12 september 2011

Bîlançoya darbeya 12-ê Îlona 1980-î

Îro 31-emîn salvegera darbeya 12-ê îlona 1980-î ye.
Di 12-ê îlona 1980-î da li Tirkiyê artêşê di bin serokatiya Kenan Evren da dest danî ser hukum.
Tiştê wan rojan cûnta leşkerî anî serê kurdan, îro Erdogan û hukûmeta AKP-ê hema hema eynî zulmê berdewam dikin.
Ferqa wan, yên berê esker bûn û yên nuha sivîl in...




Bîlançoya darbeya leşkerî ya 12-ê Îlona 1980-î:


-Meclîs hat girtin.


-Qanûna Esasî hat rakirin.


.Hemû partiyên siyasî û sendîkeya karkiran DÎSK hatin girtin û dest danîn ser mal û milkên wan.


-Zimanê kurdî bi qanûnê hat qedexekirin.


-650 hezar kes hatin girtin.


-1 milyon û 683 hezar kes hatin fîşkirin.


-Di 210 hezar dozan da(daweyan da)230 hezar kes mahkime bûn.


-Ji 7 hezar kesî ra cezayê îdamê hat xwestin.


-Cezayê îdamê dan 517 kesan.


-Ji kesên cezayê îdamê girtibûn 50 kes hatin îdamkirin.


-Dosya 259 kesên ku îdama wan dihat xwestin şandin meclîsê.


-71 hezar kes ji maddeyên 141, 142 û 163-an hatin mahkimekirin. Ev madde li hembeî kurdan û hêzên çep bûn. Di dema Ozal da hatin rakirin û ji bo kurdan hin madeyên din xistin dewsa wan.


-98 hezar û 404 kes ji endametiya rêxistineke îllegal hatin dadgehkirin.


-Li 388 hezar kesî girtina pasaportê hate qedex kirin.


-30 hezar însan bi îthama ku merivekî tahlûkeye ji kar hatin avêtin.


-14 hezar însan ji hemwelatiyê(watandaşliktan)hatin derxistin. Ku ez jî yek ji wan bûm, lê dû ra paşda dan min.


- 30 hezar însan ji ber sebebên siyasî derketin derve û bûn penaber/multecî. Ku ez jî yek ji wan kesa me, ancax piştî 30 sal surgûnî vegeriyam welatê xwe.


-300 însan bi şiklekî nediyar hatin kuştin û qatilên wan nehatin girtin.


-171 kes di îşkenceyê da hatin kuştin.


-937 fîlm hatin qedexekirin.


-23 hezar û 677 komele hatin girtin.


-3 hezar û 854 mamoste, 120 bepirsiyar û mamosteyên zanîngehan û 47 hakim ji karên wan hatin dûrxistin.


-Ji bo 400 rojnamevanî li ser hev 4 hezar sal ceza hate xwestin.


-3 hezar û 315 sal cezayê hefsê ji rojnamevanan  ra hat dayin.


-31 rojnamevan ketin hefsê.


-3 rojnamevan hatin kuştin.


-Di hefsan da 299 kesî jiyana xwe wenda kir.


-144 kes jî di hefsan da mirin û sebebê mirina wan diyar nebû.


-14 kes di grevên birçîbûnê da mirin.


-16 kes di dema revê da hatin kuştin.


-95 kes di şer da hatin kuştin.


-Ji bo 73 kesan  rapora ”mirina normal” hat dayin.


-Ji bo 43 kesan rapora întîxarê hat dayin.


Ev bîlanço ya tevayiya Tirkiyê û Kurdistanê ye. Lê ez bawer nakim ku ev bîlanço tekûz be, ez dibêjim gelkî zêdetir e.


Ez nizanim, gelo kurdan jî bîlançoya xwe ya 12-ê îlonê derxsitine ya na? Em dizanin ku zirara herî mezin kurdan ji darbeya 12ê îlonê dîtin. Lê dibê em bizanibin me çiqas zirar dîtiye, dibê hinek vê bîlançoyê derxin.


Ev, ji bo dîrokê gelkî girîng e, dibê zarokên me bizanibin darbeya 12-ê îlonê çi aniye serê me…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE