23 december 2017

Manga me bi ga ye ne sûcê geda ye

XXX
Gazin ji dijmin nabe, kes nikane kesî bi zor bike zilamê xwe, bêxîret û xayinên me xwe dikin qurbana wan.
Pêşiyên me belasebeb negotine, “manga me bi ga ye, ne bela geda ye.”
Lema jî qet gazinan ji dijminan nekin, zilamên me ne tu zilam in, ew bi ga ne, diherin xwe didin ber ereb û tirk û farisan...


XXX
Ya emê jî rojên xweş bibînin
ya jî hûnê jî rehetiyê nebînin
ya emê jî azad bibin
ya jî hûnê jî tim wiha rezîl û hov bimînin
hûn jî bi viya zanin
hûn çi namerdiyê bikin jî
emê azad bibin

XXX
Ji me pir kuştin
bi enfalan xwestin me ji ruyê dinyayê rakin
lê dîsa jî em neqediyan
dîsa jî em bûn kelemê di çavê wan da

XXX
Li ba aliman zimandirêjiyê meke, bi devê xwe kanibe!
Li ser sifrê bi madê xwe kanibe!
Li mala xelkê bi çavê xwe kanibe!
Û helbet li ba dîlber îû horîkan jî dibê meriv bi dilê xwe kanibe, tu carî rişma serê wî sist neke.
Dil carê serî ji te bigre
çû ji te da,
hew tu kanî efendî ragire...


XXX
Her sibe bi tirsa îro kê êrîşî kurdan kiriye, dîsa çi felaket hatiye serê wan ji xew şiyar dibim.
Rojeke me di nava aramî û dilşadiyê da derbas nabe...
Tu dibêjî belkî em ji bo zulmê bibînin, êş û janê bikşînin hatine vê dinya bêbext û bêedalet.
Ez zanim sûcê dinyayê tuneye, yên bêbext û bêedalet însan in. Axir sûcdar kî be jî halê me kurdan li vê dinyayê halê kûçika ye...

XXX
Îro(22/12) roja jidayikbûna Dr. Abdulrehman Qasemlo ye…
Şehîdê kurd û Kurdistanê Dr. Abdulrehman Qasimlo 87sal berê di 22ê qanûna 1930î da li Kurdistana Rojhilat li bajarê Urmiyê hat dinê.
Dr. Qasemlo û hevalên wî Fazil Resûl û Ebdulah Qadirî Azer, di 13ê temûza 1989a da li paytexta Awusturya li Wîyenayê ji alî qatilên rejîma meleyên Îranê ve bi namerdî hatin qetilkirin.
Ez şehîd Dr. Qasemlo û hevalên wî Fazil Resûl û Ebdulah Qadirî Azer û hemû şehîdên Kurdistanê bi hurmet bibîr tînim…


2017-12-22

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE