Nuhurandina dirêj
Şevekê diya Azadê biçûk ne li mal bû, ji bo wî di xew ra ke pîrika(dapîra) wî
li ber bû. Wexta xewa wî hat, pîrika wî bi henûnî ew kir himêza xwe û bir xist
nava nivînan. Xwe da ber serî û hêdê hêdî tepand û jê ra dest bi nuhurandinê
kir û nuhurand. Yek qedand, yeka din bi ser xist û dirêj kir. Lêwik bala xwe
dayê pîrê naqedîne, serê xwe ra kir û got:
-Pîrê, bes e binuhurîne, bihêle ez ji xwe rakevim…
Geveze
Keçika biçûk yeka hinekî çenebaz û geveze bû, di sinifê da pir dipeyivî, hemû
sinif ji destê wê ketibû êlemanê. Mamoste dît nabe, rabû ji bavê wê ra nameyek
şand, got keça we pir dipeyive, sinifê pir nerehet dike, nahêle em dersê çêkin.
Dibê hûn şîretekê lê bikin.
Bavê keçikê jî bi nameyekê bersîv da mamoste:
-Li diya xwe çûye, diya wê rojekê xwendevana we be, hûnê şukiriya xwe bi wê
bînin.
Destûr
Erebe li pey hev li ber lampa sor ya tirafîqê sekinîbûn. Lawikê biçûk nêzî
texsiyekê bû û ji şufêr ra got:
-Apo ez cama ereba te paqij bikim?
Şufêr got:
Na, cama ereba min paqij e, hewceyî paqijiyê nake.
Lêwik got:
-Ê wê demê ka berçavaka xwe bide min, ez cama wê paqij bikim…