22 december 2017

Tirkiye kurdan di gorrên wan da jî rehet nahêle

Hovîtiyeke nehatiye dîtin, barbariyeke, faşîzmeke dûrî aqilan, dewletê 267 mirî ji gorrên/mezelên wan dirxistin û wenda kirin.
Dewletê li Betlîsê li Gorristana Xarzan 267 termên şervanên YPJê, HPGê, YPGê, yanî 267 keç û lawên kurd yên di şer da hatine kuştin ji gorrên wan derxistine û kes nizane bi ku da birine.
Meriv çiqasî zalim û bêûjdan be meriv namerdiyeke wiha nahe.
We ev keç û xort hemû kuştin. Hûn çi termê wan dixwazin?
Berê jî çend gorristanên gerîlla wêran kirin, lê ev cara pêşî ye goristanekê bi tevayî him xera dikin û him jî miriyan ji gorrên wan derdixin û dibin ciyekî ne diyar ya jî davêjin derekê.
Ev çi dewlet e, çi ûjdan e, çi barbarî û wahşeteke nedîtî ye aqilê meriv nagire…
Dewletek çawa kane li hemberî miriyan, li hemberî dê û bav û malbatên wan bêûjdanî, bêmerhametî û zalimayeke wiha bike?
Dewletek bi kîjan heqî, bi kîjan ûjdanî, li gorî kîjan dînî û Xwedayî gorrên xelkê xera dike, miriyên xelkê ji gorran derdixe û termên wan beta dike?
Dibê malbatên miriyan miheqeq li van barbar û zebaniyên faşîst gilî bikin, dibê baroyên avûqatan vê wahşetê bibin Dadgeha Mafê Mrovan ya Ewrûpayê.
Bi milyonan kurd hîn jî raya didin vê partiya zalim, bi hezaran kurd hîn jî berpirsiyar, wekîl û wezîrên vê partiya zalim û bêûjdan in, hîn jî piştgiriyê didin vê îdeolojî û zihnîyeta faşîst...

XXX


Tirkiyê navê 23 kurdên xwe ji bo beşdariya civîna Soçîyê daye Rûsyayê
Li gorî Rûdawê nivîsîye hezar û 490 kes ji bo beşdariya civîna Soçiyê ya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê hatine vexwendin. Û ji wan 23 kesên wan kurdên ji alî Tirkiyê û Îranê ve hatine qebûlkirin.
Çend roj berê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Çavuşoglu jî got wan lîsteyeke navê kurdên ew dixwazin beşdarî civîna Soçî bibin dane Rûsyayê.
Û van kurdên Tirkiye navê wan pêşniyar dike hîn jî dibêjin ew nûnerên kurdan e û xwedêgravî li ser navê kurdan dipeyivin.
Bi dîtina min navên Tirkiye bide ne nûnerên kurdan, nûnerên Tirkiyê ne, Çavuşoglu çiqasî kurdan temsîl dike ew kes jî hewqasî kurdan temsîl dikin. Tirkiye êdî zilamên xwe venaşêre, eşkere dike.
Pir baş e, qenekê emê jî bibînin kî hevalê dijmin e, kî ne hevalê dijmin e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE