17 september 2018

Tirkiyê merivên xwe îcar jî ji devê topê xelas kir



Wer xuya ye Erdoxan zilamên xwe yên li Idlibê ji bo demekê be jî xelas kir. Rûsan careke din îspat kirin bext û dostiya wan tuneye.

Pûtîn bi gur ra dixwe, bi şivên ra digrî.

Xwedêgiravî hevalê Esed e, lê çeteyên Tirkiyê ji êrîşê diparêze, bi Tikriyê ra ji wan ra ciyê ewle çê dike. Çete li ku bin bêyî Tirkiyê ji her kesî ra tahlûke ne. Lê bi taybetî ji bo kurdan. Erdogan ji bo kurdan ciyê wan diguheze, ji bo ku dema lazim bû wek li Efrînê kirin bajon ser kurdan.


XXX

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoxan îro li Soçîyê ewê serokê Rûsyayê Pûtîn bibîne û mesela Idlibê gotûbêj bikin.

Di nava mehekê da ev cara duyem e Erdoxan û Pûtîn tên ba hev.

Heta do jî digotin serokê Îranê Rûhanî jî ewê beşdarî civînê bibe. Lê wa ye Rûhanî tuneye. 

Çima di deqa dawî da Rûhanî çûna civînê îptal kir, li ser çi li hev nekirin em nizanin. 

Lê tiştê xuya ye li ser Idlibê û pêşeroja Sûriyê hersê dewlet wek hev nafikirin
Bi gotineke din Rûsya û Îran wek Tirkiyê nafikirin. 

Di mesela kurdan da Tirkiye û Îran wek hev difikirin, lê di mesela çetetyên îslamî û hin meselên din da Îran û Rûsya wek Tirkiyê nafikirin.

Derdê Tirkiyê tenê bi kurdan ra ye. Tirkiye dixwaze kurdan bike terorîst û kurd li Sûriyê nebin xwedî mefekî herî biçûk jî û çeteyên xwe yên îslamî ji mirinên xelas bike û di îktîdara nuh da bike xwediyê maf û giranî.

Lê Rûsya û Îran tam wiha nafikirin. Lema jî îşê Erdoxan hinekî zor e. Ereba wî ketiye heriyê/çamûrê û badanaj dike, ew bi hêza xwe nikane jê derxe. Dixwaze bi alîkariya Pûtîn xwe û çeteyên Tirkiyê xelas bike. 

Hela em binêrin di civîna îro da ew û Pûtîn ewê li ser çi li hev bikin?

XXX
Tirkiye di Şerê Cîhanê yê Yekê da bi xêra Sovyetê bû dewleteke serbixwe û Kurdistan di bin dagirkeriya xwe da hîşt.

Dû ra bi xêra Amerîkayê û Natoyê li ser niga ma û kurd bindest hîştin.

Nuha jî bi alîkariya Rûsyayê dixwaze pişta xwe rast bike û rê li ber azadiya kurdên rojavayê Kurdistanê bigre.

Pûtîn bi çi aqilî Erdogan ji erdê radike ez fêm nakim...

Mêrikan geh Rûsyayê, geh Amerîkayê û geh jî Ewrûpayê bi kar tînin û bi alîkariya wan xwe ji mirinê xelas dikin...

Tekeriyê Tirkiyê teqiya ye, Pûtîn dike jê ra bibe îstepne

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE