25 juni 2011

Tirsa şêr û fîl

Dibêjin rojekê şêr rabû çû ba fîl û jê ra qala derd û kukên xwe kir. Ji fîl ra got:
- Bira, jiyana min ne tu jiyan e, ez ji ber xwe û ji ber nav û dengê xwe fedî dikim. Herçiqas navê min wek serdarê hemû lawiran (heywanan) derketibe jî, lê ya rast ez ne layiqî vî navê xwe me. Wek tu jî zanî, ez heywanekî mezin im, gelkî bi hêz im û pirr jî xurt im. Heywanên daristanê hemû ji min ditirsin. Diranên min wek şûran in, bi wan ez kanim te ji hev zîfêl zîfêlî bikim. Lê li gel vê hêz û xurtiya min jî ez ji dîkekî ditirsim. Bi bihîstina azana dîk ra hinavê min diqete, çongên min dikevin ber min û ez qudûmşikestî dibim. 

Dema şêr, ji fîl ra qala vê tirsa xwe ya ji dengê dîk dikir, fîl ji alîkî da him bi baldarî lê guhdarî dikir û him jî herdu guhên xwe yên şekalî bi hawakî bênabên tim dilivandin û ew serê xwe yê mezin jî tim bi vî alî û wî alî da li ba dikir. Fena ku bênabên tiştek ji xwe diqewitand.

Vê yekê bala şêr kişand, bi meraqdariyeke mezin ji fîl pirsî, got:

- Birakê fîl, li qusûrê mêze neke, lê min meraq kir, lema jî ezê bipirsim. Ji vêsê da ye çima tu wer guhên xwe dilivînî û serê xwe li ba dikî?

Fîl mizicî, got:
-Ma qey tu nabînî? Ji serê sibê da ye li dora guhên min vingevinga kelmêşeke pîsik e, rehetiyê nade min. Heger ew têkeve guhê min mala min şewitî. Ji ber vê yekê jî ez guhên xwe tim dilivînim ji bo ku ku ew nekeve guhên min.

Şêr keniya, got:
- Birayê delal, ji bo ku ez ji dîkekî ditirsim, min gazinên xwe bi te kir, min derdê xwe ji te ra got. Lê qet nebe dîk ji kelmêşê mezintir e. Dîyar e tirsa her kesî ji tiştekî heye, tu kesê netirse, bêtirs tuneye.
Lê li qusûra min nenêre, tirsa te ya ji kelmêşekê jî hinekî zêde ye. Ya baş ew e ez gazinan zêde ji tirsa xwe nekim û şikiriya xwe bi halê xwe bînim. Tiştê min nuha fêm kir, tu kesê bêderd tuneye.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE