20 december 2017

Li Tirkiyê erebên Sûriyê bi zimanê xwe dixwînin, lê belê dewlet wî mafî nade kurdan

Zarokên mahcirên(koçberên) Sûriyê li Tirkiyê bi erebî dixwînin, yanî perwerdeya wan bi zimanê dayika wan e.
20-25 milyon kurd ne mehacir in û heta li gorî qanûn û îdîa berpirsiyarên dewletê kurd hemwelatiyên Tirkiyê ne.
Lê belê dîsa jî zarokên kurd wek zarokên mahcirên/koçberên Sûriyê bi zimanê xwe naxwînin, mafê dewletê daye mahcirên Sûriyê nade kurdan.
Çimkî hukûmeta AKPê kurdan wek neyarê xwe dibîne. Lema jî mafê dide magcirên Sûriyê, nade kurdan.
Hukûemta AKPê naxwaze mahcirên Sûriyê asîmîle bike, naxwaze wan ji ortê rake.
Lê dixwaze kurdan ji ortê rake.
Lema jî mafê perwerdeya bi erebî dide mahcirên Sûriyê û nade 20 milyon kurdên xwedêgiravî hemwelatiyên Tirkiyê ne…
Û bi milyonan kurdên gêj û kêmaqil hîn jî fêm nakin ev hukûmet neyarê qewmê wan e…
Bi milyonan kurd hîn jî xwe dikin qurbana nenûka Erdogan 

XXX


Tevgera Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê biryara vekişandina ji hikûmeta Herêma Kurdistanê dane.
Ev vekişîna wan ya ji hukûmetê di praktîkê da tu tiştekî naguhere, çimkî heta nuha jî beşdarî xebata hukûmtê nedibûn.
Lê gel vê jî ev vekişînawan ya ji hukûmetê ewê rewşa heyî xerabtir bike. Kurd ewê çawa ji vê kaosê xelas bibin nizanim.
Wan bi destê xwe, xwe xistin vê rewşa malkambax.
Em çi bibêjin jî bêfeyde ye, tu tesîreke gotina me tuneye.
Hêvî dikim şerekî hundur dernekve û rêyeke lihevkirinê û derketina ji vê kaosê bibînin. Bi dîtina min hilbijartinake zû rêya herî baş e. Dibê meclîs biryara hilbijartinê bigre…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE