Dema ez telebeyên/xwendevanên nuha dibînim ez ji xwe ra
dibêjim, axxx, axxx, ka ew telebetiya berê, ka ew dem û derana telebe wek zêr bi
qedir û bi qîmet bûn !
Wek her tiştî xwendevanî, bi navê berê telebetî jî êdî ne telebetiya berê ye, popularîte û cazîbeya wê jî wek berê nemaye.
Telebe êdî li her bajarî li bin guhên hev dikevin û kes filesekî xwe jî di wan nade, fiyaqe û heyranîya wa nya berê çû û hew tê…
Erê min dibistan(mekteb) nexwendiye û jiyana min ya xwendevaniyê tuneye.
Lê Wêranşar bajerekî biçûk bû, ez kanim bibêjim piraniya hevalên min xwendevan bûn û gelekên jî wan dû ra ketin zanîngehan û çûn Anqerê û Stenbolan...
Û di ser da di xortaniya xwe da ez zû ketim nava tevgera siyasî û bûm kafir û fîgurê tevgera Dr. Şivan û DDKDê yê pêşî. Lema jî yên li der û dora min hemû telebe/xwendevan bûn.
Di salên 1960-70î da xwendevanan tenê li Anqerê û Stenbolê dixwindin, kes nediçû bajarên din. Li Îzmêrê û li Edenê jî hin zanîngeh, ya jî mektebên bilind hebûn lê pir kêm kesan ji Wêranşarê li wan bajaran dixwendin.
Ji xwe wek nuha li bajarên din zanîngeh jî tunebûn, hema tu ci bigrî hemû zanîngeh li Anqerê û li Stenbolê bûn. Lema jî xwendevanên wêranşarî hemûyan ya li Anqerê ya jî li Stenbolê dixwendin.
Li Wêranşarê lîse pir dereng, di sala 1964a da vebû, ji ber wê jî xwendevanên me pir kêm bûn.
Ji bo ku yek biçûya lîseyê dibê ya biçûya Swêregê, ya Mêrdînê, ya jî Rihayê.
Ev jî di wan salan da zor bû. Kêm kesî ji bo lîseyê zarokên xwe dişandin bajarekî din.
Ya din jî Wêranşar bajarekî eşîra ye, têkliyên eşîrtiyê û kultura feudal û gundîtiyê wê demê pir xurt bû.
Di nabêna salên 1950-70î da kultura xwendinê li Wêranşarê pir kêm bû, tunebû. Kultura xwendinê di nava gundiyan, eşîran, axan û malmezinan da zêde belav nebûbû, kêm kesî zarokên xwe didan xwendin.
Lê tunebûna lîseyê sebebê herî sereke bû.
Yanî diwazim bibêjim xwendevanên me li gorî Swêregê, Dêrikê û hin qezayên din hindik bûn, lê dîsa jî çend kes hebûn.
Havînan, dema zanîngeh dihatin girtin xwendevan dihatin tahtîlê.
Xwendevanên hatibûn bi piranî li Parqa Belediyê li bin daran û li Qahwa Serayê rûdiniştin û xort jî li dora wan kom dibûn.
Wek heciyên ji hecê hatibin û însan herin xêrhatina wan, xort jî bi wî rengî li dora xwendevanên ji zanîngehan hatibûn kom dibûn, dibûn xelek û bi heyranî û bi dilbijokiyeke mezin li wan guhdarî dikirin, li devê wan dinêrîn…
Qîmeta xwendevanên nuha li gorî yên wan salan pir kêm e, di tahtîlan da ne xort li dora wan kom dibin û ne jî kes bi heyranî li wan guhdarî dike, ew jî bûne wek her kesî.
Xwendevanên wê demê wek yên nuha ne merivên normal bûn, ne wek her kesî bûn, pir bi îtîbar û popular bûn.
Cazîbeya xwendevaniyê pir bû, xeyala her xortî bû.
Xortan bi hurmet û bi baldariyeke mezin guh dida wan û li serpêhatî û çîrokên wan guhdarî dikirin.
Axaftina wan, kincên wan, porê wan ne wek yên me bûn, hinekî kibartir û moderntir bûbûn.
Pantorê wan paçefireh, porê wan û cênîgên wan dirêj bûn û kincên paqij li xwe dikirin.
Ew wek telebeyên nuha ne bohem bûn, tim kincên paqij li xwe dikirin û piçekî jî bi quretî û fors dikirin. Qala şerên xwe û faşîstan, boyqotan û xebatên telebeyên kurd dikirin.
Kurdbûnê, kurdayetîyê, şer û minaqaşeyên xwendevanên
kurd û çepên tirk dilê xortan radikir pêdarê û heyacaneke bêtarîf dida me.
Me dixwest em jî herin wan mekanan bibînin û bi telebeyên kurd ra têkevin boyqotan û sere faşîstan bikin.
Gava wan qala van bûyerên li zanîngehan diqewimîn dikirn xortên li dora wan jî bi heyranî li wan guhdarî dikirin û ew jî diketin xeyala çûna Stenbolê û Anqerê.
Lê ew jî ne rehet bû.
Wek min li jor jî got, li Wêranşarê kultura xwendinê pir kêm bû û lema jî xwendevanên me yên kal, yên ji min mestir pir hindik in.
Lê nuha ne wiha ye, nuha zengîn, feqîr, axa, gundî hema hema her kes zarokên xwe didin xwendin.
Lê xwendevanê nuha wek yên berê li ba xortan û li ba civatê hewqasî ne popular in, xwendin, xwendevanî êdî bûye tiştekî pir normal, wek tu herî dibistana destpêkî, seretayî.
Feqet tiştê ez dibînim û di medyaya sosyal da taqîb dikim, xwendevanên nuha bi giştî ji yên salên 1960î-70î zanatir, bi kulturtir û inîntellektueltir in.
Xwendevaên salên 1950-60 katagoriyeke hinekî cihê ye, ji nava wan gelek kadirên hêja û serokên kurdan derketin. Ez wan tevî yên dema DDKO û DDKDê nakim. Qesta min dawiya salên 1960î û nabêna salên 70-80î ye.
Tenê kêmasiyeke xwendevanên nuha heye, ew wek yên salên 1960-70î tevî rêxistinan nabin û bi qasî xwendevanên wê demê ne angajeyî micadela siyasî ya kurd û Kurdistanê ne. Erê kurd in, welatparêz in, lê wek yên dema min partiyên Kurdistanî, komeleyan ava nakin û nakevin nava xebata siyasî.
Lê piranîya xwendevanên zanîngeh qedandine zimanekî, du zimanên biyanî zanin, haya wan ji muzîka ewrûpî, ji blues, popê, rokê û gelek tişt miştên din heye.
Ji xwendevanên berê bêtir xwe, kultur û zimanê xwe nas dikin û zanin. Gelekên wan kanin bi kurdî bixwînin û binivîsin.
Yên salên 1960-70î nizanîbûn. Erê şertên îro û yên wê demê ne wek hev in, îro gelek îmkanên fêrbûne hene, wê demê tunebûn.
Ev rast e.
Lê em bi xwe jî ji fêrbûna kurdî bêtir, li dû fêrbûna marksîzim û lenînîzmê bûn. Me bixwesta em fêr dibûn, lê em ne li dû bûn. Yên kurdî zanîbûn û li dû fêrbûnê bûn li gorî îro pir hindik bûn.
Nivîskar, şair, hunermend, resam di nava xwendevanên nuha da ji yên salên 1960-70, 80î pir zêdetir e. Bi kêmanî ez kanim viya ji bo yên herêma xwe bibêjim.
Xwendevanên wê dema ez qal dikim hema hema hemû çep û komunîst, marksîst-lenînîst, stanîlîst, maoîst bûn û hemû wext û enerjiya xwe didan van îdeolojiyên vala û ji bo me kurdan bêkêr û bêfêde û heta bi zirar.
Çepîtiyê him em berra hev dan û him jî nehîşt em xwe, tarîxa xwe, welatê xwe nas bikin û zimanê xwe fêr bibin. Me wexta xwe dida xwendina kitêbên vala û viran.
Xort û xwendevanên nuha baş xerab welatê xwe, tarîxa xwe, zimanê xwe piçekî fêr dibin û ji bo Sovyet, Çîn û Arnawitê, ji bo Lenîn, Stalîn û Mao û Enwer Xoce nakevin gewriya hev û heta hev û du nakujin, ji bo welatên hevalên neyarên me ne şerê hev nakin.
Helbet ev dem û ew dem ne yek e, di vir da rola globalîzmê, înternetê, medyaya sosyal, telewîzyonê û teknîka nuh jî pir e.
Wê demê çepîtî pir popular bû û
xort dibûn çep. Lê axirê sebebê wê rewaşê û wan fikrên me çi bin jî tiştên
xerab û li zirara me bûn.
Yanî sebeb çi bin jî ez dibêjim xwendevanên îro ji yên salên 1960-80î pir pêşdatir û bi kulturtir in, haya wan bêtir ji dinyayê heye û têkliyên nabêna wan jî li gorî salên 60 û 80î pir moderntir û rehettir e.
Xortên, xwendevanên Diyarbekrê, Batmanê, Qoserê, Nisêbînê êdî wek xortên ewrûpî rehet in û bi wê rehetiyê dijîn. Ne hemû bin jî ez dibêjim piranî wiha ye.
Ewê gelkî balkêş bûya hinekan xwendevanên kurd yên îro yên salên 1960-80î di ware siyasî, jiyana sosyal û kultura giştî da miqayese bikira.
Ez dibêjim bi giştî, xwendevanên îro ji yên dema min pir pêşdatir û bi kulturtir in, haya wan bêtir ji dinyayê heye. Çimkî dinya jî biçûk bûye, wek berê ne mezin e.
Lê bêguman îstîsanayên berê û yên nuha jî hene, ew tim hene û ewê hebin, tiştê ez dibêjim piranî ye. Di nava telebeyên berê da gelek kadirên bi kultir, zana û hêja derketin û ji bo kurd û Kurdistanê gelek tiştk kirin.
Lê lêkolînek li ser xwendevanên îro û yên salên 1960-70î bihata kirin ewê pir baş bûya, keç û xortên îro ewê bizanîbûna telebetiya dê, bav, kalik û pîrikên wan çawa bû û çawa jiyan…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar