30 september 2018

Di dawiya umrê xwe da bûm keraşo jî



Îro ez keraşo bûm. Piştî çûna xanimê ev cara pêşî ye dibim keraşo. 

Min digot belkî heta xanim were Rojen ewê min îdare bike.

Lê hesabê min şaş bûye.

Camêr danê nîvro ji min ra got, ” bavo, tu yê kincên xwe kînga bişo, nuha ya jî bi şev?”

Hindik-Rindik do reqorek nuh bi dest xist !



Hezar carî spas ji xwendevanên bloga Hindik-Rindik ra !

Hindik-Rindik do reqorek nuh bi dest xist, tam 2700 kesî rêya xwe pê xistiye, tikandiye.

Ji bo blogerekî kurmancî di rojekê da 2700 serlêdan ne tiştekî hindik e, pir e.

29 september 2018

Bi qasî ez dibînim di fûara îsal da îşê weşanxayenên kurdî baş e



Bi qasî ez ji Stockholmê dişopînim (taqîb dikim) îsal li Fûara Diyarbekrê ya Kitêban îşê weşanxaneyên kurdî baş derbas dibe, kitêbên kurdî baş tên firotin.

Geleo ev texmîna min rast e?

Heger rast e, gelo tesîra banga min, ji weşanxaneyên tirk kitêban nekirin, tenê ji weşanxaneyên kurdî û kitêbên kurdî bikirin çê bû ya na?

Yên tirkî di çavên xwe da pir mezin kirine dibê li vê vîdeoyê temaşe bikin !



Do bi şev di malpera twîttê ya Sidqî Zîlan da li ser eklektîzma zimanê tirkî ez rastî vîdeoyeke pir balkêş hatim.

Di vîdeoyê da yekî tirk(Hayatî Înanç, bawer dikim ji Dîlokê/Entabê ye) bi tirkî cumleyeke rojane, normal got û dû ra jî got ”min xwar” ne tê da, hemû peyvên din ne bi tirkî ne.

Cumleya bi tirkî wiha ye:

Piştî hasil çû mûsil dibêje



Prof. Qedrî Yildirim, 9 meh berê ji telewîzyona Kurdistan 24ê ra gotiye:

 ”3 sal in parlamenterê HDPê me. Di nava partiyê da min pir rica kir, pir israr kir. Min got di nava HDPê da hewqas komîsyonên me hene, bira komîsyoneke kurdolojiyê jî hebe û di vê komîsyonê da em li ser zimanê dayikê bixebitin. 
Lê çi hefy, ev rica û israrên min bedilhewa çûn.

28 september 2018

Sibe emê bibêjin xwezî bi do



- Ji bo serokkomariya Îraqê kurd dikin hevdu bixwin, YNK dibêje ji min ra, PDK dibêje ji min ra.

Ev yek ne elameta xêrê ye. Arif Qurbanî şerê li ser serokkomariya Îraqê şibandiye ”bermîlek barûd”.

Rast e. Kurdistan û serokkomariya Îraqê ji bo serok û siyasetmedaran bûye berate û ew jî wek qertel û sîsarkan li ser vê beratê şerê hev dikin.

Ez bi xwe êdî hêvîya tifaqê û yekîtiyê ji partiyên başûr nakim û tiştekî wiha ji wan napêm. Ew dem li dû ma. Ji nuha û pê da êdî dema berberî, şer û teşxeleyên mezin in.

Du sê hefteyên din, piştî hilbijartina Serokkomariya Îraqê emê pir li van rojan bigerin.
Sal bi sal xwezî bi par.
Hêvî dikim ev reşbîniya min bêbingeh be.

-Heta rêber û serokê me Om be, xwelî ewê tim li serê me kom be.

Lê tu rêber û serok omîtiyê qebûl nake, her kes dibêje Om ne ez im, yê din e.

Lê dibê em ne li Xetîcê, li netîcê binêrin: 
Ma halê me baş e?
Ma em ji hal û ehwalê xwe razî ne?
Ma sebebê vî halê me tenê dijmin e?

-Mecîd Nîzamedîn Gilî, di Rûdawê da gotiye, berê hukûmeta Kurdistanê heyetek dişand lûtkeya salane ya komeleya giştî ya Neteweyên Yekbûyî û gelek civînên giring pêk dianîn. Îsal yek nûner û rayedarê kurd beşdarî vê lûtkeya giring nebû.

Ne hukûmet û ne jî YNK û PDK tu heyet meyetan naşînin ji ber ku ketine bedena hev û ji ber ku yek alî jî naxwaze li dijî Îraqê, Îranê û Tirkiyê gotineke ne xweş bibêje. Ji dêlî ku li hemberî dijminên xwe dîplomasiyê bikin, her kes dixwaze dilê dijminê xwe xweş bike û piştgiriyê jê bigre.

Bi van serokan em nagihîjin tu deran
Mecîd Nîzamedîn Gilî jî di nivîsa xwe da eynî tişt gotiye…

-Dibê meriv qebûl bike patron pir jîr û jêhatî ye. Kî di dewsa wî da bûya ji zû da di bin kilîtê da bû. Mêrik bi hewqas sûc û sabiqên xwe jî, bi zor xwe bi dinayê dide qebûlkirin û xûgiyê ji her dewletê jî digre. Her kes ji tirsa qûna xwe wî dide ser serê xwe, jê ra sujde dibe.
Serokkomar wek bermîleke barûdê

Xwedê zane îro ez çiqas erd û av geriyam



Pîrê ji ber tifikê rabû çû ber tenûrê, got: ”Xwedê zane îro ez çiqas erd geriyam.”

Yê min jî mesela pîrê ye, ez rojê saetekê, saet û nîvekê dimeşim, têm li vir pesnê xwe didim, dibêjim ez îro pir geriyam, min îro dinyak erd da bin nigê xwe.

Heywanê herî wehş



Pîttakosê (640 b.Î. 568 b.Î.) yûnanî li ser şelafan du hezar û şeşset sal berê gotiye ”ji heywanên kedî yê herî wehş şelaf in.”

Erê rast e, şelaf him pir wahş in û him jî pir sadiqên xwedyên xwe  ne. Xwediyê wan kî be, çi be jî ji bo şelaf ew merivê dinyayê yê herî baş û paqij e.

27 september 2018

Şîva min a îşev masî ye

Şîva Zanarê Xamo ya îşev, masiyê sorik


Şîva Zinarê Xamo ya îşev, masiyê sorik e. Bi swêdî jê ra dibêjin ”rêdîng”. 

Bi qasî min ji berferatiya bihîstiye dibêjin sorik di Çemê Ferêt da pir e.

Ez ji sorik pir hez dikim. Û helbet pir xweş jî çê dikim. Li mala me yê masî çê dike ez im.

Meriv nabe şair, dibê şair hatibe dinyayê



Min şevê çûnî(do bi şev)kitêba Kamiran Alî Bedirxan(1895-1978) ”Kulîlkên Ezêb” xwend. Kitêb 59 rûpel û 31 şiîr in. 

Şiîra(helbesta) herî dawî tenê ya bi navê ”Bi yek bin” di sala 1941ê da hatiye nivîsîn, yên din hemû di nabêna salên 1932-1935a da hatine nivîsin. Hemû jî di kovara Hawarê da çap bûne.

26 september 2018

Kanîya Helbestan di xizmeta we da ye



Dibe ku haya hin xwendevanên kurd ji vê Appê tunebe. Navê wê ”Bernameya Kanîya Helbestan” e.

Li gorî agahiya berpirsên malperê, bernameya Kanîya Helbestan yekem bernameya kurdî ye hewil dide Dîwanên Helbestvanên kurd di yek cihî da kom bike. 

Pisik ne li mal e mişk qorqor beg Evdirehman e.



Wek dibêjin pisik ne li mal e, mişk qorqor beg Evdirehman e.

Swêdî jî dibêjin gava pisik ne li mal e, mişk li ser masê dans dikin

Yê min jî nuha ew mesele ye, xanim ne li mal e, ez serbet im, kînga dilê min dixwaze diherim digerim, dost û hevalan dibînim.

25 september 2018

Dibê meriv ne pir şîrîn û ne jî pir tahl be

2014, baraja Xelfetiyê


Pêşiyên me gotine ne pir şîrîn be xelk te bixwe û ne jî pir tahl be xelk te bavêje.

Bi Xwedê ev jî pîvaneke pir zor e û heta ne mimkûn e.

Ji bo ku meriv wek hingiv ne şîrîn û wek mirrayê ne tahl be, dibê meriv Einstein be.

Miletê kurd bi îradeya xwe ya azad gotiye serxwebûn!



Sala çûnî(par) roja 25ê îlonê ji bo referandûma serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê bûm û bûm şahidê rojeke tarîxî.

Ji %93ê miletê kurd ji bo serxwebûnê got erê. Bi vê netîceya referandûmê ez gelkî dilşa bûm û bi hêviya ezê welatekî serbixwe bibînin vegeriyam mal.

Nizanim rehet canim



Ji derdê milet carnan tiştê pir xerab tê bîra min.

Hema nuha, ji nişka ve min got xwezî ez anelfabet bûma, yanî min nizanîbûya bixwenda û binivîsiya. Serê min ewê pir vehesiyayî bûya.

Ne minê "bela" xwe di xelkê bida û ne jî xelkê ewê "bela" xwe di min bida û ez bidama ber kevir û kuçika...

24 september 2018

Dibê sibe li Fûara Diyarbekrê meriv yek kitêbê jî ji weşanxaneyên tirk nekire !



Fûara Diyarbekrê ya Kitêba sibe dest pê dike. Afîşa TUYABê tenê bi tirkî ye, kurdî tuneye.
 
Fûar li Kurdistanê li bajarekî kurda yê herî polîtîze ye ye, lê di afîşa Fûarê da kurdî tunye.

Min îro çi kir ?



Îro roja payizê ya herî sar e. Piştî nîvro wek her roj derketim meş û piyaseya rojane.
Min berê xwe da gola me.
Gera li dora golê xweş e, kes tuneye, der û dor pir sakîn e. Çend kes ya kûçikên xwe li wan deran digerînin ya jî wek min ew jî dimeşin.
Pêşî gol e, li pişt golê zinar û daristan e. Li milê rastê daristan e, hawirdor hişnayî û bêdengî ye.

Rewşa me kurdan baş xuya nake



Me kurdên bakur bi çavekî pir mezin li kurdên başûr dinêrê, me hêviyeke mezin ji wan dikir, hêviya azadiya wan êşa bindestiya me bi me dida jibîrkirin. Me digot wa ye ji me hinek azad dibin, me bi vê dilê xwe şa dikir.

Lê kurdên başûr ji bin da kuş derketin. Meriv bala xwe nede wan baştir e, meriv kezebreşî û merezarî dibe.

23 september 2018

Min îro dîsa qismekî mehsûlê xwe top kir



Îsal pê da ye em mehsûlê xwe yê ji bexçê xwe radikin û radikin, lê dawî nayê. 

Qey  bereketa Xwedê tê da ye, em dixwin, di ser serê xwe ra davêjin û didin cîranan...

Yanî darekê tenê îsal hewqas hukim kir.

Heger min bifrota ewê heqê hefteyek tahtîla min û xanimê jê derketa...

Êdî em kurd jî 60 saliya xwe pîroz dikin



Do êvarî ez li şahiya 60 saliya Abid Dundar bûm. Xanima wî bêyî haya wî jê ra şahiyek çêkir.

Şahiyeke xweş bû, gelek dost û heval hatibûn.

Ji ber ku xanima min li welêt e vê carê ez bi tenê me, ji bo ku hinek nebêjin ka Hêvî, ez vê agahiyê didim û pêxîla xwe ji rexneyên kesên li min û maneya digerin xelas dikim.

22 september 2018

Şevê çûnî min careka din EZa Reşîdê Kurd xwend



Do derengê şevê ez ji facebookê û twîttê aciz bûm û min kompîtora xwe girt, qedehek Whisky ya xwe dagirt û ji bo tiştekî bixwînim ketim nav kitêban. 

Min dixwest çend şiîran bixwînim. 

Min çavê xwe li nav akitêban gerand. Min kitêba Reşîdê Kurd ”EZ” û ya Kamiran Alî Bedirxan ”KULîLKÊN EZÊB”  ji nav kitêban derxist û min çû li ser kursiyê xwe bera jêr da û dest bi xwendiba kitêba Reşîdê Kurd(1910-1968) ”Ez”ê kir.

21 september 2018

Xewn




Min xewnek dîd
xewneke gelkî ne xweş
xewneke bi xof
şiyar bûm
min dît ez bi tenê bûm
rabûm
rûniştim
xew li min geriya

Rûsyayê qîlê xwe nîşanî me da



Dawiya dawî Rûsyayê qîlên xwe nîşanî me da û got Rûsya jî bi qasî Tirkiyê û heta hinekî jî jê zêdetir neyarê me kurda ye û ewê nehêlin kurd li Sûriyê mafekî herî biçûk, heta otonomiyê jî bi dest xin.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, li paytexta Bosnayê Sarayovoyê gotiye, ”Amerîka dixwaze li rojhilatê çemê Firêt dewletekê ya jî herêmeke otonom ava bike, lê ewê nehêlin."

Min lawikê xwe şand seferê...



Min lawikê xwe şand seferê, bi hêviya belkî mêrekî çê jê derê, çû, hat dîsa kerê berê, dîsa ehmeqê berê..

Wiha ye, tu çi bikî jî ji hesenê xerab şûrê baş denayê. Gava totik vala be ne tarîx û serpêhatî pere dike û ne jî gotin.

20 september 2018

Miletê kurd ji destê van partiyan ewê hîn pir bikşîne

Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed


Mala bêtifaqî kete wê, zû dereng ewê belav bibe. Pêşiyên  me ev yek fêm kirine û lema jî wek şîret gotine:

“Maleke bi tifaq bergendî êlekê ye, êleke bi tifaq bergendî dewletekê ye.”

Di  nava “êla” me da tu carî tifaq çê nebû, ji bo wê jî em ketin bin destên xelkê û man di vî halê zelûl, pur û perîşan da.

Feydeya hebûn û tunebûna min



Ji kerba dilê xwe carnan bi dizîka ji xwe ra dibêjim xwezî ez tunebûma, xwezî ez ne kurd bûma !

Lê dû ra poşman dibim û gotina xwe paş da digrim; îcar jî dibêjim ez heger tunebûma kê hewqas rexne li tirkan, ereban, îslamîstan û li siyasetmedar û ronakbîrên kurd  bigirta ?
Xwedê kir ku ez heme.

19 september 2018

Sara Seppele: Ez kurd im û bi kurdbûna xwe serbilind im



Di hilbijartinên 9ê îlonê da 6 kurd ketin meclîsa Swêd. Serkan Kose, Lawen Redar û Kadir Kasirga ji partiya Sosyaldemokrat (S), Gulan Avci ji partiya Lîberal (L), Amineh Kakabaveh ji partiya Çep (V) û Sara Seppälä jî (wek Seppele tê xwendin) ji (SD) ji partiya Demokratên Swêd hatin hilbijartin û ketin meclîsa Swêd.

Evîna Rojînê ya tirkî pir kûr e !



Rojîna dengbêj di hevpeyvîna xwe ya di rojnameya Sabahê da gotiye, ”Ji bo ku ji min ra gotin tu nikanî bi tirkî bistirê, ez li Swêd derneketim sahnê, min red kir. Çimkî ez hunermendeka van erda me. Zimanên erdên ez lê dijîm pir bi qîmet in...”

Lê ne ev tenê, ji tirkan ra gelek şelafiyên din jî kiriye. Madê meriv ji hevpeyvîna wê digere.

18 september 2018

Gerek xewn û xeyala me hemû kurdan welatekî azad be



Meriv bi bindestiya xwe bihese, xwe nas bike baş e. 


Lê ev pêhesîn di eynî wextê da janekê dixe hinavê meriv, li bedena meriv dibe kerasekî ji êgir.

Meriv ji her kesên azad û xwedî welat didexise. dibêje çima ez ne wek wî me?

Bîranînên zaroktiyê qet nayên jibîrkirin



Hirç lana xwe ji bîr nake, civîk hêlîna xwe. Ez jî bajarê xwe, Wêranşara xopan, Mehela Golê, toz dûmana wê, gerrek û heriya wê û bîranîn xwe yên zaroktiyê û xortaniyê ji bîr nakim...

Ew wek niviştekê tim di stuyê min da, wek pazbendekê tim di milê min da ne.

17 september 2018

Aşvan tu carî nabe poşman



Dijminê me ji bo ku me bifetisîne bi hovîtî êrîşî me dike, hêviya serketina xwe û şikandina me bi zulmê, bi gef û tirsandinê girê da ye. 

Dijmin e, gazin jê nabe !

Tiştê ji me tê xebat e, liberxwedan e. Wek şexs, wek hêz dibê em moralê xwe xera nekin, bêhêvî nebin û xwe bi xwe bi hev nekevin. 

Tirkiyê merivên xwe îcar jî ji devê topê xelas kir



Wer xuya ye Erdoxan zilamên xwe yên li Idlibê ji bo demekê be jî xelas kir. Rûsan careke din îspat kirin bext û dostiya wan tuneye.

Pûtîn bi gur ra dixwe, bi şivên ra digrî.

Xwedêgiravî hevalê Esed e, lê çeteyên Tirkiyê ji êrîşê diparêze, bi Tikriyê ra ji wan ra ciyê ewle çê dike. Çete li ku bin bêyî Tirkiyê ji her kesî ra tahlûke ne. Lê bi taybetî ji bo kurdan. Erdogan ji bo kurdan ciyê wan diguheze, ji bo ku dema lazim bû wek li Efrînê kirin bajon ser kurdan.

Axx, axx ka ew telebetiya berê !





Dema ez telebeyên/xwendevanên nuha dibînim ez ji xwe ra dibêjim, axxx, axxx, ka ew telebetiya berê, ka ew dem û derana telebe wek zêr bi qedir û bi qîmet bûn !

Wek her tiştî xwendevanî, bi navê berê telebetî jî êdî ne telebetiya berê ye, popularîte û cazîbeya wê jî wek berê nemaye. 

16 september 2018

Ma meriv qala gelşan neke baştir e?



Ez pir û pir qala girîngiya zimên dikim. Ji salên 1980î da ye bênabên vê mijarê dubare dikim. Belkî 400-500 nivîsên min li ser vê mijarê hene. Ez wer texmîn dikim gelek nas, dost û heval ji vê dubarekirina min nerehet dibin, dibêjin "êdî bes e, te em kerr û kêj kirin." 

Li Stockholmê du bîranînên girîng !



Îro li Stockholmê du bîranînên kurdên rojhilatê Kurdistanê (Îranê) hebûn.

Saet di 12.30î da bîranîna gorrbihuşt Dr. Saîd Şerefkendî bû. Û saet di 14.00a da jî bîranîna 17 şehîdên roja şemiya borî (8/9-18) li Koyê ji alî Komara Îslamî ya Îranê ya faşîst ve hatin çehîtkirin.

15 september 2018

Heger em bi zarokên xwe ra bi kurdî nepeyivin dawiya me pir xerab e



Do min di facebookê û di twîttê da pirseke pir rehet û pir konkret kir, min got kesên di medyaya sosyal da bi kurdî, zazakî, kurmancî dinivîsin, gelo hemû bi zarokên xwe ra jî bi kurdî dipeyivin?

Heta nuha kesekî tenê, Emîn Kaya gotiye em li malê bi hev ra û bi zarokên xwe ra kurdî dipeyivin.

14 september 2018

Xanim çû Kurdistanê, di binê xênî da mam ez bi tenê



Min xanim du saet berê rêwî kir Diyarbekrê...
Û careke din mam di binê xênî da bi tenê...

Ewê here Qerejdaxê, du mehan li ba dê, bav û malbata xwe û hezkiriyên xwe bimîne.

Xweziya min bi dilê wê.

Dêya wê êdî pîr e û nexweş e, dixwaze demeke dirêj li ba dêya xwe bimîne, pê ra sohbet bike, serê wê bişo û xizmeta wê bike. 

Bêguman her kes ji dayika xwe hez dike, lê hezkirina wê hinekî zêde ye, ew bi ser dêya xwe da dimre, lema jî ewê du mehan li ba wê bimîne.

13 september 2018

Dibê em kurd ji Elyezer bin Yehûda ders û ibretê bigrin


Di facebookê û twîttê da em nivîsên pir ilmî, tiştên li ser fezayê û matamatîka bilind nanivîsin û minaqaşe nakin ku meriv bibéje weleh kurdiya min têrê nake, lema ez bi tirkî dinivîsim.

Em li ser tiştên rojane fikrên xwe, hestên xwe dibêjin. Ji bo van çend gotinan ne hewceye meriv bi tirkî binivîse. 

Siyasetmedar, ronakbîr, akademîsyen û xwenedavanên miletekî dibê tiştên wiha basît bikanibin bi zimanê xwe binivîsin.

12 september 2018

Heger wiha dom bike hebûna Ewrûpayê di tahlûkê da ye



Her hefte bi hezaran însan ji Bengladaşê, Pakîstanê, Afganîstanê û ji hin welatên din di ser Îranê ra derbasî Tirkiyê dibin û Tirkiye jî wan peyder pey rê dike ser Yûnanîstanê û Ewrûpayê.

Organîzatorê vê koça siyasî ya îslamîst û musilmanan rejîma Îranê, Tirkiyê û hin hêzên îslamî ne. Her tişt di binê însîyatîfa va her du dewletan da ye û organîzekirî ye.

Îran, Tirkiye û hêzên îslamîst vê koça musilmanan ya Ewrûpayê wek şerekî li hemberî Ewrûpayê û kafiran dibînin; dixwazin Ewrûpayê bêyî şer dagir bikin, li Ewrûpayê şerekî nava xwe derxin û Ewrûpayê jî bikin Îraq, Sûriye û Yemen.

Di vî warî da pir baş jî bi ser ketine, her welatekî Ewrûpa Rojava bi milyonan ereb, îslamîst û musilman top kirine û gav bi gav tên ser îktîdarê.

Swêd 20, 30, herî zêde 40 salên din welatekî ereb û musilman e. 

Swêdiyên xêv û ehmeqên ewrûpiyan hîn ev hedefa Îranê, Tirkiyê û hêzên îslamî fêm nekirine, hîn jî bi çavê humanîzmê û koçberiyeke normal li meselê dinêrên û naçin ser Îranê û Tirkiyê.

Îran û Tirkiye bixwazin yek kes jî nikane derbasî Tirkiyê bibe. 

Bi sedan însan bi hev dikevin û bi rojan di nava sînorên Îranê da dimeşin, heta ku digihîjin ser sînorên Tirkiyê û derbasî Wanê, Bazîdê û herêmên din yên Kurdistanê dibin. 

Bêyî destûra Îranê, bêyî organîze tiştekî wiha ne mimkûn e; ne mimkûn e bi sedan însan bi hev kevin, bi rojan bimeşin û li Îranê neyên dîtin, neyên girtin û sax û selametî derbasî Tirkiyê bibin.

Nufûsa Pakîstanê tenê 200 milyon e, ya Bengladaşê jî hewqas heye, 40 milyon heye. Ji her welatekî 20-30, 40 milyona kêm bibe ne problem e.Çimkî nufûs pir zêde ye, ji wan ra jî baş e ji vê nufûsa xort û zêde xelas bibin. Ji bo ku barê wan hinekî sivik bibe.

Îcar bêyî van welatan ji gelek welatên din jî, ji Ozbekîstanê, Tacîkîstanê, Qirgizîstanê, Îranê û heta bigihîje Hindastanê musilmanan top dikin û rê dikin ser Ewrûpayê.

Îro dîsa li Wanê 287 kes girtine, sibe, dusibe ewê qefeleyeke din were. Yanî dawiya vê koçê nayê, bi dehmilyona, bi sedmilyonan bi rê da ne, hazirî û plana hatina Ewrûpayê dikin

Halê me yê îro ji yê 38 sal berê xerabtir e



Di ser îqîlaba leşkerî ya 12 îlona 1980î ra 38 sal derbas bûn lê halê me, perîşaniya me xerabtir bûye, baştir nebûye.

38 sal berê roja 12ê îlonê li Tirkiyê cûntayeke leşkerî dest da ser hukim û dest bi girtin, kuşti û terorîzkirina hin kes û hêzên ji xwe ra kiribûn hedef kirin. 

11 september 2018

Gayê pîr ji kirinên Erdogan pir memnûn e



Serokê CHPê yê berê û keftarê kemalîstan yê herî bi nav û deng Denîz Baykal gotiye ”Ez ji hewildanên hukûmetê memnûn im. Dibê Erdogan cesaretê bide civatê...”

Neyartiya kurdan ji sedî 99ê tirkan bêar kiriye, kiriye faşîst û irqçiyên xedar, ji hemû nirxên mirovahiyê bêpar.

10 september 2018

Ev banga min ji hukûmeta Kurdistanê û ji hemû serok û partiyên başûrê Kurdistanê ra ye !



Nameyek vekirî ji hukûmeta Kurdistana Federe û ji hemû serok û partiyên başûrê Kurdistanê ra !

Ev banga min her wisa ji hemû siysetmedar, ronakbîr û hemû partiyên kurd ra ye jî...

Dibê hûn li hemberî vê irqçîtî, heqaret û zulma polîsên tirk li kurdan dikin bêdeng nemînin !

Selda Bagcan xanim jî ji avabûna dewleta kurd dtirse



Selda Bagcana çep jî tirsa xwe ya avabûna dewleta kurd da der...

Faşîst, kemalîst, îslamîst ne bes bûn, dengbêja tirk û xwedêgiravî çep û îdola gelek xortên kurd Selda Bagcan xanimê jî tirsa xwe ya avabûna dewleta kurd daye der û gotiye  serokê Amerîkayê Trump dixwaze li herêmê dewleteke kurd ava bike...

09 september 2018

Welatê wehşan



Min romana Helîm Yûsif  ”Wehşê Di Hundurê Min De” şevê çûnî qedand.

Çendakî berê gava gihîştibû destê min, min gotibû ezê di nava rojekê, du rojan da biqedînim, lê di wê nabênê da hin tiştên ne di hesêb da derletin û 40 rûpelên mabûn min neqedandibû û dû ra jî min ji bîr kir. Şevê çûnî roman bi ber çavê min ket û min qedand.

Dibê em li mirina zimanê xwe temaşe nekin



Li ser asîmîlasyona kurdên Kurdistana Bakur ne hewceye em zêde dirêj bikin, galgalên zêde bela sebeb e, dijmin dixwaze kurdan bike tirk û ji bo vê jî her rê yê, her metodê û zorbatiyê bi kar tîne.

Yanî em nêta dijminê xwe baş zanin.
 
Ya muhîm tiştê em bikin çi ye?

Semînereke muhîm û bêedebiya xwenezanekî



Ji hêrsa hîn jî laşê min dilerize…

Wek min berê jî gotibû, Îro(do, 8/9-18) li Kitêbxana Kurdî li ser pêşeroja zimanê kurdî li bakurê Kurdistanê û li Tirkîyê semînerek hebû. 

Semînereke baş bû, gelek tiştên muhîm û baş hatin gotin.

Heta Kurdistan çê nebe sêpî ewê tim para me



Celadên komara îslamî ya meleyên qatil sê xortên kurd Ramîn Husên Penahî û du birayên hev Zanyar û Loqman Mûradî îro(8/9-18) bi hev ra îdam kirin !

Heyfa van canfîdayan ancax em kanin bi Kurdistaneke serbixwe ji hêzên dagirker û qatil bigrin...

Ji ber ku me nikanîbû we ji nava lepên celadên Îranê xelas bikin em wek ferd û wek milet çermezar in.

Heta Kurdistan çê nebe sêpî/sêdar ewê tim para me be...

Cangoriyên kurd û Kurdistanê me efû nekin !

Dewleta Îranê ya îslamî ya namerd û faşîst, Ramîn Husên Penahî û du birayên hev Zanyar û Loqman Mûradî vê sibehê(8/9-18) bi darde kirine!

Rejîma melayên namerd sê xortên kurd bi hev ra îdam kirine !
Me 40 milyon kurdî nikanîbû ev înfazên rejîma îslamî ya namerd rawestanda!

Rejîma faşîst, Ramîn Husên Penahî, Zanyar û Loqman Penahî îro danê sibê li Girtîgeha Recayê Şar ya bajarê Kerecê îdam kirin.

Li hemberî malbata hersê xortan jî pir şermezar û fedîkar im...
Bimre Komara Îslamî ya faşîst!
Bimre bêdewletî !
Bijî serxwebûn !

Radwan Badini Heger em dersê ji van hovitiyan negrin û helwestek netewî giştî nestînin wê ev bibe rênemaya hemû dijminan bo şkenandina arazuya hemû kurdan.

Zinarê Xamo Ridwan, wele ez bawer nakim em tu dersê bigrin. Heta nuha gelek trajediyên ji viya pir xerabtir hatine serê me, lê me dîsa jî tu ders jê negirtine..

Mence Aldur Ey hawar....



08 september 2018

Rev bûye qedereke kurdan ya ebedî



Kurd dîsa ji welatê xwe direvin. 

Rev bûye qedera kurdan ya ebedî.

Kurd dîsa welatê xwe, dost û hevalên xwe, hezkiriyên xwe li dû(lipey) xwe dihêlin berên xwe didin muhaceretê, ji ber zulm û terora dewleta tirk bi çol û çepelan dikevin.

Di salên 1980î da em jî ji ber terora cûnta leşkerî reviyan. 

Îcar dora hinekên din e; îcar rev bûye qedera hinekên din.

07 september 2018

Ez û kekê Mehdî Zana îro jî gihîştin hev



Ez û kekê Mehdî Zana îro dîsa gihîştin hev û wek her tim me dîsa gilî û gazinên xwe bi hev kir.

Gotinên min û kekê Mehdî dikev serê hev, em herdu jî him kal in û him jî merivên hinekî  cihê ne. Kêfa siyasetmedaran zêde ji me ra nayê. Çimkî em her tim li têla wan naxin. Ez bi xwe were me.

Lema jî ez û wî carnan hev û du dibînin û derdê xwe ji hev ra dibêjin.

Îslamîstan tiştên anîn serê welatên xwe tînin serê Swêd jî



Radîoya Swêd beşê kurdî saet di 12.00a da ji bo hilbijartinên Swêdê weşaneke taybet çê dike. Ez jî hatime vexwendin. Ez çûm û min li panelê guhdarî kir.

Panel li ser gelşên xerîban û entegrsyonê bû. Serkan Kose, Amînah Kakabaveh, Azîz Aliş û Uso Kurdman beşdarî panelê bûn û fikir û pêşniyarên xwe yên li ser gelşên xerîban gotin.

PARVE BIKE