Tu carî ne dibin ”tez” û ne jî ”sentez”, tim ”antîtez” in.
Siyasetmedar, serok û partiyên kurdan çi dikin, li gorî van kesan ne baş û xerab dikin...
Miheqeq jê ra qusîrekê, kêmasiyekê, nêteke xerab û qulpekê dibînin.
Li gorî wan di nava kurdan da tenê ew “hamîhama û xwediyê aqil û fahman” in, ew kûpê aqil in, bêyî wan hemû siyasetmedar û serokên kurdan kesên beradayî ne û tiştên tiroviro dikin û dibêjin.
Aqil tenê li ba wan heye, berî her karî dibê meriv here bi wan bişiwêre...
Dema kurd tifaqê nakin şaş dikin, tifaqê dikin dîsa şaş dikin.
Bi hev ra napeyivin, ji hev ra xebera didin şaş dikin.
Li hev tên, dibin dostên hev, dev ji berberî û djminatiyên hev berdidin û bi hev ra berê xwe didin dijmin, dîsa şaş dikin.
Welhasil tu dew tîr jî dikî qusûrekê lê dibînin, tu rohn jî dikî qusûrekê lê dibînin.
Tu xwê nakê, dibêjin bêxwê ye, tu xwê dikê, dibêjin şor e.
Tu carî ne mimkûn e ku ji tifaqekê, ji xebatekê, ji fikrekê, ji siyasetekê ra bibêjin baş û rast e, miheqeq kêmasiyekê, qusûrekê dibînin.
Ji ked, xebat û fedekariya bi milyonan însanî ra çavên wan kor û guhên wan kerr e, çavên wan tu carî xebateke baş nabînin, tim kêmasî û xerabiyê dibînin.
Ne tenê siyaset û xebatên dibin, însanan jî naecibînin, li gorî wan hema hema hemû siyasetmedar û serokên kurdan nezan, durû, keysparêz, menfeetparêz, sextekar, bêpirensîp yanî ji bin da ne tu tişt in û weselam.
Di nava kurdan da yên herî zana, biaqil, siyasetzan, dûrbîn û xwediyê hin meziyet û keramtên îlahî tenê ew in.
Lê çi hîkmetî îlahîye nayê zanîn, axirê ev celeb însan tu carî nikanin bibin destiyê çaqoyeke ko jî, her roj li vir û li wir xwe diçirînin, dikin nakin kes guh nade nade wan.
Weke sazbendê ji xwe ra lêxe û ji xwe ra bilîze, ew jî ji xwe ra dibêjin û ji xwe ra dinivîsînin.
Siyasetmedarên xelkê mezin dibin biaqil dibin, bi kamilî, tehamul û bînfireyiya xwe ji xortan ra dibin nimûne, yên me mezin dibin bi xwe da dikin, dibin weke zarokên şerûd, fêsadî û nerindî dibe karê wan….
Tu carî gotineke xêrê ji devê wan dernakeve, rojê hinekan di ber xwe ra dikin û dikin hedefên tîrên xwe yên jahrî…
Kesên ku tim dibêjin "ez û ez" û tu carî bi kesî qayil nabin kesên bêkir in, weke dara bêber in, dibê meriv zêde guh nede wan, hema heta ji wan tê bira pesnê xwe bidin...
Û her tişt û xebata ku ew li dij bin dibê kurd bizanibin ku ew tişt û ew xebat baş û rarast e.