20 september 2018

Feydeya hebûn û tunebûna min



Ji kerba dilê xwe carnan bi dizîka ji xwe ra dibêjim xwezî ez tunebûma, xwezî ez ne kurd bûma !

Lê dû ra poşman dibim û gotina xwe paş da digrim; îcar jî dibêjim ez heger tunebûma kê hewqas rexne li tirkan, ereban, îslamîstan û li siyasetmedar û ronakbîrên kurd  bigirta ?
Xwedê kir ku ez heme.


Hebûna min êşê, janê bide dil jî lê dîsa jî bi kêrî tiştekî tê, carnan du du sê xîçan di dijmin û di kêmaqilan wer dikim. Ji tunebûnê çêtir e...

Bi tunebûna min serê dijmin û kurdên korfahm ewê bêtir vehesiyayî bûya.

Valide Bozkurt Her hebi abê..

Sores Bladhede "Ez Kurd hatim Cîhanê û ezê wek Kurd jî biçim goristanê!"

Bella Sturki em bêy te nebin ez benî, tu her û her hebî 

Zinarê Xamo Mala te ava xwişka hêja, dildara kurd û Kurdistanê.

Ali Kut Ez dibêm tu parîkî zêde dikî pismamê Xamo, belbî jî ji me re baştir ba ku tu tuneba! Lewre, di xwezayê de her tişt sebeba tiştekî din e. Ango, ev felaketên ku tirk bi serê me de tînin, wê demê, belbî neqewimîyana! Îca, weke Nebî Silêman tu divê xwe saxtî bike, ka gelo hebûna te çiqasî bi kêrî me hatiye an!... Lê tu ji min bipirsî, ez dibêm, Xwedê kir ku tu heye, bila sedê din wekî te hebana!

Zinarê Xamo Mihemed Elî, pir fîlozofîk bûye lê dîsa jî spas û mala te ava be...

Mahfuz Yildiz Apê Zinar di vê mijarê de tu ne bitenêyî, ev yek, a dudîya Xwedê te û Bûbê Eser û kesên mîna we ji serserê me kêm neke, bi saya we(ji tirsana) em bi Kurdî dinivîsin!

Zinarê Xamo Ez zanim, hin kes ji fediya, hin kes ji "tirsa" bi kurdî dinivîsin. Ne ez bim ewê meydan vala bimîne, ne kesê jê fedî bikin û ne jî yê jê bitirsin ewê nemîne...:))!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE