25 december 2017

Vê qerarnameyê kuştina kurdan serbest kiriye

Ev qerarnme pir û pir tahlûke ye, kuştina kurdan serbest dike…
Hukûmetê do Qerarmaneyek di Hukmê Qanûnê(QHQ) da derxist. Ev qanûna bi jimara 695 û 696 do di Rojnameya Resmî da belav bû.
Nav yê hukûmetê ye lê meriv kane bibêje qanûna Recep Tayyip Erdogan e. Û qanûna serbestkirina kuştina kurda ye.
Di vê Qerarnameya Hukmê Qanûnê ya dawî da madeyek pir û pir tahlûke heye:
Made wiha ye:
”Heger welatiyek ji bo rê li ber tevgerên terorîstî û bûyerên berdewamiyên wan bigre derbasî hereketê bibe(yanî li yekî xe ya jî yekî bikuje) nayê mahkimekirin.”
Ev qanûn rasterast destûra kuştina kurda ye. Bi vê kî bixwaze kane kurdan bikuje û bibêje ”erê min kuşt, çimkî terorîst bû, pesnê rêxistina terorê da lema min kuşt."
Û li gorî vê Qanûna bi jimara 695 û 696 tu dadgeh nikane wî kesî ceza bike. Çimkî qanûn dibêje ew kane ”terorîstekî” bikuje û ji bo vê jî neyê mahkimekirin û ceza nebe.
Bi baweriya min ev qerarname ji bo kurdan hatiye derxistin, ji bo faşîst jî, kesên siwîl jî êdî kanibin kurdan bikujin. Li tu dera dinyayê, li weltê herî paşdamayî ne mimkûn e qanûneke wiha hebe, dewlet bi qnûnê mafê kuştinê bide însanan, bibêje hûn kanin "terorîstan bikujin."
Li gorî vê qerarnameyê kî ji kê hez neke kane bikuje û bibêje "terorîst bû" min kuşt...
Dibê tavilê hemû partî û baroyên abûqata derbasî hereketê bibin û ji bo betalkirina vê qerarnameyê li hukûmetê gilî bikin, mijarê bibin Dadgeha Mafê Mirovan ya navnetewî, bibin dezgehên navnetewî.
Mesle pir cidî û tahlûke ye.
Li Tirkiye li dijî kurdan atmosfereke pir ne xweş heye, bi milyonan sîleh li hin kesan hatine belavkirin, li Tirkiyê bi hezaran faşîst û kesên amadene kurdan bikujin hene.
Lema jî dibê hemû partiyên kurd, hemû baroyên abûqatan yên Kurdistanê û yên Tikiyê bi hev ra li dijî vê qanûna kuştina kurdan serbest dike derkevin û di warê demokratîk da protesto bikin, li mafê xwe bigerin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE