22 december 2017

Ev şûrkêşiya filistîniyan ewê ji Erdogan ra nemîne

Neteweyên Yekbûyî bi 128 dengên "Belê" û bi 9 dengên "Na" biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a nasîna Urşelîmê/ Qudsê weke paytexta Îsraîlê mahkûm kir, ne huqûqî dît.
35 dewletan jî di dengdanê da ray nedan û 21 welat jî beşdarî dengdanê nebûn.
Biryara Heyeta Giştî ya Neteweyên Yekbûyî tu hukmekî wî yê huqûqî û mecbûrî tuneye, tenê pêşniyar e û piştgiriyeke moralî ye.
Ambasada Amerîka ya Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley piştî dengdanê got, tu tesîreke dengdanê ewê li ser biryra me nebe, Amerîka ewê sefareta xwe ji Tel Awîwê bibe Urşelîmê/Qudisê.
Tirkiyê serkêşiya vê tevgerê kir.
Îraqê bi Tirkiyê ra herket kir û raya xwe li hemberî Amerîkayê bi kar anî.
Bi baweriya min ev netîce ji bo me kurdan baş e. Têkiliya îdareya Trump ji nuha û pê da ewê bi Tirkiyê xerabtir bibe. Yanî ev dijayetiya Tirkiyê ya Amerîka û Îsraîl ewê tesîreke nebaş li têkiliyên Amerîka, Îsraîl û Tirkiyê bike.
Ev jî ji bo me baş e.
Nabêna Amerîka û Tirkiyê, Îranê û Îraqê û Sûriyê çaqasî xerab be, ji bo me hewqasî baş e.
Îhtîmal e dengdana Îraqê tesîreke ne baş li têkiliyên Amerîka û Îraqê jî bike.
Ji xwe Trump eşkere got ewê vê dijminatiya Amerîkayê ji bîr nekin….

XXX
Maşala AKPê di nava 15 salên îktîdara xwe da Tirkiye kiriye mûristana şelaf û şalûzan. Tirkiye bûye çineta şelafan.
Di dema osmaniyan da li qesrê şelafên paşê hebûn, nuha şelafên Erdogan hene. Studyoyên telewîzyonan ketine dewsa qesra paşê û bûne mekanê şelafên Erdogan.
Erdogan çi bike baş dike, çi bibêje rast dibêje.
Şelaf jê ra li çepikan dixin û sedeqe û nefaqa xwe digrin…
Şelaf di karên xwe da merivên jîr in, însên bi kevçiyê vala xwedî dikin.
Nuha jî ji serketina Erdogan ya Neteweyên Yekbûyî ra li çepikan dixin, pir pesnê wî didin.
Lê ev dilxweşiya vala ewê dirêj nekşîne û gelşên Tirkiyê ji ortê raneke, piştî demekê ewê zirara vê şûrkêşiya Erdogan ya filistîniyan were dîtin.
Erdogan di vê şûrkêşiya filistîniyan da ewê ne li karê, li zirarê derkeve.
Erdogan dixwaze bi tiştên wiha rojeva Tirkiyê biguhere û mijara Zerrab, dosyeyên diziyê û spîkirina pereyên reş li girava Manê ji rojevê derxe. Nuha ji bo demeke kin bi ser ketiye, lê belê ev dem jî ewê derbas bibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE