31 oktober 2024

Xwezî min bikanîbûya podcasta bloga xwe çêkira


Ferman Salihê hêja di Rûdawê da li ser podcastan nivîseke înformatîf a pir girîng nivîsîye.

Li dinyayê ji jimara podcastan bigire, hetanî bi jimara guhdarên wan agahî daye.
Nuha  li dinyayê zêdetitî 414 milyon podcastan hene û 504 milyon însan jî her roj li podcastan guhdarî dikin. 

Nivîseke pir xweş e. Xwezî min jî bikanîbûya bloga xwe bikira podcast.

Mesele çavtirsandina kurda ye

Serokê Beledîya Esenyurtê Prof. Ahmet Ozer bi îthama “endamtiya PKK´ê” hat tewqîfkirin û qaymeqamê qeza Beşîktaşê Oguzhan Bîngol wek qeyûm danîn dewsa wî.

Beledîya Esenyurtê çend roj berê şeveke muzîkê li dar xist. Muzîsyenên kurd jî beşdarî şevê bûn û Ahmet Ozer bi xwe jî bi yekî ra duet kir. 

Diyar e Ahmet Ozer bi kurdperweriya xwe Erdogan û Bahçelî pir qeherand, lema defterên kevn, yên 10 sal berê vekirin.

30 oktober 2024

Dawî li leqleqa vala nayê

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan demagojiya Devlet Bahçelî careke din dubare kiriye, gotiye:

“Birayê min ê kurd, em ji te hêvî dikin tu yê vî destê ji dil û can dirêjî te bûye bigirî.”

Ez fêm nakim bêyî banaga teslîmbûnê û qebûlirina tirkbûnê çi pêşnîyarî kurdan kirine?
Ji bo çi emê bi wî destî bigirin?

29 oktober 2024

Li Rojhilata Navîn sînor ewê werin guhertin

Dr. Ednan Mecîd Mihemed

Dr. Ednan Mecîd Mihemed di vê nivîsa xwe ya di malpera Rûdawê da ji serok û siyasetmedarên kurd ra dibêje xerîteya Rojhilata Navîn, sînorên dewletên welatê me dagirkirine li ber guherînê ye, sînorên dewletan yên îro ewê werin guhertin; ev zerûrîyeteke; ewê bibe.

Çimkî dema neyê guhertin li herêmê şer û teşxele nasekine. Dewletên mezin ev yek baş fêm kirine.
Sînorên Rojhilata Navîn bi peymana Sykes-Picot ya sala 1916´a bi rengekî ne rast hat xêxkirin.

Pîcasso: Ez tabloyên xwe ji mirîşkan ra çênakim


Carnan ji Pablo Pîcasso ra gotine efendim tabloyên tu çêdikî rastiyê nîşan nadin, rastî new isa ye. Meriv tiştekî ji tabloyênte  fêm nake.  Wî jî gotiye:

-Jixwe tu tiştê em dibînin di rastiyê da ne wek xu ye.
Fotokêş berî pê li deklanşorê kin dibêjin ”bikene !” û tiştên hûn heta nuha jiyane ji bîr bikin.

Rojekê jî yekî ji Pîcasso ra wiha gotiye:

28 oktober 2024

Kurdistanê bibe meşaleya demokrasiyê û edaletê !

Ne mesela dilxwaziyê ye, rastiyeke heye dibê em kurd bibînin; li herêma me tenê Îsraîl, yahûdî dixwazin Kurdistaneka serbixwe çê bibe, em kurd jî wek ereb, tirk û farisan bibin xwedî dewlet.

Ereb, tirk, faris viya naxwazin, çimkî dagirkerên welatê me ne. 
Naxwazin erdê dagir kirine bi rehetî bidin me. Lema şerê me û wan 150-200 sal e dewam dike.

Malpereke Îsraîl gotiye:

”Kurdistan, bi Îsraîl ra li Rojhilata Navîn ewê bibe meşaleya demokrasiyê, edaletê û mafê mirovan.”

27 oktober 2024

Payiza rengîn îro hukmê xwe nîşanî me da

Îro li Stockholmê hewa gelkî ne xweş e. Li gorî rapora telefona min baranê seet di 14.00a da dest pê bikira, lê zûtir, di 12.00a da dest pê kir. Şansê me hebû em nêzî malê bûbûn, em zêde şil nebûn. Nuha ximîna wê ye.

Bayekî pir heye, meriv ber bê dihere. Bayekî pelweşîn e, pel bi daran va nehîşt.

Payiz hukmê xwe nîşan dide. Tu salê ev meh hewqasî xweş derbas nebûye. Lê êdî dawî ye.

Em wek mozên azirî ne

Gava zulmeke mezin li ser meriv hebe, meriv ne azad be, newêribe ya dilê xwe bibêje, rewşa meriv aborî, siyasî xerab be, meriv ji talîya xwe bi tirs û bêhêvî be meriv bêhuzûr e, bînteng û xulqteng e. Wek bombeyeke li ber teqînê ye. Wek mozeke azirî ye.

Zû hêrs dibe, zû dikeve şer û teşxelê.

Em kurd, zengîn, feqîr, siyasetmedar, edîb, însanên normal, welhasilî kelam her kes ji ber halê me yê mewcûd pir bînteng in, psîkolojiya me bêîstîkrar e.

26 oktober 2024

Devlet Bahçelî tirk nehîştin

Serokê MHP´ê Devlet Bahçelî îro dîsa xweş kiriye, bayekî wer ji ber serê xwe berdaye kenê guran pê tê; gotiye:

”Jihevhezkirina tirk û kurdan ji bo herdu seriyan jî him dînî, him siyasî ferz e. Heger tirkekî ji kurdan hez neke hebe ew ne tirk e ! ”
Law bi Xwedê dereweke bi boçik e. Tirkê bi rastî ji kurdan hez dike li ba te tirkekî xayin e.
Tu dev ji tirkên din berdî, tu jî ji kurdan nefret dikî. Û tu dixwazî li dinyayê kurd nemînin ya jî kesê dibêjin em kurd in tune bin.