16 juni 2011

Cotkar rûvî û ker

Hebû tunebû, cotkarek hebû. Ew her roj diçû ser erdê xwe û cotê xwe dikir.

Rûviyek jî bûbû hogirê wî, tim diçû ba wî yek kurtêl dixwar. Rojekê rûvî bala xwe dayê cotkar qayişa xwe ya cot li ku vedişêre. Gava cotkar çû mal, rûvî çû qayiş ji dewsa (cîyê) wê derxist û bir da diya xwe. Û ji diya xwe ra got:

-Dayê, vê qayişê veşêre, ewê rojekê bi kêrî me bê.

Roja din dema cotkar çû cotê xwe bike, bala xwe dayê ku qayişa wî ne li cîyê xwe ye. Ji xwe ra got:

- Hebe tunebe, ev karê rûvî ye, miheqeq wî dizî ye.

Hîn ew ji xwe ra wiha difikirî, kerek hat ba wî û jê ra got:

- Cotkaro, tu çima wa bînteng û bi fikar î, ma qey derdekî te heye?

Cotkêr got:

- Ma ez ne bi fikar bim kî ewê bi bifikar be! Rûvî qayişa min dizîye. Û bê qayiş jî ez nikanim cotê xwe bikim. De îcar ez nefikirim bira kî bifikire?

Kerê got:

- Heger ez herim qayişa te ji te ra bînim, tu yê min xwedî bikî?

Cotkêr got:

- Soz ji te ra, heger tu qayişa min bînî ezê heta û hetayî te xwedî bikim.

Cotkêr û kerê bi vî hawî li hev kirin û ker çû. Bi şev, gava dinya baş tarî bû, ker çû li ber qulika rûvî, fena ku mirar bûbe, xwe li erdê dirêj kir. Serê sibê dema rûvî derket der, dît ku li ber devê qulika wan sosretek mezin qewimîye, kereke tu dibê ecêb li ber qulika wan mirar bûye. Rûvî ji kêfa bi hewa ket, bi lez vegeriya qulika xwe û ji yên hindur ra got:

- Hela zû werin alî min bikin. Xwedê qismetek ji me ra şandiye ber deriyê me. Kerek li vir mirar bûye, werin em bikşînin hindur.

Giş çûn bi kerê wer hatin, lê kirin nekirin, nikanîbûn ker bikşandana hundur. Gava rûvî dît bi vî hawî ew nikanin berata kerê bikşînin hundur, deng li diya xwe kir, jê ra got:

- Dayê, ma tê bîra te wê rojê min qayişek dabû te, hela here wê qayişê ji min ra bîne. Ezê wê bavêjim nava xwe û pê berata kerê bikşînim hindur.

Diya wî çû qayiş ji hindur anî. Gava rûvî qayiş avêt nava xwe û hustukira kerê û xwest kerê bikşîne hundur qulikê, kerê ji nişka ve hêzî ser xwe kir û da çargaviya û rûvî jî pê ra kaş bû. Ew beziya û rûvî jî li dû kaş bû, heta ku çûn gihîştin ba cotkêr.

Cotkêr qayişa xwe ji nava rûvî û ji hustukira kerê vekir û pê rûvî baş hingavt. Rûvîyê reben bi zor xwe ji nav lepên cotkêr filitand.

Lê ker ma li ba cotkêr û êdî bi tu derê da neçû.

Dibêjin ji wê rojê û vir da ye ker jî wek gelek heywanên din kedî bû,  ma li ba însên.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE