14 juni 2011

Serpêhatiya kund

Dibêjin rojekê çûkên (teyrên, balindeyên) dinyayê hemû li hev kom bûbûn, ji bo ku li ser hin gelşên xwe bipeyivin û wan çareser bikin.


Li dera(ciyê) ew lê kom bûbûn, di nav tûmek gîha da guleke sor a gelekî xweşik bala wan kişand.

Gul hewqasî xweşik bû ku dilê çûkan hemûyan bijiyayê. Gişan gotin dibê ev gul ji min ra be.

Piştî minaqeşe û xirecireke dûr û dirêj, biryar dan gulê bidin çûka herî xweşik.

Qertel bû qazî.

Ji bo ku xweşikiyên xwe îspat bikin, çûk yeko yeko derketin pêşberî qazî û bejn û balên xwe bi nazdarî nîşanî wî dan.

Di nava wan da ji tûtîyê(papaxanê) circirokî û şerûd bigire, heta bi teyrê tawizê pindrengîn, ji çûkên biçûk û bilbil bigre, heta bi kevok û qijika qitranî gelek çûk hebûn.

Lê ji bo qazî dîsa jî hilbijartina çûka herî xweşik ne hêsa bû. Her kesî digot çûka/teyrê herî xweşik ez im û lema jî dibê gul ji min ra be.


Di nava vê xirecirê da hew carê dîtin kund got pirt û hat li hember wan venişt û got:

- Destûrê bidin ezê gelşa we çareser bikim.

Gotin:

-Tu yê çawa çareser bikî?

Kund bi hawakî ji xwe bawer got:

- Bi baweriya min xirecira we belasebeb e. Ji ber ku ez ji we hemûyan xweşiktir im û lema jî dibê gul ji min ra be..


Çûk hemû bi vê pozbilindiya kund keniyan. Gotin:

- De wê da biterqize! Hema dinya jî xera bibe tu ne çûkê herî xweşik î.
Qazî mîkutê xwe li masê xist, peyva wan birrî, got:

- Ji xwe va ye dereng e, bira niha her kes here mala xwe. Sibe tê xêr vêra, sibe emê yê herî xweşik hilbijêrin û gula sor wek diyarî bidinê. Îro êdî dereng e.

Bi şev, piştî ku çûk giş lûsiyan(raketin), kund firek da xwe û çû gul dizî. Û dûra jî ji xwe ra got:

- Çaxa ew vê xweşikiya min xelat nekin, ez bi xwe kanim xwe xelat bikim. Bêyî min ev gula ne layiqî tu çûkek din e.

Roja din gava çûk pê hesiyan ku kund gul dizîye, giş gelkî xemgîn û dilşikestî bûn. Qertel bi hêrs got:

- Dibê kund were cezakirin!

Dîksilêman got:

- Ji bo ku wî gul bi şev dizîye, dibê ji niha û pê ve ew bi roj nefire.

Baz, serê xwe hejand, got:

- Rast e, dibê ew bi şev bibîne, lê bi roj nebîne.

Beytikê got:

- Piştî ku ew xwe hewqasî mezin û di ser her kesî ra dibîne, dibê ji niha û pê ve ew tim tenê be û bi tenê bijî.

Qertel biryara xwe da, got:

- Rast e, ewê wiha be û heta û heta jî wiha bimîne! Tu kesê nikanibe vê birayarê biguhere !

A dibêjin ji ber vê yekê ye kund teyrekî şevê ye û bi roj nafire. Dema çûkên din bi roj, bi tesadufî rastî wî tên hemû ref bi ref, wek mozên azirî li dora wî dikin qerepere û vîçevîç û heta nava daristanê bera wî didin. Nahêlin ew bi roj bifire...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE