Min şevê çûnî(do bi şev)kitêba Kamiran Alî
Bedirxan(1895-1978) ”Kulîlkên Ezêb” xwend. Kitêb 59 rûpel û 31 şiîr in.
Şiîra(helbesta) herî dawî tenê ya bi navê ”Bi yek bin” di
sala 1941ê da hatiye nivîsîn, yên din hemû di nabêna salên 1932-1935a da hatine
nivîsin. Hemû jî di kovara Hawarê da çap bûne.
Kamiran Alî Bedirxanê gorrbihuşt ronakbîrekî zana û bi
kultur e, çend zimanan bi qasî kanibe bi wan binivîse zane.
Lê ne şair e.
Gava meriv vê kitêbê dixwîne meriv pir rehet dibîne ji bo
meriv bibe şair zanebûn, hakimiya zimên û întelleektuelî têrê nake, dibê dilê,
hestên şairiyê bi meriv ra hebe, dibê meriv xwedî xeyalên û cîhana şairekî be.
Şairî wer ne tiştekî hewante ye, jê ra dilekî delodînî lazim
e…
Bi gotineke herî kin, zanebûn, întellektueklî meriv nake
şair, dibê meriv şair hatibe dinê, dilê şairekî bi meriv hebe.
Çend roj berê min ”EZ” a Reşîdê Kurd xwend. Eşhedûbîla,
camêr ŞAIR e, taca serê min e û him jî şairekî mezin e.
Heger we nexwendiye bixwînin.
Reşîdê Kurd(1910-1968) wê demê, di salên 1950-1960î da bi
welatperwerî û canfîdayiya xwe ra komunîstekî temam e jî û meriv viya di hemû
şiîrên wî da dibîne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar