- Ev halê min ne tu hal e, ez rojekê têr im, deh rojan birçî me. Lê heger min postê mîhakê li xwe kira wê gavê kesî ez nas nedikirim, ezê bi rehetî têketama nav kerî û minê têra dilê xwe ji xwe ra bixwara, bêyî ku şivan û kûçik jî bi min bihesiyana.
Wiha fikirî û dûra çû ji xwe ra postê mîhakê peyda kir, postê xwe li xwe kir û çû ket nav keriyek pez.
Post hewqasî baş li xwe kiribû meriv ew ji mîhakê nedigerand, meriv digot belkî bi rastî jî ew mîhî ye.
Ji ber vê yekê jî şivên ew nas nekir, ew jî bi şev bi kerî ra bir xist gomê. Dûra jî deriyê gomê baş lêkir û çû.
Lê demeke kin di ser ra derbas nebû şivan bi paş da hat, mîvanên wî hebûn, dibê mîhak bibira ji wan ra şerjê bikira.
Ji qeza qudretê ra mîha ku şivên bi serî girt, gur bû. Kêra kalanî di destê wî da û da hustuyê gur.
Dema gur dît ku mirin e, hema got çirp û ji nava post baz da, xwe di ser dîwarê gomê ra hol kir, ruhê xwe bi zor ji destê şivên xelas kir.
Dibêjin ji wê rojê û vir da ye gur hew dikevin postê mîhan…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar