24 december 2017

Gurrîyo navê min li te kumê min li serê te

Serokê Tirkiyê û serfermandarê Wêrankirina Şirnexê û 12 bajarên din yên Kurdistanê li Şirnexê ji şirnexiyan ra gotiye, ”ez ji we dixwazim hûn van herdu partiyên faşîst(CHP û HDP)bavêjin ser sergot.
Gurrîyo navê min li te, kumê min li ser te...
Belê we şaş nexwend, Erdogan ji CHPê û HDPê ra gotiye partîyên faşîst !
Ne Erdoganê hebûna kurdan nas nake, dibêje "yek dewlet, yek milet, yek al, yek welat û yek ziman", lê partîyeke HDP faşîst e...
Zalim û zorba him bêûjdan û him jî bêheya ne….
Lê ji gotinên Erdogan bêtir tiştê meriv xemgîn dike, li Şirnexê hîn AKP û kurdên xwe dikin qurbana Erdogan hene.
Û Erdogan, qumandarê wêrankirina Şirnexê hîn jî kane here Şirnexê û li ruyê şirnexiyan binêre û ji şirnexiyan ra bibêje HDP û CHP faşîst in û dibê şirnexî rayên xwe nedin wan, bidin qumandarê qetlîam û wêrankirina Şirnexê…
Ez tu gazanin ji Erdogan nakim, mêrik xwedî dewlet e, polîs û leşkerên wî hene, bi zora xwe çûye Şirnexê.
Lê tiştê meriv diêşîne hîn jî li Şirnexê AKP heye, hîn jî şirnexîyên ji Erdogan ra li çepikan dixin hene…

XXX
Rojekê heqîba Meleyê Meşhûr(Xoce Nesredîn) ji ber veşartin.
Mele bala xwe dayê heqîba wî tuneye. Bi hêrs û bi tehdît got, ”ez ji we ra dibêjim zû heqîba min bînin, heger heqîb neyê ez zanim ezê çi bikim !”
Piştî heqîba wê danê jê pirsîne, gotin:
”Mele, me heqîb nedîta te yê çi bikira?”
Mele got:
“Ma minê çi bikira, li malê cileke me heye, minê ew bibiriya û bikira heqîb...”
Dibê meriv ji her gefê zêde netirse…



XXX
Dil û aqil hin caran li hev nakin. Dil dixwaze rastiyê bibêje, lê aqil îtîraz dike, dibêje bîna xwe fireh bike, biaqil be…
Meriv dimîne di orta xelîl û celîl da, nizane bi ya kê bike…
Ya rast dibê meriv carnan bi ya dil û carnan jî bi ya aqil bike…
Lê problem merivê kînga bi ya kê bike?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE