31 december 2017

De bi xatirê te 2017 û merheba ji te ra 2018

Lawikê me yê me zin Azad wek her sal ji Lundê hatiye serê salê me me ra pîroz bike. Îşev mala me şên e, kêfa diya dêya wî li cî ye.
Lê yê zend û bendeên xwe vemaltin û ket mitpaxêû hêta berx ya di firnê da, gretena patatan, cacix, zelete û gelek tiştên din çê kirin ez bûm.
Xanimê herewere hinek pel çêkir.
Ji xwe tim wiha dibe, her serê salê, her eydiyê yê di mitbaxê da xwîdanê dirjîne ez im...
Meriv tiştekî nizninbe serê meriv rehet e. Dibêjin weleh tu hoste yî lema jî tu xwarinê çêke.
Û ez dikevim ber çêirina xwarinê û xanim jî bi zarokên xwe ra rûdine û dike leqeleq...
Bawer bikin îro jî eynî tişt bû, ez xebitîm, wan xwar...
Lawikê me Rojen çend rismên me jî girtin. Min got hûn jî bibînin…

XXX

Sala 2017a bi xeber û dîyariyeke pir xweş, diyariyeke ez qet ne li bende bûm qediya.
Salihê Kevirbirî îro tê Swêd û ji min ra romana Bextiyar Elî Hinara Dawî ya Dinyayê bi xwe ra tîne.
Xwedê kêmasiya xortan, dost û hevalên bîrewer û qedirzan nede. Xortên kurdan qedirê rîsipiyên xwe zanin.
Ev mezîyeteke pir baş e, dom bikin.
Ez li bende çend diyariyên din im…
Gelî xortan hûn jî wek Salih bikin...!
Heger sal bi vî hawî biqede maneya xwe ji min ra êdî dike li hev were, salê tê ewê bibe saleka tije surprîzên din jî.
Spas Salihê hêja…

Panaroma min a sala 2017a

Wa ye saleka din jî ji emrê me çû û em hinekî din jî nêzî roja dawî bûn.
Sala 2017a ji bo me kurdan bû salek pir bi êş û malwêranî.
Di sala 2016a da ji bo sala 20170 em pir hêvî bûn, me digot sala 2017a ewê bibe sala serxwebûnê.
Lê belovacî wê, 2017 bû sala têkçûnê, sala îxanetê, sala xayinan Kurdistan belaş firotin ereban.
Li Swêd adet e, telewîzyon û rojname bi navê ” årskrönika” panaromeya salê çê dikin.

30 december 2017

Hin kûçikên har benên xwe qetandine

Hukûmet bi zulma polîs û leşker li kurdan dikin nayê serî, di ber ra hin sûtal, pêxwas û çaqokêşên xwe yên ziqaqan jî bera kurdan dide.
Cem Kuçuk, kûçikê hukûmetê yê medyayê ye û kûçikekî pir har e.
Meriv kane bibêje gurxenêqekî dewletê ye û heta hûn bixwazin neyarê miletê kurd e.
Cem Kuçuk, li ser kincên yekreng ji Demirtaş ra gotiye, ”tu yê kincên yekreng wek kera li xwe kî. Tu mêr î li xwe meke. Qerdiyanên me, sawcîyên me, polîsên me ewê li wî kin…”
Di van demên dawî da hukûmetê gelek kûçikên xwe bera kurdan dane, ji vana yek jî Cem Kuçuk e.
Ji bo xwediyê Cem Kuçuk xurt e, dewlet li pişt wî ye û Demirtaş jî bêkes û bêpişt e, Kuçuk zêde diewt e, ew jî zane Demirtaş nuha destvala ye, nikane kevirekî bavê jê da û li ser teriya wî wî bixîne.
Cem Kuçuk namerdekî pir bêesil e, heqareta li girtiyekî di zindanê da wek mêraniyekê dibîne.
Kesê xwedî exlaq û esalet, kesê bi şeref di bin şemsiya dewletê da li êsîrekî di destê dewletê da heqaretê û van gotinên bêedeb nake…
Ev roj jî ewê derbas bin.
Ancax merivê bêesil, merivê namerd ji kesê di ciyê teng da ye xeberan bide û heqaretan lê bike.
Tiştê Cem Kuçuk di telewîzyonan da bi paşmêriya dewletê dike ne camêrî ye û ne jî mêranî ye, kûçiktî û namerdî ye.
Ev dewran ewê ji Cem Kuçuk û xwediyên wî ra jî nemîne. Rojekê dor ewê were me jî… 

Hêviya ji Abdullah Gul û ji îslamîyan bawerkirina keftar ji gur baştir e...

Di nabêna Abdullah Gul û Erogan da tu ferq û cudahî tuneye, yek ji yekî xerabtir e, her yek sûretê aliyekî madelyoyê ye.
Heger Erdogan gur be, A. Gul keftar e, erê gur heywanekî pir har e, lê keftar jê ne kêmtir e, heta jê hartir e...
Guh nedin hin gotinên tên mezinkirin.
Gul û Erdogan xwedî eynî îdeolojiyê û siyasetê ne. Erdogan heta nuha çi kiriye Gul hemû tesdîq û îmze kiriye.
Ji me kurdan ra ji Gul û ji cepha Gul tu xêr tuneye.
Heta ji tirkan ra jî tu xêr tuneye.
Gulê wek katibê ber destê Erdogan bû nuha rola polîsê baş dilîze.
Erdogan çi be, Gul jî ew e û heta jê xerabtir e.
Îslamîyê baş tuneye.
Nermê wan, sertê wan, çi navî li xwe kin jî hemû mişkên eynî kunê ne, hemû jî dixwazin civatê, însaniyetê 1400 sal paş da bibin.
Hemû jî dixwazin şerîetê bi cî bikin, demokrasiyê, azadiyê rakin û rejîmeke îslamî ya totalîter û li gorî Quranê tê îdarekirin bi însanan bidin qebûlkrin.
Navê wan çi be jî hedefa hemûyan ev e.
Gulê devşil hinekî nerm xuya bike jî dîwarekî tepika ye, ne ew mêrê meriv pişta xwe bispêrê û ne ew mêrê bibe raqibê Erdogan ...
Hêviya ji Gul û ji îslamîyan, baweriya keftar ji gur baştir e...

XXX
Êdî kerr û kor jî zanin Îran li herêmê çavkaniya nerindî û xerabîyê ye, piştevan û fînansorê terorê ye. Heta meleyên faşîst li ser hukim bin li herêmê rehetî ne mimkûn e.
Helbet hinekên din jî hene, lê Îran merkezeke terorê ya pir xeter e, dibê ev rejîma îslamî ya qatil birûxe. Bi protestoyan, bi rexnekirinê, bi ambargoyê ev rejîma xwînxwar têk naçe, gerek wek Seddam hinek lêxe..

Metîn Eser Apê Zinar li ser bextê ajansên bi kurdî weşanê dikin, dibêjin “melleyên faşîst” jî li hember berpirsiyarên hikûmetê serî rakirine. Ecêba nedîtî..

Zinarê Xamo Metînê delal, kî serî rake baş e, lê weleh ez bar nakim bi vî hawî kanibin zora van faşîst û qatilan bibin. Tiştê anîn serê Seddam dibê bînin serê wan jî. Lê belhazir li piyasê talibê vî îşî tuneye...



Sirgûn kerasekî ji êgir e

Min ev şiîra Bertolt Brecht ya li ser mişextiyê(sirgûnê) ji tirkî wergerand kurdî.
Meriv ji zimanê orjînal weregerîne helbet baştir e. Lê carnan wergera ji zimanê duduyan jî kane bi qasî wergera ji zimanê orjînal baş be. Ev yek girêdayî wergera pêşî ye.
Min ji şiîrê hez kir û lema jî wergerand kurmancî. Hêvî dikim baş be û hûn xwendevanên hindik-rindik jî jê hez bikn.
Sirgûn/mişextî kerasekî ji êrgir e, tu beden nikane wê ragire...

Li ser mişextîyê*
Ewê bi kêrî çi were mîxkutana di dîwêr de
kincên xwe bavêje ji ser kursiyê da bira here
çawa be tu yê vegere
Ma ji bo hefteyekê hêja ye?
tu wê fîdanê/şitlê av nedî jî dibe
tu darê neçînî jî dibe
bejna wê hîn negihîştiye çonga te
ma tu yê venegerî di nava kêfxweşiyê de?
Qet bi kêrî tiştekî nayê bi wî zimanê biyanî kitêb
tenê dibe sebebê tu nasmaneya xwe bidî der
nameya ban te dike
ma ewê ne bi zimanê dêya te be?
wek avahiyeke kilsa wê jê bikeve
(bihêle bira bikeve, rê li ber negre)
li hebmberî edaletê ewê jî rojekê bihedime
evê tu li ser sînor dibînî
ev dîwarê zulmê jî
li wî mîxê te bi destê xwe kuta binêre
bibêje tu yê kînga vegerî welatê xwe yê dûr?
ma tu yê nexwazî bizanibî ew mîxa çi difikire?
Te ked da bi rengekî bênabên
ji bo rizgariyê
tu ketiye oda xwe û wer dinivîsînî
çi ye berhema keda te, tu dixwazî bizanî?
bala xwe bide dara şembelotê** li hewşê bejin daye
li wê dara şembelotê ya te bi destê xwe av dida

BERTOLT BRECHT
Wergera ji almanî: Attila Tokatli
weregera ji tirkî: Zinarê Xamo.
2017-12-30
*Mişextî: sirgûn, nefî
**Dara şembelotê: Dara kestenê



Dilê min bûye hêlîna derd û kulan

Îşev dilê min bûye çiyayekî volkanîk, dûman jê hil tê, li ber teqînêye. Ji êvar da ye didim ber hev, didim ser hev, dixwazim bi çend gotinan kela dilê xwe vala bikim.
Lê naxwazim bi gotinên xwe êşa dilê bindestan û birîndaran girantir bikim.
Tu dibêjî belkî Xwedê dojeha xwe ji bo kurdan daxistiye ruyê erdê. Ji nava umeta xwe jiyan li me kurdan tenê heram kiriye, kiriye zindan.
Mêrik dixwaze kurd ne piştî mirinê, nuha, bi saxî, ne li wê dinyayê, li vê dinyayê di cahnimê da bijîn...
Ez bi tiştê wiha bawer nakim lê belê ji dêlî kesên bawer dikin dibêjim. Wek teşbîh dibêjim. Bi rastî jî jiyan li me bûye zindan.
Welatê me li me kirine dojeha/cehnima li ruyê erdê...

XXX
Êdî kerr û kor jî zanin Îran li herêmê çavkaniya nerindî û xerabîyê ye, piştevan û fînansorê terorê ye. Heta meleyên faşîst li ser hukim bin li herêmê rehetî ne mimkûn e.
Helbet hinekên din jî hene, lê Îran merkezeke terorê ya pir xeter e, dibê ev rejîma îslamî ya qatil birûxe. Bi protestoyan, bi rexnekirinê, bi ambargoyê ev rejîma xwînxwar têk naçe, gerek wek Seddam hinek lêxe..

Metîn Eser Apê Zinar li ser bextê ajansên bi kurdî weşanê dikin, dibêjin “melleyên faşîst” jî li hember berpirsiyarên hikûmetê serî rakirine. Ecêba nedîtî...

Zinarê Xamo Metînê delal, kî serî rake baş e, lê weleh ez bar nakim bi vî hawî kanibin zora van faşîst û qatilan bibin. Tiştê anîn serê Seddam dibê bînin serê wan jî. Lê belhazir li piyasê talibê vî îşî tuneye...




29 december 2017

Dibê meriv serpêhatiyên xwe ji destê mirinê xelas bike…

Andrê Gîde gotiye ”bi nivîsîna bîranînan(serpêhatiyan, xatiratiratan)meriv tiştekî ji destê mirinê xelas dike.”
Lê çi heyf her kes bîranînên (xatiratên) xwe nanivîsîne.
Hinek nikanin bibnivîsînin.
Hinek kanin lê tembel in, di xwe ra nabînin.
Û hinek jî tiştekî hêjayî nivîsînê nabînin.
Lema jî gelek kes bi vî sebebî ya jî bi wî sebebî bîranînên xwe, serboriyên xwe bi xwe ra dibin gorrê.
Bîranîn ne şert e kitêb e, kane wek nivîs jî were nivîsîn. Ew jî baş û muhîm e.
Bêguman jiyana her kesî bi qasî hev ne dewlemend e ya hinekan wek Okyanûsan bi pêl e, pir zengîn e û ya hinekan jî feqîr û wek ava golek biçûk sakîn e.
Li gel vê jî her siyasetmedarê, her ronakbîrê, her kesê destê wî qelemê digre tiştekî binivîse û ji destê mirinê xelas bike heye.
Li ba kurdan nivîsîna bîranînan(xatiratan) zêde ne adet e, serok, rêber û mezinên kurdan, siyasetmedar û ronakbîrên kurdan, kesên di tarîxa kurdan da rolek lîstine, şopek li pey xwe hîştine bîranînên xwe nenivîsîne.
Yên nivîsîne pir hindik in.
Sebebê vê civata me ya paşdamayî ye. Civata me wek civatên pêşketî li hemberî bîranînan ne xweş bîn e, bîranînan wek beşekî edebî û tarîxê nabîne.
Lema jî gelek kes bikanibin jî newêrin ya jî naxwazin bîrananînên xwe binivîsin û bibin sebebê hin minaqaeşeyên ne xweş.
Hêvî dikim ji nuha û pê da şahid û qehremanên tarîxa me ya nêz yên hîn dijîn bîranînn xwe bi xwe ra nebin gorran û ji serpêhatî û tecrûbeyên xwe nifşên nuh bêpar nehêlin.
Hin tişt hene dibê werin nivîsin û ji destê mirinê werin xealskirin û bibin malê tarîxa me.

Heger azadî li derve be sirgûn ba we ye.”
///Shaksspeare
Bi rastî jî rast e, welatê me, cî û warê me li me bûye ciyê sirgûn û nefiyê. Ev jî trajediya me kurdan ya sedsala ye. Em li derve azad û li welatê xwe êsîr û bindest in.

XXX


Kurd dibêjin heta neyê serê wî, nayê bîra wî.
Yê me kurdan gelek caran hatiye serê me lê dîsa jî nayê bîra me.
Em miletekî hinekî bêhiş in, serpêhatiyên xwe zû ji bîr dikin. Lema eynî şaşî li ba me tim dubare dibin.

28 december 2017

Herî pir ez ji terzîyê xwe hez dikim

Ji fîlozof pirsîne, gotine:
”Ezbenî li dinyayê herî bêtir tu ji kê hez dikî?
Fîlozof gotiye, “ez ji terziyê xwe pir hez dikim.”
Xwediyên pirsê matmayî mane, gotine:
“Ezbenî çima terzî, sebebê vê çi ye?”
Fîlozof gotiye:
”Erê, herî pir ez ji terziyê xwe hez dikim. Çimkî her cara taximekî ji min ra didirû ji nuh ve dipîve. Lê yên din ne wek wî ne. Di heqê min da carê çi biryar dabin, heta mirinê li ser wê biryara xwe dimînin, tim bi wî çavî li min dinêrin.”
Belê merivên fikirsabit pir in. Lema jî kurdan gotiye kurmê şîrî heta pîrî...

XXX
Mamosta matamatîkê di dersê da ji xwendevanan dipirse:
-Pênc beytik li binê darekê veniştine. Min kevir avêt, li du heban xist. Çend beytik dimînin?
Xwendevanek destê xwe bilind dike, dibêje:
-Beytikek jî namîne. Çimkî yên din jî ewê ji tirsa bifirin.
Mamoste bi rûgeşî dibêje:
-Na. Bersîva rast ewê sisê bûya, lê belê min ji perspekîva dîtina te hez kir…

XXX


Her kes nikane ji kurdî hez bike
Ji hezkirina kurdî ra cesaret lazim e,
dibê meriv biwêribe ji vî zimanê bi bela,
ji vî zimanê kela derd û kula
hez bike.
Ji bo hezkirinê jê ra astengan dernexe,
jê ra qal û qîlan nebîne,
biwêribe jê hez bike,
biwêribe rişma serê dilê we sist bike,
biwêribe wî himêz bike,
biwêribe bi wî nameyên evînê binivîse
bi wî bibe Mem,
bi wî bibe Zîn,
bi wî ji kurdan ra bibe hawar û qîrîn
bi wî derd û kulên dilê kurdan birêse
bi wî bistirê
bi wî binivîse
ya muhîm dibê dil wêrek be
azad û ne tirsonek be.

Erdogan ”Internet jahr e û ev jahr ketiye her malê” !

Li gorî serokê Tirkiyê Erdogan, dibê ev jahra înternetê ji malên tirkan derkeve, ji bo ku tirk bi înternetê zêde jahrdadayî nebin.
Erdogan îro di axaftineke xwe da înternet wek ”jhareke pir tahlûke” bi nav kir û wiha got:
”Berê kafeyên înternetê hebûn. Lê înternet êdê ket malan, di malan da bi cî bû. Yanî jahr ketiye malê. Dibê mamoste li hemberî vê jahrê dê û bavan şiyar bikin. Gerek em ji vê jahrê xelas bibin. Ev muptelatiya narkotîkeke pir tahlûke ye. Dibê em xortên xwe ji tiryakîtîya vê jahrê xelas bikin. Dibê teknolojî xortên me neke tiryakîyên înternetê, nuha tahlûkeya herî mezin ev e.
Di vî warî da dibê em gavên pir cidî bavêjin. Heger hestên me bûye êsîrê telefona di destê me da, ev ji bo me pir xeter e. Dibê em li hemberî vê tedbîrekê bigrin, lazim e em li hemberî vê(li hemberî înternetê)nifşên nuh bigihînin.”


Pir rehet e, hûn jî kanin wek Koreya Bakur înternetê yasax bikin, medyaya sosyal yasax bikin.
Esas heta dereceyekê we yasax kiriye jî, çimkî hemû telefon, medîa sosyal û her babetê komînîkasyonê di bin kontrolê da ye, ji bo twîttekê, ya jî parvekirineke facê rojê çend kes tên girtin.
Di sedsala 21ê înternetê wek jahrê, ji bo civata xwe wek tahlûkeyeke mezin dibîne. Û ev kes serokekî mutleq yê welatekî ye.
Ji bo welatekî, ji bo zarokên welatekî bêtalihîya herî mezin merivekî wiha bibe serokê wan. Merivekî normal û ne fanatîk înternetê, vê teknîk û teknolojiya dinya xistiye nava aletekî biçûk û daye destê me, xistiye hundur mala me wek jahrê nabîne. Ji bo meriv înternetê wek jahrê, ji zarokên welatekî ra wek tahlûkeyeke mezin bibîne, dibê meriv xwedîyê îdeolojiya Daîşê be...

Li vî welatî, li serê van çiya, do şaqî bûm îro eşqiya

Roboskê/Robozkê di dilê her kurdî da birîneke kûr e. Birîna di dilê miletekî bindest û Kurdistana perçebûyî da ye.
6 sal di ser Qetlîama Roboskê ra derbas bû, lê hîn jî berpirsiyar û qatilên vê qetlîamê nehatin girtin. Û tu carî jî ewê kes neyê girtin.

Meriv bi sebir be keda meriv nabe keda bersîs û bi avê da naçe

Xortekî qedirzan, blogerekî wefadar ê bi navê Rênas Xendekî bi minasebeta 10 saliya bloga min "Hindik-Rindik" nivîseke ez pir hestiyar û dilşa kirim nivîsîye. Ez ji dil spasî vî xortê kurdperwer dikim.
Min bi van çend gotinên jê r spasî wî kir:

27 december 2017

Ereb kurdan ji gundên wan derdixin hukûmeta Kurdistanê li dagirkeran temaşe dike

Ereb bi darê zorê dest didin ser mal û gundên kurdan, hukûmeta Kurdistanê jî li vê dagirkeriya ereban temaşe dike
Li gorî Rûdawê nivîsîye li parêzgeha Kerkûkê ereb bi darê zorê kurdan ji gundên wan, malên wan derdixin û dest didin ser mal û gundên wan.
Li parêzgeha Kerkûkê  li bajarê Sergeranê ereb çûne girtine ser gundê Pelkanê û ji gundiyên kurd ra gotine dibê di nava 72 saetan da hûn gund biterikînin.
Rêvebirê Sergeranê Lokman Hisên ji Rûdawê ra gotiye,


“Ereb hatine nav gund û gef li gundiyên kurd xwarine û xwestine di nava 72 saean da dibê ew malên xwe bar bikin û gund teslîmî wan bikin.
“Ereban çend xanî û malên kurdan dagîr kirine û dane ereban..”
Wek xuya ye, ereb bi darê zorê kurdan ji gundên wan, ji malên wan derdixin û kurd jî, hukûmeta Kurdistanê jî ji dêlî herin hawara kurdan, di medîa xwe da tenê qala zulm û îşxala ereban dikn.
Kuro hûn çi sekinîne, pêşmerege ji bo çi heye, herin gazî û hawarê gelê xwe, herin xwe bi qurbana ereban kin, serê wan diya wan kin.
Ne li vî gundî tenê, li parêzgeha Kerkûkê, li Xurmatû, Xaneqînê û hemû herêmên di 16ê cotmehê da hatin dagirkirin bi sedhezaran kurd hatine koçberkirin û ereb di dewsa wan da hatine bi cî kirin.
Û kurd jî tenê qala vê ”neheqiya” ereban dikin, wek zarokan digrîn û dikin nûzenûz, dibêjin ereb neheqiyê li me dikin.
Kuro şerm e, dev ji girî û gazinan berdin,  welatê xwe û gelê xwe biparêzin, wek mêran şerê xwe bikin.
Ma sîlehên we, pêşmergeyên we ji bo çi ye?
Heger hûn îro wan sîlehan bi karneynin hûnê kînga bi kar bînin?
Dijmin gav bi gav welatê we ji we digre, gundan ji kurdan paqij dikin, dest didin ser malên kudan û ji çolên Îraqê ereban dibin li wan deran bi cî dikin. Û hûn jî tenê xeberên vê zulma ereban belav dikin û pê moralê kurdan xera dikin.
Meriv hewqasî jî xwe pîs nake, hewqasî jî serê xwe ji ereban ra natewîne. Hûn li bende çi ne? Çend sed pêşmerge bişînin bira herin gelê we biparêzin.

Ne erd min nas dike ne ezman

“Ne Şev Têra Xewnên Min Dike
Ne Roj Têra Xemên Min.”
Ne erd min nas dike
ne jî ezman...

Xwediyê van gotinên trajediya kurdan radixe ber çavan, şairê dilzîz û welatparêz Mueyed Teyib bi kitêbeke nuh silav da xwendevanên xwe.


Berhemeke Mueyed Teyib ya nuh ji alî waşanxaneya Avestayê ve hat weşandin.
Navê kitêbê “Ne Şev Têra Xewnên Min Dike,
Ne Roj Têra Xemên Min"
Mueyed Teyib şairekî mezin û pir hêja ye. Ez ji Şi’rên wî gelkî hez dikim.
Metafor û taswîr û rismên di Şi’rên Mueyid Teyib da pir bi tesîr in, dilê her kurdî radikin pêdarê.
Gava meriv ş´îrên Mueyid Teyib dixwîne meriv xwe nas dike, bêtir dibe kurd û bi bindestî û perîşaniya xwe dihese, ferq dike bindestî, bêwelatî çiqasî pîs e.
Bi derketina vê berhema wî ya nuh ez pir kêfxweş bûm.
Di sala 2014a da jî berhemeke Mueyed Teyib ya bi navê “Ne ba min siwar dike, ne ax min peya dike” di nava weşanên Avestayê da derketibû.
Gelek spas ji bo Avestayê jî ev berhema hêja weşandiye.

“Ez çi me?
Ne ez im
Ne ew im
Ne tu
Efsaneyeka seyr û
Bûnewerekê nîvero
Herdem mirîdê celladê xwe me û
Têhniyê xwîna xo
Ne erd min nas dike
Ne esman
Ne mirinê ez divêm
Ne min jiyan”
Ne Şev Têra Xewnên Min Dike
Ne Roj Têra Xemên Min

XXX
Buharvano
Buharvano.. çi buhar e
Ger buhar bît.. çi hewar e?
Çi şînî û çi zêmar e?
Binefş û nêrgiz çirmisîn..
Ka buharvan lê nepirsîn?
Perî û zerî j’ warî dizîn
Ka buharvan lê nepirsîn
Gerdenêt law,
di xilfa sêdarê da rizîn..
ka buharvan lê nepirsîn?
Buharvano
Buhar nîne.
Me ya dîtî buhar şîn e..
Ne ya sor e tijî xwîn e!


///Mueyed Teyib

Çima blogerên mêr ji yên jin pirtir in?

Em hemû zanin blogerên bi kurdî dinivîsin ji blogerên kurd ên bi tirkî dinivîsin pir hindiktir in.
Lê bi qasî ez dibînim di nava blogerên bi kurdî dinivîsînin da blogerên jin(pîrek)pir hindik in.
Di vî warî da di destê min da tu jimar û îstatîstîkek tuneye, ez tenê li gorî çavdêrî û blogên ez rastî wan hatime dibêjim.
Ev demeke ez vê bêbalansiya di nava blogerên mêr û jinan(peya û pîrekan) da meraq dikim.
Çima blogerên jin yên bi kurdî dinivîsin ji blogerên mêr pir kêmtir in?
Bi kurdî qesta min tenê kurmancî ye.
Gelo di nava blogerên kurd ên bi tirkî dinivîsin da jî rewş wiha ye?
Yanî di nava blogerên tirkî da jî mêr ji jnan zêdetir in?
Heger wiha be çima wiha ye?
Çima jin jî bi qasî mêran nanivîsin, nabin bloger?
Bi qasî ez dibînim nivîsakar, şair, çîroknivîs û romannivîsên mêr jî ji jinan zêdetir in.
Heger ev texmîna min rast e, çima wiha ye?
Nufûsa jinan ji ya mêran hinekî zêdetir e. Lê nivîskar, şair, edîb û blogerên jin ji mêran kêmtir in.
Gelo sebeb çi ye?
Gelo jinên xwenda yanî jinên diçin dibistanê ji mêran hindiktir in lema?
Ya jî sebebekî din yê vê bêbalansiyê heye?
Kesên di vî warî da xwedî fikir û dîtin in fikirên xwe bibêjin ezê pir kêfxweş bibim.
Ez pir dixwazim jimara nivîskar, edîb, şair û blogerên jin zêde bibe. Di siyasetê da jî ez eynî tiştî dixwazim.
Ez hebûna şair, nivîskar, edîb û blogerên jin, siyasetmedarên jin ji bo pêşketina ziman û edebiyata kurdî, ji bo pêşketina civata kurd pir muhîm dibînim.
Hebûna nivîskar, edîb û blogerên jin bi qasî hebûna jinên hunermend, stranbêj muhîm e. Muzîkek bêyî dengê jinê wek bedeneke seqet e, nîvçe ye.
Bi baweriya min edebiyata mêr û jinan hinekî cihê ye. Çimkî dinya jinê, hestên wê, çavdêrîyên wê yên li evînê û li bûyeran û heta zimanê wê jî cihê ye, ne wek yê mêran e.
Dibê jin jî têkevin dinya mêran û wan taswîr bikin û bi çavên jinê bi me bidin nasîn.
Du roj berê hin blogerên kurd biryara avakirina komeleyeke blogerên kurd girtin. Dibê ev hevalên bloger vê meselê di nava xwe da minaqaşe bikin û li ser vê mijarê fikirên xwe û pêşniyarên xwe bibêjin...

Rojda Yashik Bersîva van pirsan pir kûr û dirêj e loma jî naxwazim hema çend sedemên klişe bidim derbas bim. Heya ku bi berfirehí rewşa heyî neyê têgihîn, hemû gotinê nivcî û kêm bin. Lê belè, kesên zayenda wan jin û bi kurmancî blogan dinvîsin jî henin. Gorî rewşa heyî kêmtiya wan na, hebûna wan balkêş e.

Zinarê Xamo Rojda xanim, hebûna blogerên jin helbet baş e û min gelkî kêfxweş jî dike. Lê xwezî te çend sebebên kêmbûna wan gotiba. Bi negotinê, bi veşartinê, bi minaqaşenekirinê gelş ji ortê ranbe, jimara wan zêde nabe.



26 december 2017

Hevpeyvîna min ya bi Ajansa Spûtnîk Kurdistanê ra

Ajansa Spûtnîk Kurdistanê li ser çapenîya(medîa) kurdî bi min ra hevpeyvîkek kir. Pirsên Spûtnîkê û bersîvên min li jêr in… 

1-Di neyekbûna mala kurdî de rola çapememiya kurdî heye gelo, eger hebe sedema wê çi ye?

Di pêşketina civat û miletan da çapemenî(medîa) roleke girîng û mezin dilîze.

Em ketine bin destên zalim û xerabên dinyayê

Bêyî mubalaxe ez kanim bibêjim li vê dinyayê miletên herî berradayî, herî bêmarîfet, herî paşdemayî û ji medenîyetê herî bêpar ereb û tirk in.
Bi taybetî jî ereb di hebandin û parastina fikirên kufikî da, bîr baweriyên genî ra li dinyayê miletekî bêemsal e. Hedefa wan ya herî mezin hukim, desthilat û jin in. Dînê wan 4  jin li wan ”helal”  kirine lê dîsa jî çavê wan bar nabe. Ne çar, tu çar 40 jinan bide erebekî dîsa jî ewê çavê wî bar nebe, dîsa jî bixwaze çend hebên din bîne.
Û em jî ketine bindestê van hovên dinyayê.
Ji tirk û ereban û heta dereceyekê ji farisan jî tu tiştekî baş meriv fêr bibe tuneye.
Meriv ji wan ancax xerabiyê, nerindiyê, şer, fêsadiyê, diziyê, derewan û sextekariyê û tiştên ji medenîyetê dûr fêr bibe...
Ji dizan, virekan, xeraban, zalim û kalpazanan meriv exleqa û edebeke baş nagre, başiyê, însaniyetê, humanîzmê fêr nabe...
Ji ereb û tirkan bêyî xerabiyê û nerindiyê tiştekî din sadir nebûye û nabe jî...
Îspata wê halê wan yê perîşan e.
23 dewletên ereban yek ji yekî xerabtir e, azadî, demokrasî, wekhevî, heq, huqûq, edalet li yek welatî tuneye. Dinya wan hîn dinya hezar û pêncsed sal berê ye. Kultura wan, felsefa wan ya jiyanê, îdeolojiya wan hîn ya sedsala navîn e. Hîn wek wê demê serê hev jê dikin û li talanên hev dixin. Hîn jinên xelkê êsîr digrin û li mazatên koleyan difroşin.
Ma ewê ji vî miletî çi sadir bibe?
Hemû dinya hevza xwe ji ereb û tirkan dike, wek nexweşên webayê xwe ji wan dûr dixe, kes naxwaze tirk û ereb wek turîst jî herin welatê wan...
Li dinyayê welatê ereb û tirk lê tunebin tuneye. Û li her dera ereb û tirk lê hene bûne problem. Meriv kane hin miletên musilman jî li van zêde bike…
Li herêmê ji ereb û tirk perîşantir milet tunye. Ji ber merivên bêmarîfet û beradayî ne lema jî tim rezîl û perîşan in û em jî bi xwe ra perîşan kirine.

XXX
Partiya Netewî ya tirk dixwaze dêrsimî ji dewletê lêborîna xwe bixwazin,,,


Ulusal Parti(Partiya Netewî)li Tirkiyê li hemberî dêrsimyan kampaniyek daye destpêkirin. Navê kampaniyê:
”Dibê ne dewlet ji dêrsimiyan, dêrsimî ji dewletê lêborîna xwe, uzrê xwe bixwazin.”
Tirk wiha ne, mêrikan him dikujin û him jî dibêjin ji ber ku we ji halê xwe gazin kiriye, gerek hûn ji celadê xwe efûya xwe, lêborîna xwe bixwazin.

Hela hûn bala xwe bidin vê komedîya ereban...

Di 18ê gulana sala bê, sala 2018a da li Îraqê û li Kurdistanê hilbijartinên parlamentoyê û yên encûmenên parêzgehan(mehelî) ewê çê bibin.
Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Îraqê gotiye heta nuha 200 partiyên siyasî ji bo beşdarî hilbijartinan bibin miracaet kirine.
Û ev jî jimara heta nuha ye, di rojên pêş da çend partiyên din jî kanin miracaet bikin.

25 december 2017

Vê qerarnameyê kuştina kurdan serbest kiriye

Ev qerarnme pir û pir tahlûke ye, kuştina kurdan serbest dike…
Hukûmetê do Qerarmaneyek di Hukmê Qanûnê(QHQ) da derxist. Ev qanûna bi jimara 695 û 696 do di Rojnameya Resmî da belav bû.
Nav yê hukûmetê ye lê meriv kane bibêje qanûna Recep Tayyip Erdogan e. Û qanûna serbestkirina kuştina kurda ye.
Di vê Qerarnameya Hukmê Qanûnê ya dawî da madeyek pir û pir tahlûke heye:
Made wiha ye:
”Heger welatiyek ji bo rê li ber tevgerên terorîstî û bûyerên berdewamiyên wan bigre derbasî hereketê bibe(yanî li yekî xe ya jî yekî bikuje) nayê mahkimekirin.”
Ev qanûn rasterast destûra kuştina kurda ye. Bi vê kî bixwaze kane kurdan bikuje û bibêje ”erê min kuşt, çimkî terorîst bû, pesnê rêxistina terorê da lema min kuşt."
Û li gorî vê Qanûna bi jimara 695 û 696 tu dadgeh nikane wî kesî ceza bike. Çimkî qanûn dibêje ew kane ”terorîstekî” bikuje û ji bo vê jî neyê mahkimekirin û ceza nebe.
Bi baweriya min ev qerarname ji bo kurdan hatiye derxistin, ji bo faşîst jî, kesên siwîl jî êdî kanibin kurdan bikujin. Li tu dera dinyayê, li weltê herî paşdamayî ne mimkûn e qanûneke wiha hebe, dewlet bi qnûnê mafê kuştinê bide însanan, bibêje hûn kanin "terorîstan bikujin."
Li gorî vê qerarnameyê kî ji kê hez neke kane bikuje û bibêje "terorîst bû" min kuşt...
Dibê tavilê hemû partî û baroyên abûqata derbasî hereketê bibin û ji bo betalkirina vê qerarnameyê li hukûmetê gilî bikin, mijarê bibin Dadgeha Mafê Mirovan ya navnetewî, bibin dezgehên navnetewî.
Mesle pir cidî û tahlûke ye.
Li Tirkiye li dijî kurdan atmosfereke pir ne xweş heye, bi milyonan sîleh li hin kesan hatine belavkirin, li Tirkiyê bi hezaran faşîst û kesên amadene kurdan bikujin hene.
Lema jî dibê hemû partiyên kurd, hemû baroyên abûqatan yên Kurdistanê û yên Tikiyê bi hev ra li dijî vê qanûna kuştina kurdan serbest dike derkevin û di warê demokratîk da protesto bikin, li mafê xwe bigerin.



Çend çarînên ji Ozdemîr Asaf

Min çend çarîn, çend gotinên xweş û manîdar ji Ozdemir Asaf (1923-1981) kirin kurmancî.
Hêvî dikim bi dil we be, hûn jî wek min jê hez bikin.


Madem tu hez nakî,
wê demê li çavên xwe xwedî derkeve,
bira viz nebe, neçe neyê
li çavên min nekeve

24 december 2017

Blogerên kurd xwe organîze dikin



Çend blogerên kurd îro li Stenbolê civiyan û li ser gelşên blogerên kurd peyivîn. Ez jî bi nameyekî beşdarî civîna wan bûm. Nameya min ji wan ra şand û biryarên di civînê da hatin girtin ev in, fermo bixwînin.
Merheba gelî keç û xortên blogerên kurd !

Em li ber tunebûnêne lê haya dinyayê ji me tuneye

Ji bo 6-7 milyon yahûdîyên di Şerê Çîhanê yê Duyem da ji alî nazîyan ve hatin kuştin gotina Holokost tê bikaranîn.
Di sedsala 18a da ji bo tehcîr û komkujiya rûsan ya li hemberî yahûdiyan pogrom tê gotin.
Ji bo jenosîda rejîma Îttîhat û Terakkîyê li hemberî ermeniyan kir qira ermenîyan, paqijkirina koka ermeniyan, komkujiya ermenîyan tê gotin.
Ji bo irqçîtiya dewleta Afrîqa Başûr ya li hemberî reşikan Apartheid tê goton
Yanî nav li komkujiyên ermenîyan, yahûdiyan û reşikan hatine kirin, dinya zane zulm li van miletan hatine kirin û ev yek bûye tarîxeke navnetewî, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê van qetlîaman qebûl dike.
Em kurd jî herî kêm ev 150 sal in bi rengekî bênabên û bi gireseyî tên kuştin, bajar û gundên me tên wêrankirin, bi milyonan kurd ji Kurdistanê tehcîr bûne, bi milyonan kurd bi darê zorê bûne ereb, faris û tirk, bi milyona tirk faris, tirk û ereb li welatê me hatine bi cî kirin, lê hîn jî navek li jenosîda me nehatiye kirin.
Ereban em enfal kirin, çekên kîmyawî bi kar anîn.
Îro tiştê li Îraqê, li Tirkiyê û li Sûriyê tînin serê kurdan ji Pogromê û Holokostê ne kêmtir e.
Lê haya kesî ji me tuneye.
Lê dinya hîn jî nizane tiştê hatiye serê ermeniyan, yahûdiyan û reşikan hatiye serê me kurdan jî û ev jenosîd nuha jî berdewam e.

XXX


Cergî tê bîra min, ji roja min xwe nas kiriye û vir da ye derdê me ji kêfa me, rojên me yên reş ji rojîn me yîn xweş, cejn û eydî û sersalên me yên bi êş û şîn tim ji yên bi kêf û şahî bêtir in..
Dewletên faris, ereb û tirkan tu carî nehîştine em eydîyekê, Newrozekê, sersalekê bi kêf û dilşadî pîroz bikin. Em wek milet di her cejn, eydî û sersalê da tim xemgîn, dilşikestî, heznî û şînî ne...

Gurrîyo navê min li te kumê min li serê te

Serokê Tirkiyê û serfermandarê Wêrankirina Şirnexê û 12 bajarên din yên Kurdistanê li Şirnexê ji şirnexiyan ra gotiye, ”ez ji we dixwazim hûn van herdu partiyên faşîst(CHP û HDP)bavêjin ser sergot.
Gurrîyo navê min li te, kumê min li ser te...
Belê we şaş nexwend, Erdogan ji CHPê û HDPê ra gotiye partîyên faşîst !

23 december 2017

Blogerên kurd xwe organîze dikin

Çend blogerên kurd îro li Stenbolê civiyan û li ser gelşên blogerên kurd peyivîn. Ez jî bi nameyekî beşdarî civîna wan bûm. Nameya min ji wan ra şand û biryarên di civînê da hatin girtin ev in, fermo bixwînin.
Merheba gelî keç û xortên blogerên kurd !

Manga me bi ga ye ne sûcê geda ye

XXX
Gazin ji dijmin nabe, kes nikane kesî bi zor bike zilamê xwe, bêxîret û xayinên me xwe dikin qurbana wan.
Pêşiyên me belasebeb negotine, “manga me bi ga ye, ne bela geda ye.”
Lema jî qet gazinan ji dijminan nekin, zilamên me ne tu zilam in, ew bi ga ne, diherin xwe didin ber ereb û tirk û farisan...

22 december 2017

Tirkiye kurdan di gorrên wan da jî rehet nahêle

Hovîtiyeke nehatiye dîtin, barbariyeke, faşîzmeke dûrî aqilan, dewletê 267 mirî ji gorrên/mezelên wan dirxistin û wenda kirin.
Dewletê li Betlîsê li Gorristana Xarzan 267 termên şervanên YPJê, HPGê, YPGê, yanî 267 keç û lawên kurd yên di şer da hatine kuştin ji gorrên wan derxistine û kes nizane bi ku da birine.
Meriv çiqasî zalim û bêûjdan be meriv namerdiyeke wiha nahe.
We ev keç û xort hemû kuştin. Hûn çi termê wan dixwazin?
Berê jî çend gorristanên gerîlla wêran kirin, lê ev cara pêşî ye goristanekê bi tevayî him xera dikin û him jî miriyan ji gorrên wan derdixin û dibin ciyekî ne diyar ya jî davêjin derekê.
Ev çi dewlet e, çi ûjdan e, çi barbarî û wahşeteke nedîtî ye aqilê meriv nagire…
Dewletek çawa kane li hemberî miriyan, li hemberî dê û bav û malbatên wan bêûjdanî, bêmerhametî û zalimayeke wiha bike?
Dewletek bi kîjan heqî, bi kîjan ûjdanî, li gorî kîjan dînî û Xwedayî gorrên xelkê xera dike, miriyên xelkê ji gorran derdixe û termên wan beta dike?
Dibê malbatên miriyan miheqeq li van barbar û zebaniyên faşîst gilî bikin, dibê baroyên avûqatan vê wahşetê bibin Dadgeha Mafê Mrovan ya Ewrûpayê.
Bi milyonan kurd hîn jî raya didin vê partiya zalim, bi hezaran kurd hîn jî berpirsiyar, wekîl û wezîrên vê partiya zalim û bêûjdan in, hîn jî piştgiriyê didin vê îdeolojî û zihnîyeta faşîst...

XXX


Tirkiyê navê 23 kurdên xwe ji bo beşdariya civîna Soçîyê daye Rûsyayê
Li gorî Rûdawê nivîsîye hezar û 490 kes ji bo beşdariya civîna Soçiyê ya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê hatine vexwendin. Û ji wan 23 kesên wan kurdên ji alî Tirkiyê û Îranê ve hatine qebûlkirin.
Çend roj berê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Çavuşoglu jî got wan lîsteyeke navê kurdên ew dixwazin beşdarî civîna Soçî bibin dane Rûsyayê.
Û van kurdên Tirkiye navê wan pêşniyar dike hîn jî dibêjin ew nûnerên kurdan e û xwedêgravî li ser navê kurdan dipeyivin.
Bi dîtina min navên Tirkiye bide ne nûnerên kurdan, nûnerên Tirkiyê ne, Çavuşoglu çiqasî kurdan temsîl dike ew kes jî hewqasî kurdan temsîl dikin. Tirkiye êdî zilamên xwe venaşêre, eşkere dike.
Pir baş e, qenekê emê jî bibînin kî hevalê dijmin e, kî ne hevalê dijmin e…

Ev şûrkêşiya filistîniyan ewê ji Erdogan ra nemîne

Neteweyên Yekbûyî bi 128 dengên "Belê" û bi 9 dengên "Na" biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a nasîna Urşelîmê/ Qudsê weke paytexta Îsraîlê mahkûm kir, ne huqûqî dît.
35 dewletan jî di dengdanê da ray nedan û 21 welat jî beşdarî dengdanê nebûn.

Kiliçdaroglu dixwaze bi şelafiyê xwe bi tirkan bide hezkirin



Kemal Kiliçdaroglu ji bo tirk jê ra bibêjin ”eferim”, ji Bahçelî û Erdogan bêtir xwe li Wezîrê Karên Derve yê Mîrektiyên Ereban Abdullah Bin Zeyd rakişandiye.
Çima Abdullah Bin Zeyd, gotiye pêşiyên Erdogan diz in, Fahretîn Paşayê tirk ji Medîneyê eserên ereban dizî û bir Stenbolê.
Kiliçdaroglu xwe ji vê gotina Bin Zeyd pir aciz kiriye, gotiye heta Abdullah Bin Zeyd uzrê xwe nexwaze, dibê Tirkyê têkiliya xwe bi Mîrektiyên Ereban ra bicemidîne.
Hemû şelaf wiha diçirînin...
Hin însan nefsbiçûk in, lê hin însan jî ji namerdiyê da minêkar in. Kilaçdaroglu gelkî dilxwazê xulamtiya tirkan û dewleta tirk e.
Kiliçdaroglu wer bawer dike bi înkarkirina eslê xwe û bi şelefiya ji dewleta tirk ra ewê kanibe xwe bi tirkan bide hezkirin. Lema jî heta jê tê milîyetçîtiya tirk dike, tim xwe ji Bahçelî û Erdogan bêtir tirkparêz nîşan dide.
Lê ew rojê heft caran bibêje ez ne kurd û ne elewî me û bibe îmamê mizgeftekê jî û ji dewleta tirk ra çi şalûziyan bike jî tirk dîsa jî ewê kurd û elewiyekî newêre bibêje ez kurd û elewî me, heramzadeyekî nekin serokwezîrê xwe. Kiliçdaroglu xwe pir erzan difroşe, lê belê tirk ewê vî merivê erzan şelaf  tu crî nekin nekin serokwezîrê dewleta xwe.



21 december 2017

Sezar ji xayinan nefret dikir !

Dibêjin, ”Sezar ji xiyanetê hez dikir, ji xayinan nefret dikir.”
Ez bi xwe ji xiynetê jî û ji xayinan jî nefret dikim.
Xiyanet, dixwaze bira biçûk be, dixwaze bira wek ya 16ê cotmehê xiyaneta bi milet û bi welatê xwe ra be, xiyanet karekî herî pîs û bêşeref e.
Li dinyayê tu tişt ji xiyanetê pîstir û ezîltir tuneye.
Xayin jî li dinyayê merivê herî rezîl û namerd e.

Erdogan îcar gef li wezîrekî ereb xwar

Erdogan dîsa wek lokekî hêc bû û dest şikandin.
Vê carê Wezîrê Karên Derve yê Mîrektiyên Ereban Abdullah Bin Zeyd bû qurbana wî, îcar derseke baş da Bin Zeyd...
ji ber ku  Abdullah Bin Zeyd gotiye paşayekî tirk mal ereban diziye, gelek eser û destnivîsên tarîzî û micewher ji Medînêyê birin Stenbolê û ew tişt hîn jî li wir in, Erdogan bûye wek mozeke azirî û gotiye:

”Kî destê xwe dirêjî me bike emê destê wî bişkînin. Şikandina detan wezîfeya me ye.
Erdogan bersîveke pir sert da Wezîrê Karên Derve yê Mîrektiyên Ereban Abdullah Bîn Zeyd
Kuro wê demê Ecdadê te li ku bû?
”Yê buhtana li Fahrettîn Paşa û li me dike, gava Medîne dihat parastin ecdadê te li ku bû? Fahraettîn Paşa haylo ji Stenbolê ji bo parastinê lêxist çû Medîneyê. Ew ji bo parastina wan tiştên miqedes çû wir. Baş e ecdadê te wê demê li ku bû?
Bêyî şerm bike gotiye kalikên Erdogan emanetên miqeds dizîne û birine Stenbolê. Navê viya ne dizî ye, parastin e. Paşa ji bo parastinê emanetên miqedes şand Stenbolê. Ev emanet nuh a li Stenbolê li Muzeye Topkapiyê ne.
Te ne paşa nas kiriye, ne bavûkalên me û ne jî te Erdgan naskiriye. Kî destê xwe dirêjî hêjayiyên me bike emê destê wî bişkînin. Şikandina destan wezîfeya me ye.”
Tiştê ereban talan kirine, bi sedan dokument, micewher û tiştên ne tên kirîn û ne jî tên firotin ji Medînê birine Stenbolê û di ser da jî heqaaretê li xelkê dike. Merivê zorba zirzop e…


Wezîrê Karên Derve yê Yekîtiya Mîrektiyên Ereban Abdullah Bîn Zeyd di twitteke xwe da wiha gotibû:
”Di sala 1916a da Farîd Paşayê tirk malê gelê Medîneya Minewer dizî. Eserên, desnivîsên li Medîneyê dizîn û birin Stenbolê. A têkiliya bav û kalên Erdogan bi erebên misilman ra ev e.”

20 december 2017

Li Tirkiyê erebên Sûriyê bi zimanê xwe dixwînin, lê belê dewlet wî mafî nade kurdan

Zarokên mahcirên(koçberên) Sûriyê li Tirkiyê bi erebî dixwînin, yanî perwerdeya wan bi zimanê dayika wan e.
20-25 milyon kurd ne mehacir in û heta li gorî qanûn û îdîa berpirsiyarên dewletê kurd hemwelatiyên Tirkiyê ne.
Lê belê dîsa jî zarokên kurd wek zarokên mahcirên/koçberên Sûriyê bi zimanê xwe naxwînin, mafê dewletê daye mahcirên Sûriyê nade kurdan.
Çimkî hukûmeta AKPê kurdan wek neyarê xwe dibîne. Lema jî mafê dide magcirên Sûriyê, nade kurdan.
Hukûemta AKPê naxwaze mahcirên Sûriyê asîmîle bike, naxwaze wan ji ortê rake.
Lê dixwaze kurdan ji ortê rake.
Lema jî mafê perwerdeya bi erebî dide mahcirên Sûriyê û nade 20 milyon kurdên xwedêgiravî hemwelatiyên Tirkiyê ne…
Û bi milyonan kurdên gêj û kêmaqil hîn jî fêm nakin ev hukûmet neyarê qewmê wan e…
Bi milyonan kurd hîn jî xwe dikin qurbana nenûka Erdogan 

XXX


Tevgera Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê biryara vekişandina ji hikûmeta Herêma Kurdistanê dane.
Ev vekişîna wan ya ji hukûmetê di praktîkê da tu tiştekî naguhere, çimkî heta nuha jî beşdarî xebata hukûmtê nedibûn.
Lê gel vê jî ev vekişînawan ya ji hukûmetê ewê rewşa heyî xerabtir bike. Kurd ewê çawa ji vê kaosê xelas bibin nizanim.
Wan bi destê xwe, xwe xistin vê rewşa malkambax.
Em çi bibêjin jî bêfeyde ye, tu tesîreke gotina me tuneye.
Hêvî dikim şerekî hundur dernekve û rêyeke lihevkirinê û derketina ji vê kaosê bibînin. Bi dîtina min hilbijartinake zû rêya herî baş e. Dibê meclîs biryara hilbijartinê bigre…

Dînê ereb, faris û tirk kirin milet û dewlet, kurd kirin kole û bindest

Dînê, îslama tirk, ereb û faris kirin milet û xwedî dewlet, em kurd kirin himal û leşkerên wan.
Dîn û îdeolojîyan di prosesa miletbûn, serxwebûn û dewletbûna miletan da roleke pir girîng lîstiye û tesîreke posîtîf li hemû miletan kiriye.
Numûneyên herî berbiçav tirk, faris û ereb in.
Dînê îslamê, îdeolojiya çep û nasyonalîzmê feydeyên pir mezin gîhandin tirk, faris û ereban. Ereb, faris û tirk bi xêra îslamê bûn împaratorî û bi sedsalan hukim li dinyayê kirin. Bi dehan welat û milet ji ortê rakirin.
Yanî ereb, faris û tirkan îslam, îdeolojiya çep û nasyonalîzm xistin xizmeta milet û dewletên xwe.
Ereb, faris û tirk bi saya îslamê û îdeolojiyan bûn miletên mezin, bûn xwedî dewlet û bi dehan qewm, milet û welat û ziman di nava xwe da helandin, kirin faris, tirk û ereb.
Hemû bi xêra îslamê û nasyonalîzmê û çepîtiyê kirin.
Ereb, faris û tirkan ne ji îdeolojiyan(hemû îdeolojî)û ne jî ji îslamê zirareke herî biçûk jî nedîtin, belovacî wê bi xêra îslamê îro hene û hewqasî xurt in.
Lê yê me kurdan him dînê îslamê û him jî îdeolojiyên rast û çep em helandin, em kirin ereb, faris û tirk.
Xelk bi dîn û îdeolojîyan bûn milet û xwedîdewlet, me bi dîn û îdeolojiyan xwe kir xizmetkarê ereb, faris û tirkan.
Bi xêra dînê îslamê 23 dewletên ereban çê bûn û wa ye ya 24an jî di rê da ye.
Bi xêra îslamê dinya alîkariya filistîniyan dike.
Ji ber filistînî misilman in 63 welatên musilman wek şûrekî li pişta filistîniyan e.
Lê 63 welatên misilman wek artêşeke neyar li dijî azadî û serxwebûna me ne.
Dînê, îslama tirk, ereb û faris kirin milet û xwedî dewlet, em kurd kirin himal û leşkerên wan.
Di destê me kurdan da tenê nasyonalîzmeke derengmayî maye. Lê ew jî ji ber me pir dereng dest avête wê, zahmet e em kanibin bi wê bi milyonan kurdên bûne mirîşkên gêj, kurdên ji kok û binyata xwe, ji kultur û zimanê xwe dûr ketine, kurdên bûne ereb, tirk û faris ji nuh ve bikin kurd.
Pir û bpir zor e. Mirî ji gorê ranabin…



19 december 2017

Mixabin bûyer berbî tiştê ez jê ditirsiyam ve diçin

Tiştê ez jê ditirsiyam qewimî, li Kurdistana Başûr provaksyonan dest pê kir.
Protestoyên li hin bajarên Kurdistana Başûr ji rê derketin û ketin xeteke pir tahlûke. Provakatoran dest bi provaksyonên pir xeter kirin.
Li gorî medyaya Kurdistana Başûr dinivîse hin ajan û provakatoran ji nava xwepêşandêran baregehên partiyan gulebaran kirine.
Ev êdî ji protestoyên demokratîk wêdatir êrîşên xayinane. Di van êrîşan da miheqeq tiliya neyaran heye. Û bi taybetî jî fîtneya Îranê sedîsed e. Îran, li herêmê çavkaniya, merkeza fîte, fêsadî û xerabê ye. Di her tevliheviyeke li Kurdistanê miheqeq tiliya Îranê heye.
Meş, protestokirina îktîdarê mafekî rewa ye. Îtîraza tu kesî ji protestoyên medenî û demokratîk ra tuneye. Lê belê nabe xwepêşendêr avahiyên partiyan û bînayên dewletê gulebaran bikin û bişewitînin. Ev êdî ne protestoyeke medenî û demokratîk e, provakasyon e, têkbirina Kurdistanê ye.
Di nivîsa xwe ya do da min bal kişandibû ser vê tahlûkê û gotibû, ”Yanî dijmin kane ji tevliheviyê sûdê bigre û hin provaksyonan çê ke. Şewitandina baregehên partiyan û wasiteyên xelkê îşaretên tahlûke û xerab in.”
Xwepêşndan li Silêmaniyê, Helebçê, Çemçemalê, Kifrî, Koyê, Pencewîn, Raniye, Çarqoran û li hin derên din çê bûn û li hin deran piştî provaksyonên ajan provakatoran di nabêna meşvan û hêzên ewlekariyê da şer derketiye û pênc kes hatine kuştin.
Ev tiştekî ne baş e. Dibê hkûmet û hemû partiyên siyasî tavilê bi hev kom bibin û hemû tedbîrên hewce bigrin.
Îran, Îraq û Tirkiye ewê bixwaze ji vê tevleheviyê feydeyê bigrin û bi destên ajanên xwe gelek tiştên xerab bikin.

Ji derd û qahra kurdan meriv dixwaze xwe bavêje bahran

Bawer bikin ji derd û qahra kurdan meriv dixwaze xwe bavêje bahran.
Lê wê demê jî meydan ewê bimîne ji xayin û xwefiroşên hevalên neyaran ra.
Meriv ji qahra biteqe jî çara micadele ye.
Tiştên kurd îro li Kurdistana Bakur û Başûr dikin meriv merezarî dike.
Dijmin ne bes e, kurd bixwe jî gorra xwe dikolin û zemîn ji neyaran ra xweş û rehet dikin.
Yekîtî, tifaq, gavên netewî hîn jî xuya nake, xayin hîn jî li ciyê xwe û xwedî gotin û desthilat in.
Rast e halê dijminên me pir xerab e, di warê siyasî, aborî, eskerî, axir di her warî da di nava krîzeke mezin da ne.
Lê belê tevlihevî û krîza di nava me da ji ya dijminên me mezintir e, em jî ne li ser hev in.
Gava em ne bi tifaq, bi program û xwedî hedef bin, dijminên me çiqasî zeîf bin jî em nikanin tiştekî bi dest in, çimkî em ne organîze ne, di daxwaz û hedefên xwe da em ne li hev in.

XXX

Dewletên misilman neyartiya kurdan ne tê da, hema hema li ser tu meselê, li hemberî tu dewletê nabin yek, tenê li hemberî kurdan, tenê ji bo pelixandina kurdan di cî da û him jî bê problem dibin yek.
Ji bo kurd li Îranê, li Îraqê, li Sûriyê û li Tirkiyê ji bndestiyê dernekevin û negihîjin azadiya xwe û nebin xwedî dewleteke netewî hemû dewletên misilman, hemû miletên misilman hemfikir in, di vî warî da di nabêna wan da dubendî tuneye.
Hemû dewletên misilman dibêjin gerek 40 milyon kurd wek xulam û koleyên ereb, faris û tirkan bimînin.
Li ser vê hemû hemfikir in.
Lê li alî din dibêjin gerek dewleteke din jî li 23 dewletên ereban zêde bibe û 4 milyon filistînî jî bibin xwedî dewleteke serbixwe.
Bira 40 milyon kurd bindest bimînin, lê bira 4-5 milyon filistînî bibin xwedî dewlet.
Û kurdên misilman jî hîn xwe ji van dewletên misilman dihesibînin.



XXX
Li Hezexa(Îdil)qeza Şirnexê panzêra polîs li Onur Ozalpê 4 salî qelibî û giran birîndar kir.
Rewşa Onurê 4 salî giran e.
A ev dewleta zarokê 4 salî bi panzêrê dipelixîne ji Îsraîl ra dibêje çima leşkerên we çavê zarokekî filistînî yê 16 salî girê da ye.
Ew bi xwe zarokekî 4 salî bi panzrê dipelixînin, lê ji Îsraîl edaletê dixwazin.
Di meha gulanê da jî panzereke polîsan ket malekê û du zarokên birayên hev, 6 salî û 7 salî di hundur mala wan da pelixandin. Herdu zarok jî mirin.
Walî û berpirsiyarên dewletê gotin qeza ye.
Lê heta nuha bi dehan bûyerên wiha bûne û zarok hatine kuştin.