14 september 2018

Xanim çû Kurdistanê, di binê xênî da mam ez bi tenê



Min xanim du saet berê rêwî kir Diyarbekrê...
Û careke din mam di binê xênî da bi tenê...

Ewê here Qerejdaxê, du mehan li ba dê, bav û malbata xwe û hezkiriyên xwe bimîne.

Xweziya min bi dilê wê.

Dêya wê êdî pîr e û nexweş e, dixwaze demeke dirêj li ba dêya xwe bimîne, pê ra sohbet bike, serê wê bişo û xizmeta wê bike. 

Bêguman her kes ji dayika xwe hez dike, lê hezkirina wê hinekî zêde ye, ew bi ser dêya xwe da dimre, lema jî ewê du mehan li ba wê bimîne.


Min ew bi tenê şand. 

Ne bi dilê min bû û ne jî bi dilê wê bû. 

Min gelkî dixwest em bi hev ra herin. Ji xwe hesabê me jî ew bû. Lê dû ra min biryara xwe guhert.

Ya rast min cesaret nekir. Hin sondajên min û tiştên meriv ji medyayê û ji hevalên çûn û hatin dibihîze qet ne tiştên xweş in. Lema jî min got hela bira hinekî din jî bimîne. 

Ya na min pir bêrîya welêt û gera Kurdistanê kiriye. Hesreta welêt û dîtina dost û hevalan di nava min da bûye trafeke êzinga…

Gava ez û xanim bi hev ra diherin Kurdistanê û bi hev ra digerin, xweşikiya wê ya li ber dilê min nayê tarîfkirin. 

Ez xwe wek çivîkeke ji qefesê rizgar bûbe azad û dilşa his dikim, bê per û bask difirim. Dibim wek xortekî bigihîje dildara xwe. 


Ez merivekî ji gerr û syranê hez dikim. Salên dirêj yên surgûnê û dûriya ji welêt, Kurdistan li ber dilê min pir şîrîn kiriye, ez dixwazim qulik bi qulik, li her dera wê bigerim.

Gava diherim welêt Wêranşarê, Dêrikê, Qoserê, Rihayê, Diyarbekrê, Kurdistanê himêz dikim, maç dikim.
Dilê min şa dibe.

Tenê dîtina alên tirk, leşker û polîsên tirk û sembolên tirkan û partiyên wan moralê min xera dike, min pir xemgîn dike, dîtina  wan wek strîyan di çavên min ra diherin.

Ev jî nuha li Kurdistanê pir û pir zêde bûne. Berê dîtina wan wek nuha ez nerehet nedikirim. Nuha hebûna wan ya li Kurdistanê, dîtina wan min zêde diêşîne.


Dûriya ji welêt û 30 salên surgûniyê hezkirina Kurdistanê di dilê min da zêde gurr kiriye. Li xerîbiyê û bi taybet jî li surgûnê meriv bêtir dibe dildarê welatê xwe, hesret hezkirina welatê xurt dike. 

Ji nuha û heta bi du mehan ez bi tenê me.

Her çiqas du xortên me hîn li mal bin jî, lê em zêde hev nabînin û îşê xwe ji hev naynin.
 
Lema jî di hundur da ez xwe bi tenê his dikim.

Ev ne cara pêşî ye ez bi tenê dimînim. Berê jî hinê caran bi salan û hinê caran jî bi mehan tenê mame û fêrî tenêtiyê bûme.

Ez ji tenêtiyê natirsim. 

Tenêtî meriv xurt dike, meriv mecbûrî fêrbûna gelek tiştan dike. Dibê tu ji heqê xwe derkevî, bikanibî xurîniya xwe û şîv û şevîna xwe hazir bikî, bikanibî kincên xwe bişo, mala xwe paqij bikî. 

Û ya herî muhîm jî gulên xwe bêav nehêlî û wan hişk nekî. Yanî karê malê pir in.

Heta meriv ne bi tenê ye, haya meriv rindikî ji karê hundur malê çê nabe, meriv nizane çerxa hundur çawa digere. 

Lê gava meriv bi tenê dimîne, meriv nuh bi giranî û bi piraniya karê malê dihese.

Lê wek min li jor jî got, ez ne xerîbê karê malê me. Berî xanim were Swêd ez 3 salan bi tenê mam. Û ya din jî ez aşpêjekî ne xerab im, bi kêmanî ji heqê xwe derdikevim.

Ji bo texsiyek me bibe Arlandayê, balafirxaneya Stockholmê, min ji sê şofêrên kurd pirsî, min got ez naxwazim perê xwe bidim yekî xerîb, werin hûn me bibin. 

Her yekî behaneyek nîşan da, gotin weleh em nikanin werin. Cîranekî me yê qerebaxî em birin. 

Ez ditirsiyam yekî ereb ya jî tirk were, heger telefonî texsiyê bikim. Çimkî şofêrên swêdî êdî hema hema tunene, hemû xerîb in. 

Lema min dixwest yekî kurd me bibe, bi kêmanî ne ereb, tirk û faris be….

Ev cara sisiya ye ez ji şofêrên kurd dipirsim û nayên. Lê ev cara dawî bû, careke din ebeden ezê li kurdekî negerim.

De hela ka ez binêrim ev du meh ewê çawa derbas bin? Her tenêtiyek tecrûbeyek nuh e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE