22 juni 2011

Rûvîyê xwe bi şêr ra rewisand

Dibêjin hebû tunebû, şêrek hebû. Rojekê di nêçîrê da rastî rûviyekî hat. Şêr bala xwe dayê halê rûvî ne tu hal e, pûrta wî rûçikîye, ji birçîna zikê wî bi neweqê va zeliqîye, bi zorê xwe li ser nigan digire.

Şêr li hemberî vê jarî û perîşaniya rûvî şaş ma, jê pirsî, got:

- Rûvî, ma çima tu ketiye vî halî û wiha perîşan bûyî?
Rûvî bi hustuxwarî keserek kûr kişand û got:
- Ey serdarê mezin, îsal ji min ra pir xerab hatiye, ez dikim, nakim, nikanim tu nêrçîrê bikim, tiştek bi ber qîlê min nakeve. Ji ber vê yekê jî ez mame hestî û çerm û dikim ji birçîna bimrim.

Şêr got:
- Ma tu dixwazî ku ez zikê te têr bikim?
Rûvî got:
- Welehî tu û mezinayîya xwe, ku tu çêyiyeke wiha bi min bikî, ezê heta û heta minetdarê te bim.
Şêr got:
- Wê demê baş li min guhdarî bike, min ji te çi pirsî, dibê tu bersîva min bidî. 
Rûvî got:
-Baş e ez xulam, tu çi bibêjî wek te.
Şêr got:
- Çavên min çawa ne?
Rûvî got:
- Çavên te çavên şêra ye.
Şêr got:
- Serê min çawa ye?
Rûvî got:
- Serê te serê egîd û fêrisa ye.
Şêr got:
- Diranên min çawa ne?
Rûvî got:
- Diranên te wek xençer û şûran e.
Şêr got:
- Lepên min çawa ne?
Rûvî got:
- Lepên te lepên serdar û şêra ye.
Şêr got:
- Baş e, wê demê rabe bide pey min.
Rûvî rabû da pey şêr. Pir çûn, hindik çûn, gihîştin mêrgekê. Mêrg tije hesp, hêstir û dewar bûn. Şêr bergîreke qelew raçav kir û êrîş bir ser, lepek lê da û li erdê dirêj kir. Û dû ra jî ji rûvî ra got:
- De were bixwe û zikê xwe baş têr bike.
Rûvî hema zû zûka ket ser goşt û zikê xwe baş têr kir.
Rûvî çend rojan, tim çû û hat û li beratê çêriya, heta ku hinekî bi ser xwe va hat.Û wer bawer kir ku çavên wî jî wek yên şêr êdî sor bûne.

Di ser vê bûyerê ra demek dirêj derbas bû, rojekê rûvî rastî rûviyekî din hat. Ev rûvî jî wek wê dema wî ya birçîbûnê, jar û belengaz bûbû, newqa feqîro ji birçîna bi hev va zeliqî bû. Bi zor xwe li ser niga digirt. Rûvî jê ra got:
- Bira, ma tu çima wiha pir jar ketiyî û perîşan î, Derdê te çi ye?
Rûvîyê jar jê ra got:

- Bira, ma tu nizanî îsal sala xelayê ye? Em giş dikin ji nêza bimrin. Serê rojan e min nêçîrek nekiriye, çêniyek goşt bi devê min nebûye. Ez bi zikê birçî li van deran digerim. Ji ber vê yekê jî ez ziîf bûme, ketime vî halî.
Rûviyê çavsor jê ra got:

- Wê demê baş guh bide min, min ji te çi pirsî tu bersîva min bide. Heger tu bersîvan rast bidî soz, ezê zikê te têr bikim.
Rûviyê jar got:
- Heyran, hema tu çi bibêjî wek te, tenê tu zikê min têr bikî bes e.
Rûviyê çavsor got baş e û dest bi pirsên xwe kir, got:
- Çavên min çawa ne?
Rûviyê jar got:
- Çavên te çavên rûviya ye.
Rûviyê çavsor got:
- Na bira, te şaş got, dibê tu wiha nebêjî.
Rûviyê jar got:
- Le ez bibêjim çi?
Rûviyê çavsor rabû ew bersîvên ku wî dabûn şêr, yek bi yek fêrî wî kirin û got, dibê tu wiha bersîvê bidî min.
Rûviyê jar got:
-Baş e ez benî, tu çi bibêjî wek te.
Rûviyê çavsor dîsa dest pê kir, got:
- Çavên min çawa ne?
- Rûviyê jar got:
- Çavên te çavên şêra ye.
Rûviyê çavsor got:
- Le serê min çawa ye?
Rûviyê jar got:
- Serê te serê egîd û fêrisa ye.
Rûviyê çavsor got:
- Diranên min çawa ne?
Rûviyê jar got.
- Diranên te wek xencer şûran ne.
Rûviyê çavsor got:
- Lepên min çawa ne?
Rûviyê jar got:
- Lepên te lepên serdar şêra ye.
Rûviyê çavsor got:
- Baş e, wê demê rabe bide dû min, tu yê nuha bi çavên serê xwe derbên mêran bibînî.
Rûvîyê jar da dû(pey)rûvîyê çavsor. Pir çûn  hindik çûn, gihîştin mêrgekê. Mêrg tişte heywan bûn. Rûvîyê çavsor wek şêr, wî jî bergîrek qelew di çav xwe ra kir û ji par ra êrîş bir ser bergîrê, xwe çindî ser kir û bi hemû hêza xwe lepek lê xist.
Wî wer bawer dikir ewê jî wekî şêr, bi derbekê ra bergîrê wergerîne erdê û bike term.
Lê wek wî derneket. Bergîrê zîtikek baş da qefesa rûvî, ew li erdê kir çît û berda.
Rûviyê jar dema hevalê xwe li erdê di wî halê nîvmirî da dît gelkî tirsiya û tavilê ji wir bi dûr ket û dûra jî hinekî bi tinazwarî ji rûviyê çavsor ra got:
- Bira, weleh min zanîbû tu ne şêr î, lê te xwe li ber çavên min dikir şêr. Bi hêviya ku ewê çêniyek qoşt bi destê min keve, min jî ji fortên te ra got belê tu şêr î! Lê wa ye te jî dît bi fortan rûvî tu carî nikanin bibin şêr…
Rûviyê çavsorî ji şerma dengê xwe nekir. Dûra herdu bi teqala hev ketin û ji wir çûn.
Xemîşoka min li dîyara, rahme li dê û bavên guhdaran...

Rewisand: şêr hesiband, bi çavê şêr li xwe nêrî.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE