24 december 2017

Em li ber tunebûnêne lê haya dinyayê ji me tuneye

Ji bo 6-7 milyon yahûdîyên di Şerê Çîhanê yê Duyem da ji alî nazîyan ve hatin kuştin gotina Holokost tê bikaranîn.
Di sedsala 18a da ji bo tehcîr û komkujiya rûsan ya li hemberî yahûdiyan pogrom tê gotin.
Ji bo jenosîda rejîma Îttîhat û Terakkîyê li hemberî ermeniyan kir qira ermenîyan, paqijkirina koka ermeniyan, komkujiya ermenîyan tê gotin.
Ji bo irqçîtiya dewleta Afrîqa Başûr ya li hemberî reşikan Apartheid tê goton
Yanî nav li komkujiyên ermenîyan, yahûdiyan û reşikan hatine kirin, dinya zane zulm li van miletan hatine kirin û ev yek bûye tarîxeke navnetewî, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê van qetlîaman qebûl dike.
Em kurd jî herî kêm ev 150 sal in bi rengekî bênabên û bi gireseyî tên kuştin, bajar û gundên me tên wêrankirin, bi milyonan kurd ji Kurdistanê tehcîr bûne, bi milyonan kurd bi darê zorê bûne ereb, faris û tirk, bi milyona tirk faris, tirk û ereb li welatê me hatine bi cî kirin, lê hîn jî navek li jenosîda me nehatiye kirin.
Ereban em enfal kirin, çekên kîmyawî bi kar anîn.
Îro tiştê li Îraqê, li Tirkiyê û li Sûriyê tînin serê kurdan ji Pogromê û Holokostê ne kêmtir e.
Lê haya kesî ji me tuneye.
Lê dinya hîn jî nizane tiştê hatiye serê ermeniyan, yahûdiyan û reşikan hatiye serê me kurdan jî û ev jenosîd nuha jî berdewam e.

XXX


Cergî tê bîra min, ji roja min xwe nas kiriye û vir da ye derdê me ji kêfa me, rojên me yên reş ji rojîn me yîn xweş, cejn û eydî û sersalên me yên bi êş û şîn tim ji yên bi kêf û şahî bêtir in..
Dewletên faris, ereb û tirkan tu carî nehîştine em eydîyekê, Newrozekê, sersalekê bi kêf û dilşadî pîroz bikin. Em wek milet di her cejn, eydî û sersalê da tim xemgîn, dilşikestî, heznî û şînî ne...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE