26 september 2018

Pisik ne li mal e mişk qorqor beg Evdirehman e.



Wek dibêjin pisik ne li mal e, mişk qorqor beg Evdirehman e.

Swêdî jî dibêjin gava pisik ne li mal e, mişk li ser masê dans dikin

Yê min jî nuha ew mesele ye, xanim ne li mal e, ez serbet im, kînga dilê min dixwaze diherim digerim, dost û hevalan dibînim.


Do êvarî jî bi Abid Gurses û hemşeriyê xwe Yaşar ra bûm. Li taxa hemşeriyê min Yaşar, aşxaneya kurdekî me yê Culemêrgî heye. Berê jî carê min lê pîzza xwaribû û gelkî kêfa min ji pîzza wî ra hatibû.

Do êvarî jî ji min ra dîsa bi penêrê mozzarella pîzzake kurdî ya pir taybet çê kir, wek berferatî dibêjin min telî xwe pê ra xwar…

Helbet bê şerab nabe, bi Xwedê min û hemşeriyê xwe Yaşar, me eynî kûpek şerab vexwar. 

Ez hîn jî nehatime ser hişê xwe, hîn jî vir da, wê da li ba dibim.

Gava mekan yê kurda be û ew jî nas be, meriv xwe wek li mala xwe rehet his dike. 

Do wek ez li ma xwe bim, me sohbetek xweş kir…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE