21 december 2017

Sezar ji xayinan nefret dikir !

Dibêjin, ”Sezar ji xiyanetê hez dikir, ji xayinan nefret dikir.”
Ez bi xwe ji xiynetê jî û ji xayinan jî nefret dikim.
Xiyanet, dixwaze bira biçûk be, dixwaze bira wek ya 16ê cotmehê xiyaneta bi milet û bi welatê xwe ra be, xiyanet karekî herî pîs û bêşeref e.
Li dinyayê tu tişt ji xiyanetê pîstir û ezîltir tuneye.
Xayin jî li dinyayê merivê herî rezîl û namerd e.
Di tarîxa me kurdan da çi heyf gelek xayin derketine û bi îxanetên xwe zirarên ji dijmin bêtir dane gelê xwe.
Bêyî îstîsna, di têkçûna hemû serîhildanên kurdan da rol û tesîra xayinan û xiyanetê pir mezin e, roleke sereke ye.
Dijmin tim bi alîkariya xayinan kurd şikandine û derbên mezin li kurdn dane.
Îro jî dijmin bi saya desteg û alîkariya xayinan çavsorî û serkutiyê li kurdan dikin.
Li başûr, bakur û rojavayê Kurdistanê xiynetê û tesîra xayinan hêzên kurd, kurdên niştimanperwer baskşikestî kirine.
Li alî din di nava civatê ta tolerans û xweşbîniya li hemberî xiyanetê û xayinan jî meriv gelkî xemgîn dike.
Li başûr welatparêzan, hêzên niştimanperwer hîn têkiliyên xwe ji xayina qut nekirine, xayin hîn xwedî desthilat in.
Li rojava xayin hîn her roj di telewîzyonan da wek kesên welatparêz li ser navê kurdan nutqan didin.
Li bakur xayinên bi dewletê ra hîn di nava gel da xwedî gotin û îtîbar in, di nava civatê da hîn jî ciyê wan û îbara wan heye.
Yanî piraniyacivatê jî wek berê êdî xiyanetê wek namerdiyekê, wek sûcekî giran nabîne, lema jî xayinan afaroz nakin, wan naricimînin...

XXX
Kurd heta mala xwe bi destê xwe neşewitînin biaqil nabin. Li Başûrê Kurdistanê tiştê dikin malwêranî ye, xweliyê li serê xwe dikin. Ji bo dimin dîsa têkeve ser dilê wan zemîn xweş dikin.
Kêmaqil û xayinên me tim derbên mezin li tevgera netewî dane, wan em ji dijmin ra avêtine erdê.
Hêvî dikim hêzên millî dest bidin hev û pêrgî li bûyeran bigrin, nehêlin xwîna kesên swîl zêde were rijandin.



XXX
Ji rojnameya Ria Taza amadekar û rêvebira bernameya ”Civak û Siyasetê” xwişka Bêlla Stûrkî li ser bûyerên di sala 2017a da li Kurdistanê rû dan û hêviyên me yên ji sala 2018a, ji pêşerojê bi min ra hevpeyvînek çêkir.
Xweşkka Bêlla Stûrkî bernemayeke pir delal û profesyonel amade kriye.
Ez gelkî spasî wê û rojnameya Rîa Taza dikim ji bo ku ev îmkan dan min.
Ji rojnameya Rîza Taza ra jiyaneke dirêj û ji xweişka Bêlla Stûrkî ra jî jiyanek bêderd û kul, jiyaneke dilşa û bextewar dixwazim…
Bi hêviya sala 2018a ji bo gelê min bibe salekexweştir, saleke bidestxistana azadî û serxwebûnê

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE