdî nakin zimanê perwerdê.

Heger HezKurd û partiyên kurdî bi rastî jî dixwazin kurdî nemire û em kurd nebin tirk, dibê HezKurd û partiyên kurdî ji xwe dest pê bikin, ji dêlî kampaniyên vala, bênetîce, ew bi xwe kurdî bikin zimanê xwe yê rojane, bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin.

Ne bi kampaniyan, tenê bi riyekê em kanin kurdî ji mirinê xelas bikin, dibê em kurdî bikin zimanê malê, zimanê bazarê, zimanê siyasetê. Bi gotineke din, kurdî têkeve ciyê tirkî. Gelo HezKurd û partiyên kurdî bi zarokên xwe ra, bi maliyên xwe ra bi kîjan zimanî dipeyivin?

Gelo ji berpirsiyarên HezKurdê û partiyên kurdî kesên bi zarokên xwe ra bi tirkî dipeyivin hene? Heger hene piştî vê kampanyayê dev ji tirkî berdan ya na? Kesên li mala xwe, bi zarokên xwe ra bi kurdî nepeyivin û kampaniya ”bi kurdî bipeyivin” bidin destpêkirin ma ne dûrû ne?

Ji roja HezKurd ava bûye çend kesên berê bi zarokên xwe ra bi tirkî dipeyivîn dev jê berdane û nuha bi kurdî dipeyivin? Partiya bi xwe weşanên tirkî bike, berpirsiyarên wê bi hev ra, bi zarokên xwe ra bi tirkî bipeyive, ma heqê wê heye ji xelkê ra bibêje bi kurdî bipeyivin?

Li gorî HezKurdê partiyên di medyaya sosyal da, di weşanên dîgîtal da tirkî bi kar tînin jî gelo zirarê nadin kurdan, gelo ew jî wek dewletê kurdan asîmîle nakin? Kesê li dijî asîmîlasyonê, ma ne dibê ew bi xwe zarokên xwe û gelê xwe asîmîle neke ?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE