Do êvarî ez li şahiya 60 saliya Abid Dundar bûm. Xanima wî
bêyî haya wî jê ra şahiyek çêkir.
Şahiyeke xweş bû, gelek dost û heval hatibûn.
Ji ber ku xanima min li welêt e vê carê ez bi tenê me, ji bo ku hinek nebêjin ka Hêvî, ez vê agahiyê didim û pêxîla xwe ji rexneyên kesên li min û maneya digerin xelas dikim.
Li Swêd êdî em kurd jî modern bûne û sal mal û rojbûnên xwe pîroz dikin.
Min bi xwe heta nuha tu rojbûn û tu sal malên xwe pîroz nekiriye.
Lê ev nayê wê manê min pîroz nekiriye bira xelk jî pîroz neke. Na, ez merivekî ne li dijî guherînê û pêşketinê me.
Erê em ne zarok in, lê minasebetên wiha xweş in, meriv dilşa dike.
Heqê kal û pîra jî heye kêf bikin…
Abid jî bi pîrozkirina 60 saliya xwe kêfxweş bû.
Slayta jiyana wî ya ji zaroktiyê heta îro û tiştê wî û xanima xwe ji hev ra gotin tiştê herî xweş bû.
Di 26 salên zewaca xwe da belkî tu carî dilên xwe hewqasî ji hev ra venekiribûn.
Spas ji bo her tiştî.
Ji Abid Dundar, lawikê diyarbekrî ra jiyanek dirêj û bextewar dixwzim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar