19 februari 2011

Çûk, şêr û barçêmk*

Dibêjin di wext û zemanekî pir kevin da di nabêna çûkan û lawirên (heywanên) çarnig da şerekî pirr dijwar hebû.

Di destpêka şer da kesî nizanîbû kîjan alî ewê qezenc bike. Çimkî her du alî jî hema hema bi qasî hev xurt bûn.

Ji bo ku barçêmk bi temamî ne çûk bû, nîvçûk bû, lema jî nikanîbû bi rehetî biryara xwe bida ewê ji kîjan alî be, alîkariya kê bike.

Ji bo ku xwe îqna bike barçêmkê ji xwe ra got:

- Ez ne bi temamî çûk im û ne jî heywanek çarnig im, lema jî ya herî çêtir ew e ez hinekî din jî bipêm, zû bi zû nebim hevalê tu aliyekî.

Lê piştî demekê heywanên çarnig hêdî hêdî zora çûkan birin. Li ser vê, barçêmk çû tevî wan bû û li hember çûkan dest bi şer kir.

Heywanên çarnig gelek feyde ji vê hevaltiya barçêmkê dîtin. Çimkî kanîbû wek çûkan bifiriya û ji hewa da êrîş bibira ser wan çûkan.

Lê dîsa jî vê serdestiya heywanên çarnig zêde najot, her ku çû, çûk xurttir bûn. Li ser vê rewşa nuh, barçêmkê ji xwe ra got:

- Wer xuya dike min cepheya çewt hilbijartiye. Dibê ez herim bibim hevalê çûkan. Çimkî wa ye ew xurttir in.

Dûra jî yek nekir dudu, çû ket nav refên çûkan û li hember lawirên çarnig dest bi şer kir. Di dawiyê da çûkan zora lawirên çarnig birin û di nabêna xwe da aşîtî îlan kirin.

Rojekê nûnerên çûkan û nûnerên heywanên çarnig hatin ba hev ji bo ku li ser şertên aşîtiyê rawestin û hin biryarên dawî bistînin.

Di dema hevdîtinan/guftugoyan da qertel ji nûnerê heywanên çarnig, ji şêr ra got:

- Erê me şer qezenc kir, lê we jî bi rastî baş li ber xwe da. Me qet hêvî nedikir hûnê kanibin hewqasî li ber xwe bidin.

Şêr bi rengekî hinekî hustuxwar got:

- Rast e. Lê hûn tim ji me xurttir bûn. Ji ber ku awantajek we ya mezin hebû, hûn kanîbûn bifiriyana. Ji bo wê jî me nikanîbû xwe bigîhanda we.

Li ser van gotinên şêr qertel got:

-Te qala firînê nekira nedihat bîra min. Bi rastî jî di şerên dawî da min qet nedî ji cepha we hinek bifirin nav refên çûkên min û zirarekê bide wan. Lê di destpêkê da ne wiha bû, ji we jî hinekan êrîş dianîn ser me. Ma ew kî bûn gelo!

Şêr bi hawakî bêdil, bi serê lêvan got:

- Haa haa, ew! Ew ne ji me bû. Ew barçêmk bû. Di destpêkê da xwe ji me nîşan dida û yekcarnan dihat nav cepha me. Lê di dawiyê da min ferq kir di nav cepha we da li hember me şer dike. Min ew jî ji we dihesiband, min digot qey ew jî çûk e.

Qertel bi hêrs got:

- Ebeden! Di nav refên artêşa me da xayin tune ne. Heger careke din li derekê çavên min li wê keve, ezê îfadeya wê baş bigrim, ezê tavilê wê ji welatê çûk û lawiran sirgûn bikim.

Şêr jî got:

- Û dema ew roj hat, ezê jî bi kêfxweşî alîkariya te bikim...

A dibêjin ji ber vê yekê ye barçêmk newêre bi roj, di ronahiya rojê da xwe nîşan bide.
Bi şev, piştî ku çûk û heywanên çarnig hwmû radikevin, ew diwêre ji qulika xwe derkeve û wî ruyê xwe yê biçûk yê wek mişkan nîşanî dinyayê bide...

Ji ber ku ew ne dosta teyran e, ne jî ya lawiran e. Herdu serî jî bi çavên xayinan li barçêmkê dinêrin.
*Pelçimok, şevşevok, çekçekûle

17 februari 2011

Şiyarbûna keran

Dibêjin li welatekî ker ji hosteyê kurtanên wan çêdikir ne memnûn bûne, gotine ev hoste kurtanên(palikên) baş çê nake.
Ji ber ku hoste ji keran ra kuranên baş, yên li gorî pişta wan çênekirye, pişta hemûyan tim kul û birîn bûye…
Rojekê ker giş li hev kom bûne û ji bo hatina kurtanciyekî din dua kirine. Gotina ya Rebî, tu me ji vî hostetî xelas kî, yekî din ji me ra bişînî, ev hoste ji me ra kurtanên baş çê nake.
Dua wan qebûl bûye..

Lê ya xerab, kurtanciyê nuh jî ji keran ra kurtanên baş çênekiriye, ji dêlî ku birînên pişta wan kêm bibin, bi kurtanên hosteyê nuh tew zêdetir bûne.
Li ser vê, ker dîsa li hev civiyane, ji bo hatina kurtanciyekî din dîsa dest bi duakirinê kirine, gotine:
- Ya Rebî, tu kurtanciyekî ji viya baştir bişînî vî bajarî…

Dua wan dîsa qebûl bûye. Wî kurtancî ji bajêr bar kiriye, yekî din hatiye dewsa wî…
Weke bi çûna her kurtaciyekî û hatina her yekî nuh, ker dîsa kêfxweş bûne, gotine çi baş bû, em ji wî xelas bûn.

Lê piştî demeke kin dîtine ku ferqa kurtanciyê nuh ji yên berê tuneye, kurtanên wî jî weke yên din piştê li wan kurmî û birîn dike.
Her çiqas kurtancî çûn û hatin jî, lê kurrtanên wan roj bi roj xerabtir bûn, baştir nebûn, birînên pişta wan pirtir û mezintir bûn…
Kurtanciyek(palikvanek) çû, yek hat, keran jî tim ji bo hatina yekî nuh dua kirin….
Lê kurtanên wan tu carî baştir nebû…
Dawiya dawî, rojekê ker dîsa li hev civiyan, ji hev ra gotin:
- Ev îş wiha nabe, kurtanciyek tê yek dihere, yê tê ji yê çûyî xerabtir derdikeve. Halê me jî xerabtir dibe, baştir nabe.

Loma jî dibê êdî em ne ji bo hatina kurtanciyekî nuh, ji bo ku em ji kerîtiyê xelas bibn dua bikin..…

Dar û bivir

Dibêjin rojekê êzingvanek çû daristanê û xwest dar doxekê (destiyekî) bidin bivirê wî.
Êzingvan bi zimanekî şîrîn ji daran ra got:

-Wek hûn dibînin, bivirê min bêdox e, ez rebenê Xwedê nikanim pê karekî bikim. Ez hatime ba we ji bo ku hûn dareke biçûk bidin min, ji bo ku ez ji bivirê xwe ra bikim dox.

Dara çamê ji darên din ra got:

Daxwazeke maqûl e. Tenê ji bo bivirê xwe doxeke biçûk ji me dixwaze. Bi baweriya min ji bo me şermeke mezin e ku em qedrê wî negrin û doxekê nedinê. Û ya din jî, camêr zirara me naxwaze, tenê ji bo bivrirê xwe doxekê dixwaze.

Spîndarê got na, dibê em nedinê, bira here ji xwe ra çareyeke din bibîne...

Dara çinarê ya herî mezin got:

- Na dibê em bidinê. Piştî ku hew qas rê hatiye û li me qesirîye, divê em qedrê wî bigrin û doxekê bidinê. Dibê em wî destvala venegerînin. Bi dayina doxekê ne em tu zirarê dibînin û ne jî diqedin. Dibê em vê çêyê bi êzingvan bikin û doxekê bidin bivirê wî.

Welhasil hinekan gotin em bidinê, hinekan gotin em nedinê, lê dawiya dawî piraniya daran gotin dibê em doxekê bidinê, dibê em êzingvan destvala venegerînin, tiştekî wiha ji bo me daran şermeke mezin e.

Û dû ra jî destûr dan êzingvan ji bo ku ji bo doxa bivirê xwe dareke biyê ya biçûk bibire.
Lê piştî ku êzingvan ji bivirê xwe ra dox çêkir û şûn da, hema rasterast berê xwe da dara çinarê ya herî mezin û berî hemûyan ew birî û wergerand erdê.

Dema daran dîtin ku nêta êzingvan çi ye, hemuyan keserek kûr kişandin û ji hev ra gotin:

-Me çewtiyek pir mezin kir. Heger me aqil bikira û dox neda bivirê wî, wî yê nuha nikanîbûya yeko yeko em wergerandina erdê. Lê me bi xwe, xwe ji bivirê wî ra kir dox, ji bo ku dû ra me bibire…

16 februari 2011

Siyasetmedarên durû

Dema li Tunisê û li Misrê gel li dijî rejîmên Ben Alî û Mubarek yên dîktator serî hildan û daketin kolan û meydanan, serokkomarê Îranê Ahmedî Nijad, bi xurtî piştgirî da daxwazên gelên Tunisê û Misrê yên azadî û demokarsiyê.
Wezîrê derve yê Îranê Salihî, di beyanekê da got, ”Weke her kesê piştvanê azadiyê, ew jî piştgiriya tevgera gelê Misrê dikin, ew jî piştgiriyê didin daxwazên gelê Misrê yên azadîyê û edaletê.”
Lê dema li Îranê, gel dadikeve kolanan û weke gelên Tunisê û Misrê ew jî doza azadiyê, serbestiyê û demokrasiyê dikin, rejîm bi rengekî hovane dajo ser gel û însanan gulebaran dikin.
Di van êrîşên rejîma îslamî da heta nuha bi kêmanî 3-4 kes hatine kuştin û gelek kes birîndar in û bi sedan kes jî hatine girtin.
Rejîma meleyan, ji daxwazên azadî û demokrasiyê yên gelên Tunisê û Misrê ra li çepikan dixe, lê dema gelên Îranê eynî daxwazan dike, bi çop, tank, top û çekan diçin ser gel.
Ev sextekarî û durûtiyeke pir mezin e.
Hger hûn hewqasî aşiqê azadî û demokrasiyê ne, berî hertiştî van mafan bidin gelê xwe.
Eynî durûtî hukûmeta AKP-ê jî nîşan da.
Erdogan û Abdullah Gul jî, ne di serî da be jî, lê di dawiyê da piştgirî dan daxwzên gelên Misrê û ji Mubarek ra gotin dibê tu guh bidî daxwazên gel û dev ji hukim berdî.
Lê ew bi xwe bi pênc pereyên xwe jî di daxwazên gel nadin û tim jî bi şîdeteke mezin diçin ser çalakiyên ji bo van mafan.
Gelê kurd heta nuha bi sedan car çalakiyên wiha li dar xistiye.
Di Newrozan da bi milyonan însan li Amedê û li gelek bajarên din yên Kurdistanê kom dibin û ji dewlet û hukûmetê mafên xwe yên netewî, azadî û demokrasiyê dixwazin.
Lê Erdogan, Gul û hukûmeta wan bira guhdarîkirin li wir bimîne, bi şîdet li dijî van daxwazên kurdan derdikevin, ji van daxwazan ra dibêjin ”teror.”
Û nuha jî bi hawakî durû, xwedêgiravî piştgiriya daxwazên gelên Tunisê û Misrê dikin.
Dev ji Misra xelkê berdin, li ”Misra” xwe binêrin, heger hûn pir demokrat û azadîxwaz in mafê kurdan bidinê, polîsan neşînin ser çalakvanên kurd, serok û kadirên kurdan negrin û navêjin binê zîndanan.
Kurd jî weke gelên Tunisê û Misrê, azadiyê, demokrasiyê û mafên xwe yên netewî dixwazin.
Erdogan û Gul, ji bo gelên Tunisê û Misrê demokrasiyê dixwazin, lê dema dor tê ser kurdan nahêlin zarokên kurd bi zimanê xwe perwerde bibin.
Vanan durû ne, bi dev tiştekî dibêjin lê di praktîkê da tiştekî din dikin.

Şivan û gur

Hebû tunebû şivanekî xort hebû.
Tim tik û tenê li ber pez bû. Tenêbûnê ew gelkî aciz dikir. Pez diçêriya û ew jî ji xwe ra li ser kevirekî rûdinişt û li kerîyê pez temaşe dikir.
Rojên wî bi vî hawî derbas dibûn. Her roj eynî tişt bû, hêdî hêdî ji şivaniyê aciz dibû…
Dawiya dawî rojekê bîna wî pir teng bû, biryar da hîlebaziyekê bike, gundiyan bixapîne.
Rabû hilkişiya ser gomeyekî mezin û bilind û hetanî deng jê hat qîriya, got:
”Gur hat, gur hat, gur hat!!!”
Pir nekişand gundî hatin gazî û hawara wî. Lê bala xwe danê tu gur mur tuneye…
Gundiya gotin:
- Lawo, kanî gur?

Şevan keniya, got min ji xwe ra henek kir…
Gundî hêrs bûn, gotin:
- Te îcar wiha kir, dibê tu carke din tiştekî wiha nekî.

Çend roj derbas bûn, rojekê dîsa weke berê hilkişiya zinarekî bilind û dîsa dest bi qîrînê kir:
”GUR HAT, GUR HAT, GUR HAT!!!”
Gundî dîsa bi kal û pîran ve, bi bez çûn hawara wî, ji bo ku şivên û pezên xwe ji gur xelas bikin.
Bi hatina gundiyan ra şivanê xort bû tiqîna wî keniya, got, weleh min dîsa henek kir, gur tuneye.
Gundî dîsa pir aciz bûn, pêda xeyidin, jê ra gotin:
-Tu wiha bikî rojekê tu yê li zirarê derkevî, bira tu viya bizanibî…

Çend roj di ser ra derbas bûn, şevekê şivên dîsa li eynî ciyî pezê xwe diçêrand, ew jî ji xwe ra li ser kevirekî rûniştibû, difîkand û li çêra pezê xwe temaşe dikir…
Ji nişka ve kalîn ket nava pez, kerî li hev gobilî, ji tirsa gurûziyê girt canê wî…
Gava baş bala xwe da aliyê deng, di nava pez da du çavên zerê bizotî bi ber çavên wî ketin.
Fêm kir ku îcar bi rastî gur e.
Ji tirsa biziya, heta jê hat qîriya:
”HAHOOO, MIN XELAS BIKIN! GUR HAT, GUR HAT !!!"
Lê kes bi lez û bez ji gund dernekt, gundî li pey hev nebûn şirît û nehatin gazî û hawara wî…
Çiqasî qîriya, kir gazî û hawar jî bê feyde bû, kesî xuya nekir.
Gur bi kerî ket, tiştek di pez da nehîşt, her der bû weke selaxaneyê…
Şivên fêm kir sebebê nehatina gundiyan derewên wî ne, lê êdî dereng bû. Derewên wî bû sebê dema gur bi rastî jî bi pezê wî ket gundiyan jê bawer nekirin…

15 februari 2011

Gotin mêzîna însên e...

Ez dixwazim îşev li ser feyde, kar û zirara axaftina hindik û kanîna bi devê xwe rawestim û çend şîretan li kesên zimandirêj bikim.
Îro li ciyê kar min çend gotin li ser ”zimên” û axaftina zêde gotin û di facebookê da weşandin, lê hindik bû, ez dixwezim îşev vê mijarê hinekî berfirehtir bikim.
Ziman him dost e, him dijmin e.
Loma jî dema meriv pê nikanibe ji meriv ra him dostan û him jî dijminan peyda dike..
Meriv dikane bibêje ku zimanê dirêj û gotinên zêde dijminan, zimanê kin û gotinên hindik jî dostan çêdikin...
Ziman, carnan karê baş û carnan jî karê xerab bi meriv dide kirin, carnan tiştên baş û carnan jî tiştên xerab dibêje.
Loma jî rola zimên di başiyê da jî û di xerabiyê da jî pir mezin e.
Guh dibihîze, çav dibîne lê ziman tiştê ku guh bihîstiye û çav dîtiye di qadeke fireh da bi kêm û zêdayî belav dike....
Hestiyê zimên tuneye, ziman perçeyek goştê biçûk e, lê dibe sebebê gelek tişt û bûyerên mezin. Loma jî çi tê serê meriv ji ber zimanê meriv e...
Ez bi xwe qelemê jî weke zimên qebûl dikim, loma jî tiştê bi qelemê tê gotin jî zima e.
Ziman weke şûr e, gava baş neyê bikaranîn dibe sebebê birîndarbûn û mirina meriv.
Carnan jî ew xelkê birîndar dike û dikuje, meriv dike qatil..
Hinek însan hene mixabin ne hakimên zimanê xwe ne, zimanê wan tim û tim bela serê wan e, her cara ku devê xwe vedikin, bi destê xwe xweliyê li serê xwe dikin, tim dibêjin ”DEVE”!
Dû ra poşman dibin lê pere nake...
Gotinên zêde, zimanê dirêj tim bela serê însên e.
Meriv çiqasî bi zimanê xwe kanibe û zêde nepeyive hewqasî baştir e…
Loma jî pêşiyên kurdan gotine, ”Zimano leqleq, seriyo teqreq.”
Ya jî ”Zimanê xwe birî, cîhe xwe kirî, ya jî zimanê xwe bibir, ciyê xwe bikir.”
”Ziman girtî, ser rehetî…”
Heger gotin zîv be sikût zêr e.
Gotinên xweş sedeqe ye, ji mahşerê ra nefeqe ye.
Gotina hindik edeb e, ji bo parastina emelên baş sebeb e.
Lê ne pêşiyên kurdan tenê, alim, zana û fîlozofên miletên din jî li ser gotinên pir û zimanê dirêj bala însanan kişandine û gelek wecîz li ser gotine.
Ji van fîlozofan yek jî Konfuçyus e.
Konfuçyus gotiye:
”Meriv ji axaftina hindik pir hindik û ji axaftina zêde jî pir zêde poşman dibe.”
Lê ji bo fêmkirina vê şîretê jî aqil lazim e…
Ya xerab li ba hinekan ew jî têra xwe tuneye…
Dîsa li ser zimên û gotinê şîreta sê hukmûmdaran jî meşhûr e.
Dibêjin rojekê sê hukumdar hatine ba hev û şîret li hev kirine.
Yekî gotiye:
-Hemû poşmaniyên min ji ber gotinên ku min gotine bûye. Ji tiştê min negotiye ez qet poşman nebûme.
Yê duyem gotiye:
-Gotinên min negotine ez xwediyê wan im. Lê belê ez bûme êsîrê gotinên ku min gotine.
Yê sêyem jî gotiye:
-Ji gotina hin gotinan ra hêza min têr kir, lê belê hêza min têr nekir ku ez wan paş da bigrim...
Rast e, meriv ji gotina ku meriv negotiye poşman nabe, nabe êsîrê peyva ku meriv nekiriye û tiştê meriv got jî nikane paşda bigre.
Ji ber ku gotin weke tîrê ye ku carê ji kevên pengizî, paşda nayê...
Welhasil, gotin mêzîna însên e, yê zêde ziyan, yê hindik kar e...

Ker û Deve

Mêrikê gundî ker û deveyê xwe bar kiribû diçû bajêr.

Lê heger çawa bûbû barê ker pirr giran kiribû. Piştî hinekî çûn ker deng li deve kir, jê ra got:

- Birakê deve, bi Xwedê barê min pirr giran e, di bin da pişta min firiya, ez nikanim gava xwe bavêjim. Ma tu nikanî hinekî alîkariya min bikî, ji barê min hinekî bigrî ser pişta xwe?

Deve got na, ez nakim û guh neda gotinên kerê.

Hinekî din jî çûn, kerê reben dîsa xwe avêt ji bextê deve da û jê re got:

- Birakê deve, law ez ketime bextê te û Xwedê, alîkariya min bike. Tu mezin î, tu ji min bi hêztir î, hema ji barê min hinekî ji ser pişta min rake, ji bo ku ez kanibim bimeşim. Di bin vî barê giran da ez nikanim bîna xwe bigrim.

Deve dîsa guh neda liberger û lavayên ker û riya xwe dewam kir.

Ker baş fêm kir ku deve bi berger û sergerê nayê rahmê û alîkariya wî nake, dibê ew riyeke din ji xwe re bibîne.

Piştî ku hinekî din jî çûn, ker êdî ji taqet da ket, nema kanîbû bimeşiya, hema got gurm û xwe avêt ji erdê da.

Xwediyê wî her çi qas li dorê çû û hat, xwest wî ji erdê rake jî lê ker ranebû, xwe li erdê kir term..

Mêrik fêm kir ker nikane di bin bar de rabe, lema jî ji mecbûrî rabû him barê ker li deve kir, him jî ker da ser bêr û riya xwe domand.

Deve mesele fêm kir, lê tiştekî bikira tunebû. Çimkî wî ker mecbûrî vê yekê kiribû…

Loma jî qet dengê xwe nekir…

Bi rê da ker hêdîka ji deve ra got:

- Bira ez hewqasî li ber te giriyam, min ji te rica kir, lê te qebûl nekir. A dawiya dawî him xerabiya te ji te ra ma, him jî barê te bû du qat.

14 februari 2011

Zembûrê ser qembûr û xeyalên azadiyê

Gotineke kurdî heye, dibêjin, ”rûvî nediçû qulikê rabû hejikek bi dlêa xwe ve girê da.”
Yê min jî bû ev mesle, her şev nivîsandina meqalyekê ne bes bû, min rabû her şev xemîşokek/çîrokek jî lê zêde kir.
Yanî bû zembûrê ser qembûr…
Nuha dibê ez her şev du nivîsan amade bikim.
Erê çîrok berê hene, lê ez wek xwe naweşînim, ez dixwîni, çareke din rast dikim û carnan jî jin tiştan lê kêm û zêde dikim.
Yanî ew jî wexta min digre.
Dîsa di vê nabênê da ez hin çîrokên din jî dinivîsînim. Di vê çapa yekê da 125 çîrok in, bixêr çapa duduyan da ezê bikim 200, belkî hîn jî zêde.
Ez çîrokên xwe di ênternetê da diweşînim ji bo ku kurd bixwînin û jê feydeyê bigrin.
Ji xwe ez viya ji bo hemû nivîsên xwe jî dibêjim, her kurd dikane nivîsên min, çîrokên min, pêkenînên min biweşînin, lê bi şertê ku nekin malê xwe.
Ez lê rast hatime carnan hin kes li ser keda meriv rûdinin û dikin malên xwe…
Ev neheqî ye…
Ez hêvî dikim ku îcar jî wisa nebe, dibê ya çavkaniyê nîşn bidin ya jî navê min bibêjin…

Û çend gotin jî li ser îro û gazinên ji berfê û sermayê.
Vê sibehê saet di 07.00-an da berî ku ez herim kar min bala xwe da termometreyê...
Di bin sifirê ra 18 derece sar bû.
Û nuha jî wa ye (saet 23.00 ye)nêzî 14 dereceyan di bin sifirê ra ye…
Îsal berf û serma bela xwe ji Stockholmê venakin...
Gava zivistan wiha dirêj dikşîne swêdî nexweş dikevin, dikevin krîzê...
Gelek kes ji bankeyan pera deyn dikin diçin welatên germ…
Lê şoreşê Misir jî li swêdiyan heram kir, feqîra nuka nikaninherin wir jî…
Swêdiyan ji hukûmeta Misrê bêtir dixwest serîhildan û tevlihevî zû biqede ji bo ku herin tahtîlê… Belhazir di destê wan da Tayland tenê maye…
Yê min qet ne xema min e, ez germa Kurdistanê û meha nîsanê(çûna xwe ya Kurdistanê) xeyal dikim.
Ev xeyal hêviya min xurt û moralê min bilind dike.
Dixwaze bira heta dawiya nîsanê jî berf bibara, ne xema min e, ez guh nadimê. Ez ji xwe ra li gera xwe, li Kurdistana azad, li dost û hevalên ku ezê wan bibînim difikirim...
Kesê bêxeyal, bêhêvî wek miriyê li ser niga ye, bi ruh û psîkolojiya xwe tim nexweş e...
Xeyal, hêvî nexweşiyê, kalbûnê, heta mirinê ji min dûr dixe, ne ji derva be jî, lê di hundur da, di dil da min zînde û xort dihêle, nahêle ez kal bibim....
Loma jî ez dibêjim Xwedê kir ku xeyal û hêvî heye, heger xeyal û hêvî tunebûna nuha ez jî weke swêdiyan ketibûm depresyona zivistanê û tixtor bi tixtor digeriyam....
Ez ber fim berfa hûr kulî me
Ser şara zerya xwe barî me
Bi eşqa bêhiş ketim
Ji te têr anbim tim tî me

Çûk û fîl

Hebû tunebû, çûkek (çivîkek, beytikek) hebû. Çûkê hêlîna xwe li ser riya fîl çêkir. Dûra jî bi dilekî aram hêkên xwe tê da kirin û çêlikên xwe derxistin.

Rojekê fîl dîsa wek her tim di ber hêlîna çûkê ra derbas dibû, ji bo ku here avê vexwe. Fîl bala xwe dayê wa ye hêlînek tije hêk û çêlik li ser riya wî ye. Çû bi qestî pê li hêlînê kir, hêk û çêlikên tê da giş pelixandin, kuştin.
Dûra jî da rê û çû.

Dema çûk hat, dît ku ne hêlîn heye, ne hêk, ne jî çêlikên wê. Pê li hêlînê hatiye kirin, hêlîn pelixîye.
Çûkê ji xwe ra got:

- Hebe tunebe ev karê fîl e, miheqeq wî ev xerabî bi min kiriye. Bêyî fîl kes vê zulmê li min nake.

Çûkê firek da xwe, çû li ser serê fîl venişt. Ji fîl ra got:

-Birakê fîl, ma te çima ev zilma li min kir? Te hemû hêkên min pelixandin û çêlikên min jî kuştin. Te ez li darê vê dinyayê tik û tenê hîştim. Qaşo em cîranê hev bûn! Heta nuha bi qasî serê derziyê jî xerabiyeke min negihîştiye te. Te çima wiha kir? Ma qey te ez biçûk û reben dîtim lema te ev neheqiya li min kir?

Fîl awirekî tûj da çûkê, bi quretiyeke mezin jê ra got:

-Eynî wek tu dibêjî, ji ber ku çavê min te dibire lema min hêlîna te pelixand . Ez mezin û xurt im, dilê min çawa bixwaze ez wer dikim. Hema çi ji destê te tê texsîr meke. Te fêm kir?!

Dema fîl wiha got, çûkê êdî gotin zêde dirêj nekir, firek da xwe, bi hewa ket. Çû ba refê çûkan, giliyê xwe bi wan kir, serpêhatiya xwe ji serî heta dawî ji wan ra got. Dûra jî ji wan daxwaz kir ku ew alîkariya wê bikin.
Çûkan got:

-Em bi dil û can dixwazin alîkariya te bikin, lê belê tiştek ji destê me nayê. Em çûk in û ew jî fîl e. Ma em rebenên Xwedê kanin çi bi fîl bikin ku?

Lê çûk li dijî vê dîtina wan derket, li ber wan geriya, di daxwaza xwe da israr kir. Got:

-Dema em giş qela xwe bikin yek û em hemû bi hev ra herin li ser serê fîl venijin, bi nikilan bi ser û çavên wî kevin, heta ku wî kor dikin. Ew nikane tiştekî jî bi me bike.

Çûk hemû îqna bûn, gotin weleh tu rast dibêjî. Dûra jî giş bi hev ra firiyan, çûn li ser serê fîl danîn û serî û çavên wî dan ber nikilan. Nikil kirin, nikil kirin heta ku her du çavên wî jî rijandin.

Piştî ku fîl ji her du çavan jî bû, ma bê ronahî, bê xwarin û bê vexwarin. Ji ber êşa çavên xwe dikir hawar û orrîn. Tavilê mêş, kelmêş û mûriyan girtin ser birîn û çavên wî. Dest pê kirin lê çêriyan.

Lê belê çûkê dîsa dev ji fîl berneda, got eviya hîn jê ra hindik e. Firiya çû ser goleke tije beq.
Çûkê ji beqan ra jî serpêhatiya xwe got. Beqan jî li çûkê guhdarî kirin, dûra jî jê ra gotin:

-Hey çûka pepûk! Ma em beqên reben kanin çi bi fîl bikin? Ne qeweta me li fîl tê û ne jî ya te.

Çûkê ji beqan ra got:

- Na, qeweta me lê tê. Lê belê divê em alîkariya hev bikin, dema em hêza xwe bikin yek, emê kanibin zora wî bibin. Lema jî ez dixwazim ji we çend heb bi min ra werin, em herin ba korteke nêzî fîl. Hûnê di kortê da bikin qurrequrrr. Dema fîl dengê we bibihîze ewê bawer bike dengê we ji nav avê tê. Ji ber ku nuha gelkî tî bûye, lema jî ewê xwe li dengê we bigire û were û dûra jî ewê di kortê wer be.

Beqan daxwaza çûkê qebûl kirin û çûn ketin kortê, tê da kirin qurrequrrr...

Fîl dema qurrequrrra beqan bihîst tîbûnê hîn bêtir zor dayê. Bi hawakî korane berê xwe da dengê beqan û çû.
Dema gihîşt ser lêva kortê, xortima xwe berda jêr ji bo ku avê vexwe, lê belê got gurp, di dereke kûr wer bû.

Kort gelekî kûr bû, fîl nikanîbû jê derketa. Çûkê firek da xwe, çû li ser serê wî danî, jê ra got:

-Hey fîlê çavsor, tu bi hêz û mezinayiya xwe pirr stûr bûbû, te tu kes di ser xwe ra nedidît. Ji ber vê stûriya xwe te ne ez bi tiştekî hesibandim û ne jî ji min şayiş kir. Nuha tu dibînî bi vê çûkîtiya xwe min tu xistî çi halî...
Deng ji fîl derneket. Ma di kortê da...