22 augusti 2008

Kitêbeke li dijî kurdan

Di malpera Netkurdê da vê sibehê ez rastî nûçeyekê hatim. Nûçe li ser kitêba(Kurdsitan, landet som icke är) dîplomatê swêdî Îngmar Karlsson bû. Ingamar Karlsson konsolosê Swêd yê Stenbolê ye.
Nûçe ji alî Zarathustra Newsê va hatibû amadekirn û ji malpera Netkurdê ra hatibû şandin, Netkurdê jî ew weşandibû.Li ciyê kar dema min nûçe xwend ez şaş mam, çimkî di nûçeyê da bi rengekî ne rast gelkî pesnê kitêba Îngmar Karlsson(Kurdsitan, landet som icke är/Kurdistan, welatê ku tuneye)hatibû dayin. Tavilê min xwest ku ez çend rêzan wek şirove li binê nûçeyê binivîsim.

Lê li ciyê kar nebû.

Li ser vê, min rabû nivîsa xwe û çend lînkên nivîsên kurdan ji Netkurdê ra şand û xwest ku ew ji dêlî min va wek şiroveya nivîsê têxinê. Û heger mimkûn be bi kurtî qala van rexneyên kurdan jî bikin.

Saet di 21.30-î da jî min li bin nûçeyê nêrî hîn şiroveya min tunebû. Qey hevalan hêjayî weşandinê nedîtin.

Li ser vê, min got ya baş ew e ku ez di vî quncikê xwe yê feqîr da bi çend gotinan qala vê kitêbê bikim.

Nuha min nêrî, malpera Rizgariyê jî eynî nûçe, bêyî ku ew jî wek Netkurdê tiştekî lê kêm û zêde bike weşandiye.

Min fêm nekir ji bo çi?

Esas divê pir hindik haya herdu malperan jî ji rexneyên kurdan hebûya. Ji ber ku minaqeşe di rojnameyên herî mezin da çêbûn. Lê li gel vê jî, vê yekê bala herdu malperan jî nekişandiye. Herdu malperan jî dest nedane xebera Zarathustra Newsê.

Nûçeya di Netkurdê û Rizgarî da wiha dest pê dike:

”Ji dîplomatê Swêdî Karlsson gavek bi wate: ”Kurdistan”ê dihêne qada navnetewî. Dîplomatê Swêdê li Stenbolê nivîskar Ingmar Karlsson bi pirtûka xwe ya nû gavek e bi wate dihavêje. Navê xebata Karlsson jî têra xwe bi wate ye. Navê wê, ”Kurdistan” e. Gelek rojnameyên swêdî li ser berhema Karlsson dîtinên xwe anîne zimên. Bi tevayî bi erênî nêzî xebata wî bûn.”Dema meriv sernûçeyê û vê destpêka xeberê dixwîne, meriv dibêje qey Karlsson li ser kurdan kitêbeke baş nivîsyî. Lê rastî belovacî wê ye, çimkî Karlsson hertim ji kurdan bêtir dostekî tirkan yê pir baş e û hertim jî teza tirkan parastiye. Û di vê berhema xwe da jî bi hostayî eynî manîplasiyonê dike.

Karlsson hertim wek merivekî dewleta tirk hereket dike û di vê kitêba xwe da jî eynî şêla xwe didomîne. Ev terefgiriya Karlsson ji navê kitêbê jî diyar dibe. Gotiye ”Kurdistan, welatê ku tuneye.”

Yên dibêjin welatekî bi navê Kurdistanê tuneye tirk û hevalbendên wan in. Ji ber ku Karlsson jî dostekî tirkan e, loma wî jî wek tirkekî gotiye ji bo Kurdistanê gotiye ”welatê ku tuneye.”

Ez fêm nakim çima Kurdistan tuneye?

Dewleteke bi navê Kurdistanê tuneye rast e, lê welatekî bi navê Kurdistanê heye.
Her milet ji destpêkê ne xwedî dewleteke serbixwe bûye, hin milet zû, hinek dereng û hinek jî hîn nebûne xwedî dewletên serbixwe. Miletê kurd jî yek ji van miletan e ku hîn nebûye xwedî dewleteke serbixwe. Lê ev nayê wê maneyê ku welatê wan tuneye.

Di sala 1945-an da dema Neteweyên Yekgirtî hate damezirandin ancax li dora 30-40 welatên serbixwe bûn endam. Lê îro 192 dewlet endamên Neteweyên Yekgirtî ye. Kurd heta nebûne lê di demeke nêz da ew jî bibin.

Karlsson tunebûna dewleta kurdan wek tunebûna Kurdistanê dibîne.

Yê nûçe amade kiriye gotiye, gelek rojnameyên swêdî qala berhema Karlsson kirine û ”bi tevayî bi erênî nêzî xebata wî bûne.”

Min kitêm nexwendiye, lê min di rojnameyên mezin û di hin malperan da hemû nirxandinên/danasînên swêdî û kurdan yên li ser kitêbê xwendin. Bêyî nivîsên pêşî yên nasandinê, gelek kurdî û hin swêdiyan jî belkî bi dehan rexneyên pir cidî him li şêla Karlsson ya li hember kurdan û him jî li kitêba wî girtin.

Herçî kurd in, heta nuha yek kesî jî ji bo kitêba Karlsson yek gotineke baş nekirye. Nivîskar û kolumnîst kurd ya nas Dilşa Demirbag, di rojnameya Swêdê ya herî mezin Expressnê da bi navê ”Ett fuskverk/Berhemeke hîlekar” rexneyek pir cidî li kitêba Karlsson û şêla wî ya li hember kurdan girt.
Wekî din jî kurdan gelek kesî rexneyên giran birin ser Karlsson.

Lê diyar e camêrê ku ev xebera li ser kitêba Karlsson nivîsiye bira xwendina kitêbê li wir bimîne, him navê wê baş fêm nekiriye û çavê wî jî tenê ”dîtinên swêdiyan yên erênî” dîtiye, ji şnasê xirab ra yek rexneye kurdekî jî bi ber çavên wî neketiye.

Li gel ku kurdan jî di eynî rojnameyên swêdî yên herî mezin da nivîsin. Û him jî ne yek û dudu.

De îcar ez fêm nakim, wek kurdekî çima çavên wî rexneyên "erênî"(!) dîtiye lê yên ne erênî nedîtiye?

Û di rastiyê da bê nivîsên nasandinê, yek nivîseke pozîtîv jî li ser kitêbê nehatiye nivîsin. Lê kurdan û çend swêdiyan jî gelek rexneyên didî lê girtin.

Wek min got, min berhema Karsson ne xwendiye. Lê min gelek caran di radyo û telewizyonan da li ser mesela kurd li wî guhdarî kiriye, min gelek nivîsên wî yên li ser Tirkiyê û kurdan xwendiye.

Di hemû axaftin, nivîs û analîzên xwe da Karlsson wek lobîîstekî tirk hereket dike. Li gor Ingmar Karlsson, Tirkiyê endametiya Yekîtiya Ewrûpayê heq kiriye lê ewrûpî bi neheqî nakin endam.

Kîjan cara ku li Tirkiyê û li Kurdistanê bûyereke terorîstî ya jî tiştekî girîng biqewime radyo, telewîzyon û rojnameyên Swêd miheqeq bi wî ra dipeyivin û dîtinên digrin. Heta nuha yek carê jî min nedîtiye ku Karlsson ji bo kurdan tiştekî xêrê bibêje. Bombeyek lik u biteqe, dibe tîne, lê di netîcê da bi kurdan ve girê dide.

Di vê minaşeyê da jî rexnegirên kurd, tenê li ser vê berhema Karlsson nasekin, li ser nivîs û hin berhemên wî yên din yên jî radiwestin û pro-tirkîtiya wî rexne dikin.

Di rexneyên Dilsa Demîrbag-Sten, Gurgîn û yên hin kesên din da van nuxteyên jêr derdikevin pêş, dibêjin:

-Li gor Karlsson, kurd tu carî nebûne xwedî serokekî netewî ku kanibe yekîtiya wan çêkin.
-Kurd miletekî pir tevlihev e, di warê kulturî û ziman da ji hev fêm nakin.
-Malbata Barzanî xiristiyan/asûrîye e û dû ra bûye misilman.
-Ji %40-ê tîcareta eroîna Ewrûpayê û Tirkiyê di destê PKK-ê da ye.
-Di nabêna YNK-ê û PDK-ê da ne tenê dijayetiyên kulturî, dijiayetiyên olî jî, wek Qadirî û Neqşîbendîtiyê heye.
-Zaza û êzîdî ne kurd in.
-Zazakî ne kurdî ye
-Êzîdî zaravayekî kurdî dipeyivin lê ew bi xwe ne kurd in.
-Divê kurd doza Kurdistaneke serbixwe nekin.
-Tiştê dîroknasên kurd li ser dîroka xwe dibêjin, derew in. Selahadînê Eyûbî ne kurd e û Şerefname jî berhemeke farisî ye. Tu têkiliya kurdan pê ra tuneye.
-Yekîtiya kurdan tuneye, ne homojen in, çend zimanan dipeyivin û heryek di bin tesîra miletekî din da ye.
-Kur dewleteke serbixw naxwazin.

Û gelek dîtin wek van.

Lê li gor xebera Zarathustra Newsê, li gel vê jî berhema Karlsson pir hêjaye û birêz ”Ingmar Karlsson bi pirtûka xwe ya nû gavek e bi wate” avêtiye.Mêrik di kitêba xwe da bi çavê kemalîstekî li kurdan dinêre em hîn jî dibêjin ”gaveke bi wate avêtiye..”

Min fêm nekir ev çi gav e?

Ez çi bibêjim?

Hema Xwedê aqilekî bide me kurdan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE