23 september 2018

Min îro dîsa qismekî mehsûlê xwe top kir



Îsal pê da ye em mehsûlê xwe yê ji bexçê xwe radikin û radikin, lê dawî nayê. 

Qey  bereketa Xwedê tê da ye, em dixwin, di ser serê xwe ra davêjin û didin cîranan...

Yanî darekê tenê îsal hewqas hukim kir.

Heger min bifrota ewê heqê hefteyek tahtîla min û xanimê jê derketa...


Îro dîsa min û lawikê xwe Rojen, me leganek sêv û leganek jî tirî ji darên xwe top kirin, me hinek sêv ji xwe ra rakirin û yên din jî me ava wan derxist.

Ez her roj sêvan didim cîrana naqedin.

Min rismê sêva girt, lê min ji bîr kir rismê tirî bigrim. Mêwa me ya tirî îsal barek tirî girtiye. Tiriyê wê reş û hebhûrik e, ji  bo xwarinê nabe, lê ava wê sedîsed ekolojîk e, eynî derman e, meriv ji vexwarinê têr nabe. 

Min û Rojen gimgimek ava sêva û yek jî ava tirî derxist. Bi xêr sibe ezê xurîniya xwe pê bikim.


Dema min ev nivîs dinivîsand, li derî xistin. Kurdekî başûrê Kurdistanê û suryaniyekî ew jî ji başûrê Kurdistanê bûn. Ew jî hatibûn para xwe. 

Min ji her yekî ra kîsek tije kir.

Xaniman yê suryanî û xanima min heval in. Carnan diherin û tên. Xanimê temî lê kiriye, gotiye ji çend rojan care tim werin ji xwe ra bibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE