24 augusti 2008

Çend gazinên bêhemdî

Merheba!
Birayên delal, xwendevanên hêja!

Hefteya borî min ev nivîsên li jêr nivîsîn. Bi şev û roj min zora da xwe ji bo ku li hember dijmin û hin ”kêmaqiliyên” me kurdan bêdeng nemînim.

Heta ji min hat, min dijmin bê bersîv nehîşt !
Yanî min wezîfa xwe ya ”netewî” bicî anî.

Nuha jî dora we ye.

Yanî bi gotineke din, xwarin hazir e, sifre raxistîye. Tenê ez ji we ra dibêjim werin, kerem bikin ser sifrê!

Yanî ez dixwazim bibêjim, hûn jî ji kerema xwe ra hinekî xwe biwestînin û van nivîsên min yên mişt ”aqil”, teorî û taktîk bixwînin.

Bixwînin û kultur û zanebûna xwe pêşda bibin, feraset û asoya xwe ya siyasî firehtir bikin.
Xêra Xwedê!

Qurişekî we li nivîsan naçe.

Hertişt tê ber nigê we.

Xizmeteke wiha li tu dera cîhanê tune ye.

Ez rebenê Xwedê di vî emrî da her roj halê xwe dikim hal, xewa şevan li xwe diherîminm, ji bo ku we bê nivîs nehêlim, ji bo ku çend gotinan ji bo vî ”miletî” li hev bînim.

Dibe ku hin nivîsên min ne bi dilê we be, hin şirove û reaksiyonên min ji bo we wek jipestpeyivîna kalekî be.

Ji bo gelekan wek leqleqên vala, tiştên tewşomewşo û pelapûçî bin.

Li gor baweriya min ev jî tiştekî nor mal e, ez xwe pê aciz nakim.

Ji ber, çawa ku dest di ser destan ra ye, her wisa aqil jî di ser aqil ra ye.

Loma jî ez dizanim kêm be jî di nava xwendevanan da miheqeq çend kesên ji min ”piçekî” biaqiltir hene.

Lê divê ev yek nebe sebeb ku kesên ji ”aqilê xwe” pir ne bawer bêdeng bimînin û newêribin dîtinên xwe bibêjin.

Û tew di ser da jî dema ev dîtin bi kurdî werin gotin divê meriv bêtir biwêribe û bêtir xwe bidê.

Kurdên bi kurdî dinivîsin divê gelkî zorê bidin xwe, divê pir û xweştir binivîsin, divê di nivîsandinê îstîkrarekê nîşan bidin. Nexwe nikanin zora tirkîaxêvan bibin.

Tiştê min fêm kiriye kurdên bi tirkî dinivîsin, bi reca, heyran û qurbanê dev ji tirkiya xwe bernadin.

Divê mişterî û bazara wan nemîne.

Heta ku mişterî û bazara wan hebe ew dev ji tirkiya xwe bernadin.

Ev serê 28 salan e ku ez bi hemû îmkan û hêza xwe hewil didim ku mişteriyên/kiroxên tirkîaxêvan kêm û bazarê jî teng bikim.

Heger di nava van 28 salan da min mişteriyek jî li tirkîaxêvan(qesda min kesên ku bi tirkî dinivîsin) kêm û santîmîtroyek jî bazar li wan teng kirbe ezê xwe gelkî bextewar his bikim.

Min xwest bi agahdariyê ratenê çend gotinan bibêjim, lê derî îradeya min hewqas dirêji bû. Dibe ku ne bi dilê we be, lê axir carê tîr ji kevên pengizî, êdî bi paş da nayê…

Bira îro jî wiha be.

Nuha jî dor, dora we ye, ji kerema xwe ra seriyekî bidin malperê...

 

http://zinarexamo.blogspot.com/

-Tirk bi şalûziyan naxapin
-Kitêbeke li dijî kurdan
-Ji hinekan ra adet e ji hinekan ra qebhet e
-Dewleta tirk meaş daye qatilan
-Rojîn gazinan ji navê xwe dike
-Dewletê bi destê mafyayê belediya Mêrsîne ji kurda...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE