09 september 2018

Semînereke muhîm û bêedebiya xwenezanekî



Ji hêrsa hîn jî laşê min dilerize…

Wek min berê jî gotibû, Îro(do, 8/9-18) li Kitêbxana Kurdî li ser pêşeroja zimanê kurdî li bakurê Kurdistanê û li Tirkîyê semînerek hebû. 

Semînereke baş bû, gelek tiştên muhîm û baş hatin gotin.


Lê bi taybetî jî Remzî Kerîm him li ser asîmîlasyonê û sebebên wê û him jî em kanin çi bikin, gelek tiştên muhîm û hêja gotin.

Di dawiya semînerê da xortek rabû got ”hûn hemû durû ne û derewa dikin” û gelek heqaretên nemayî li me hemûyan kir.

Em hemû bi zilamtiyê HDPê îtham kir û got me hemûyan ray daye HDPê, lema jî em durû ne û mafê me tuneye qala kurdayetiyê bikin.

Yanî belasebeb û li ciyê rehetiyê, bi vê îthama ku tu têkiliya wê bi mijara civînê tunebû mêrik heqaret li me ehemûyan kir û çû...

Min mudaxele kir lê nehîştin…


Û rîsipiyekî kurdê êzdî li pişt min jî, bêyî ku şerm bike, wî jî tim digot ”her bijî”!

Ji gotinên wî xortê xwenezan û belkî jî povakator bêtir, "her bijî, her bijîya" vî rîsipyê me ezê êşandim. Dû ra, piştî civîn belav bû min jê ra got, "te şerm nekir te tim digot bijî ?"
Camêr got "na, gotinên wî rast in, HDP ji dewletê xerabtir e..."

Min got çi têkiliya HDPê û mijara em li ser dipeyivîn bi hev heye? Min dît ne tu meriv e, min dev jê berda û ez çûm mala xwe...

Ez ji hêrsa nuha nexweş im.
Wek yekî ez xistibim cûnî û wek dan kutabim.
Ji hêrsa hîn jî dilerizim û xewa min tê û ez nikanim xwe konsantreyî tu tiştî bikim.
Lema jî nikanim qala semînerê bikim...

Sadedin Mele Kek Zinar, jixwe yên mîna wî xortî, bi zanebûn yan ji nezanî, xizmeta pilanên dijatiya ziman û nasnameya netewî ya kurdî dikin. Mixabin

Haci Kardoxî Kak Zinar Zinarê Xamo meselé ewqas muhim negre. Wì jì fikra xwe ù dìtina xwe got. Divé mirov karibe her tiştì niqaş bike.

Zinarê Xamo Kîjan fikir û nîqaş Hecî?
Mêrik li ciyê rehetiyê, bêyî ku têkiliya wê bi mijarê hebe, heqaret li me hemûyan kir. got hûn hemû durû ne û viran dikin !
Belkî tu bi van gotinan aciz nabî û normal dibînînê, lê ez qebûl nakim yek ji min ra bibêje tu "durû yî"!
Min çi durûtî û derew kiriye ?

Mence Aldur Mala kesê di panel û kitabxana kurdi av kû kareki piroz û heja ji bo zimane kurdi

Mehmet Akalp Hinek kes bizanebun were dikin mamoste ji bo morala civîn û semîneré bixe û pravoke bike.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE