20 december 2017

Dînê ereb, faris û tirk kirin milet û dewlet, kurd kirin kole û bindest

Dînê, îslama tirk, ereb û faris kirin milet û xwedî dewlet, em kurd kirin himal û leşkerên wan.
Dîn û îdeolojîyan di prosesa miletbûn, serxwebûn û dewletbûna miletan da roleke pir girîng lîstiye û tesîreke posîtîf li hemû miletan kiriye.
Numûneyên herî berbiçav tirk, faris û ereb in.
Dînê îslamê, îdeolojiya çep û nasyonalîzmê feydeyên pir mezin gîhandin tirk, faris û ereban. Ereb, faris û tirk bi xêra îslamê bûn împaratorî û bi sedsalan hukim li dinyayê kirin. Bi dehan welat û milet ji ortê rakirin.
Yanî ereb, faris û tirkan îslam, îdeolojiya çep û nasyonalîzm xistin xizmeta milet û dewletên xwe.
Ereb, faris û tirk bi saya îslamê û îdeolojiyan bûn miletên mezin, bûn xwedî dewlet û bi dehan qewm, milet û welat û ziman di nava xwe da helandin, kirin faris, tirk û ereb.
Hemû bi xêra îslamê û nasyonalîzmê û çepîtiyê kirin.
Ereb, faris û tirkan ne ji îdeolojiyan(hemû îdeolojî)û ne jî ji îslamê zirareke herî biçûk jî nedîtin, belovacî wê bi xêra îslamê îro hene û hewqasî xurt in.
Lê yê me kurdan him dînê îslamê û him jî îdeolojiyên rast û çep em helandin, em kirin ereb, faris û tirk.
Xelk bi dîn û îdeolojîyan bûn milet û xwedîdewlet, me bi dîn û îdeolojiyan xwe kir xizmetkarê ereb, faris û tirkan.
Bi xêra dînê îslamê 23 dewletên ereban çê bûn û wa ye ya 24an jî di rê da ye.
Bi xêra îslamê dinya alîkariya filistîniyan dike.
Ji ber filistînî misilman in 63 welatên musilman wek şûrekî li pişta filistîniyan e.
Lê 63 welatên misilman wek artêşeke neyar li dijî azadî û serxwebûna me ne.
Dînê, îslama tirk, ereb û faris kirin milet û xwedî dewlet, em kurd kirin himal û leşkerên wan.
Di destê me kurdan da tenê nasyonalîzmeke derengmayî maye. Lê ew jî ji ber me pir dereng dest avête wê, zahmet e em kanibin bi wê bi milyonan kurdên bûne mirîşkên gêj, kurdên ji kok û binyata xwe, ji kultur û zimanê xwe dûr ketine, kurdên bûne ereb, tirk û faris ji nuh ve bikin kurd.
Pir û bpir zor e. Mirî ji gorê ranabin…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE