13 juni 2011

Piştî 43 salan dîsa diçim Mêrsînê

Ji 9-ê hezîranê û virda ye min wext nedît ku nivêsên li ser gerra xwe bidomîmim. Di nivîsa xwe ya dawî da ez ji Dîlokê(Entabê) bi rê ketibûm û piştî 43 salan min berê xwe dabû Mêrsînê ba birayê xwe Berzan.


Ez bi otoboza ”Oz Diyarbekir”ê danê esir ji Dîlokê bi rê ketim. Xortekî diyarbekrî li kêleka min rûnişt.


Me bîstekê sohbet kir lê min bala xwe dayê ne yekî li gor min e, dixwest ji xwe ra li filîm û muzîkê guhdarî bike.


Li pişt her kursiya otobozê ekraneke telewîzyonê hebû, meriv dikanîbû him li filîman û him jî li muzîkê guhdarî bike.


Par ez bi otobozê çûbûm Wanê, lê nayê bîra di wê otoboza me da jî ev sîstem hebû y ana.


Axir heger hebû jî min qet venikir.


Loma jî ev cara pêşî bû ku min bi otobozeke bi telewîzyon rêwîtî dikir. Ji bo min tiştekî nuh û pir modern bû.


Li Swêd ez rastî tiştekî wiha nehatime.


Lê li Kurdistana Azad ev sîstem di hemû texsiyên tîcarî da hebû, yanî hemû texsiyên tacîrî bi telewîzyon bûn.


Ji xwe li wir jî devê min ji hev çûbû û min gotibû, bavooo, ev çi ye?


Bîstekê min li der û dora xwe mêze kir û qet dest neda telewîzyonê. Lê dû ra min ji meraqan pê lîst û xwest vekim.


Lê min kir nekir ez ji heq derneketim.


Yê kêleka min dît ku ez merivekî ecemî me, midaxele kir û nêşanî min da ku meriv çawa vedike û çawa li filîm û muzîkê guhdarî dike…


Filîmên tirkî ji xwe ez qet lê temaşe nakim, çimkî ez ji zimanê wan aciz im, pir ne mecbûr bim naxwazim bipeyivim jî.


Neyse min hêdî hêdî li ber da, min hew carê dît ku wa ye stranên kurdî jî hene. Ez ji kêfa firiyam.


Min tavilê telefonî Yilmazê(Selîmê) licî kir û min got, lawo Yilmaz, ezi di otoboza Diyarbekrê da li muzîka kurdî guhdarî dikim.


Efendî berê dizanîbû tiştekî wiha heye, loma jî got ”Oz Diyarbakir” ?


Min got erê, got hela telefonê bide mawîn…


Min telefon da mawîn ew herdu licî bi hev ra peyivîn.


Ji min ra got, min temiya te lê kiriye…


Ez bûm weke erebê ku çav li penêrê ter keve, min guhuk êdî ji guhê xwe dernexist…


Otoboz jî êdî new eke yên berê ne, cixare kişandin qedexe ye, avê, çayê, qahwê û li ber jî piskwîtekî didin meriv.


Yanî qalîteya serwîsê jî pir baş bûye.


Ji ber ku ji sala 1980-î vir da bû min riya nabêna Edenê û Dîlokê nedîtibû, loma jî li hember guhertin û pêşketinên der û dorê û wan riyên xweş, otobanên nizanim çend şirît ez matmayî mabûm.


Ew çiya, ”Gavur Dag” ê bi heybet ku hetanî Osmaniyê weke marekî rast û çep doş dibû êdî nemabû, bûbû riyeke dûz û otoban.


Di tu riyê da dewxa min nediçû, verşiya min nedihat, tenê di riya  nabêna Mêrdîn û Diyarbekrê da dema ku ez bi texsiyê biçûyama û di riya ”Gavur Dag”ê da ez xera dibûm, verşia min dihat.


Lê çcar rê pir xweş bû, meriv dixwest li xwezayê jî temaşe bike.


Min hew dît em li Edenê ne.


Çawa bû, çend saetan ajot ez nizanim û nayê bîra min, lê min dît ku em li xeraca Edenê ne.


Min bala xwe da rêwiyên otobozan piraniya wan kurd bûn, karkir bûn. Zêdebûna jinan bala min dikişand.


Li xeraca Dîlokê jî piraniya rêwiyan ji alî me me bûn, ji Diyarbekrê, Mêrdînê, Rihayê bûn.


Min dişiband wan.


Piştî Osmaniyê û Edenê otoboza me êdî vala bû. Û piştî Tarsûsê jî hema hema kes tê da nema.


Nuha nayê bîra min saet çand bû ez gihîştim.


Ez bawer dikim otoboza me nîv saet bi derengî gihîşt Mêrsînê.


Berzan bi heyecan li bende min bû.


Heyecana min jî ji wî ne kêmtir bû. Otoboz sekinî, ez daketim, em li jêr li hev piçikîn. Min baweila xwe girt û em ketin rê.


Em çûn li texsiyekê siwar hatin. Şufêr û Berzan nasê hev bûn. Şufêr yekî di salê min da bû, ya ji Meletiyê ya jî ji Adiyamanê bû. Elewî bû…


Lê ew û Berzan bi hev ra bi tirkî dipeyivîn.


Min ji şufêr pirsî, gelo ew bi kurdî dizane ya na, got dizanim lê ne pir baş. Min bi kurdî dom kir, min bala xwe dayê kur kurdiya wî pir baş e.


Min sohbet hinekî germ kir, min dît ku ne kurdiya wî tenê, weke şexs jî kurdekî şiyar û bi xîret e.


Ji ber ku em bi texiya wî diçûn kêfa min hat.


Ez êdî li Mêrsînê, li mala Berzan bûm…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE