Pîrê ji ber tifikê rabû çû ber tenûrê, got: ”Xwedê zane îro ez
çiqas erd geriyam.”
Yê min jî mesela pîrê ye, ez rojê saetekê, saet û nîvekê dimeşim, têm li vir pesnê xwe didim, dibêjim ez îro pir geriyam, min îro dinyak erd da bin nigê xwe.
Piştî saetek meş xwîdan di ser serê min ra davêje, ez ji hal da dikevim, bi zor xwe digihînim hêlîna xwe.
Ez dibînim xelk û alem saetekê baz didin û dîsa jî ne xema wan e.
Lê nuha bi rastî min bi zor xwe gîhand mal, sermak ecêb li derve heye, tu dibêjî belkî zivistan e rastîn e û ez jî bi tedbîr neçûbûm.
Dibê min ya montekî qalind li xwe kira ya jî qazaxekî qalind di binî da li xwe kiriba û lepik jî kiriba destê xwe. Destên min ji serma pûç bûn.
Belkî jî destên kalan zûtir dicemidin…
Dema ez gihîştim mal, ez bûbûm wek beytika qefilî. Di cî da min berê xwe da mitpaxê û qehwa kurdî da ser.
Ne germî û enerjiya qehwê bûya min nikanîbû van rêzan binivîsim.
Di tiştên wiha da swêdî pir profs in, zanin di kîjan hewê da ewê çi li xwe kin. Çimkî zanin li derve berf e, baran e, hewa çawa ye. Li gorî wê xwe dijdînin.
Gotineke swêdiyan ya xweş heye, dibêjin ”hewa xerab tuneye, tenê kincên xerab hene.”
Ji ber ku mêrikan li welatekî sar dijîn, lema jî tim bi tedbîr in, tu carî ji hewayê gazanin nakin, gazina wan ji bêtedbîrêyê ye.
38 sal in li vir im lê min dîsa jî ji vê şîreta wan têra xwe ders negirtiye. Ez hema xwe lê diqelibînim û dû ra jî poşman dibim, dibêjim xwezî min wiha bikira û wiha bikira.
Kurmê şîrî heta pîrî…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar