27 december 2017

Çima blogerên mêr ji yên jin pirtir in?

Em hemû zanin blogerên bi kurdî dinivîsin ji blogerên kurd ên bi tirkî dinivîsin pir hindiktir in.
Lê bi qasî ez dibînim di nava blogerên bi kurdî dinivîsînin da blogerên jin(pîrek)pir hindik in.
Di vî warî da di destê min da tu jimar û îstatîstîkek tuneye, ez tenê li gorî çavdêrî û blogên ez rastî wan hatime dibêjim.
Ev demeke ez vê bêbalansiya di nava blogerên mêr û jinan(peya û pîrekan) da meraq dikim.
Çima blogerên jin yên bi kurdî dinivîsin ji blogerên mêr pir kêmtir in?
Bi kurdî qesta min tenê kurmancî ye.
Gelo di nava blogerên kurd ên bi tirkî dinivîsin da jî rewş wiha ye?
Yanî di nava blogerên tirkî da jî mêr ji jnan zêdetir in?
Heger wiha be çima wiha ye?
Çima jin jî bi qasî mêran nanivîsin, nabin bloger?
Bi qasî ez dibînim nivîsakar, şair, çîroknivîs û romannivîsên mêr jî ji jinan zêdetir in.
Heger ev texmîna min rast e, çima wiha ye?
Nufûsa jinan ji ya mêran hinekî zêdetir e. Lê nivîskar, şair, edîb û blogerên jin ji mêran kêmtir in.
Gelo sebeb çi ye?
Gelo jinên xwenda yanî jinên diçin dibistanê ji mêran hindiktir in lema?
Ya jî sebebekî din yê vê bêbalansiyê heye?
Kesên di vî warî da xwedî fikir û dîtin in fikirên xwe bibêjin ezê pir kêfxweş bibim.
Ez pir dixwazim jimara nivîskar, edîb, şair û blogerên jin zêde bibe. Di siyasetê da jî ez eynî tiştî dixwazim.
Ez hebûna şair, nivîskar, edîb û blogerên jin, siyasetmedarên jin ji bo pêşketina ziman û edebiyata kurdî, ji bo pêşketina civata kurd pir muhîm dibînim.
Hebûna nivîskar, edîb û blogerên jin bi qasî hebûna jinên hunermend, stranbêj muhîm e. Muzîkek bêyî dengê jinê wek bedeneke seqet e, nîvçe ye.
Bi baweriya min edebiyata mêr û jinan hinekî cihê ye. Çimkî dinya jinê, hestên wê, çavdêrîyên wê yên li evînê û li bûyeran û heta zimanê wê jî cihê ye, ne wek yê mêran e.
Dibê jin jî têkevin dinya mêran û wan taswîr bikin û bi çavên jinê bi me bidin nasîn.
Du roj berê hin blogerên kurd biryara avakirina komeleyeke blogerên kurd girtin. Dibê ev hevalên bloger vê meselê di nava xwe da minaqaşe bikin û li ser vê mijarê fikirên xwe û pêşniyarên xwe bibêjin...

Rojda Yashik Bersîva van pirsan pir kûr û dirêj e loma jî naxwazim hema çend sedemên klişe bidim derbas bim. Heya ku bi berfirehí rewşa heyî neyê têgihîn, hemû gotinê nivcî û kêm bin. Lê belè, kesên zayenda wan jin û bi kurmancî blogan dinvîsin jî henin. Gorî rewşa heyî kêmtiya wan na, hebûna wan balkêş e.

Zinarê Xamo Rojda xanim, hebûna blogerên jin helbet baş e û min gelkî kêfxweş jî dike. Lê xwezî te çend sebebên kêmbûna wan gotiba. Bi negotinê, bi veşartinê, bi minaqaşenekirinê gelş ji ortê ranbe, jimara wan zêde nabe.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE