31 oktober 2020

Tirk bi dewleta xwe pir şaqizî bûne

Li dinyayê tirk tenê ne xwedî dewlet in, gelek miletên din jî xwedî dewlet in. Him jî xwedî dewletên mezin in û dinyayê îdare dikin.

Li gelek welatên din jî wek me miletên bindest hene. Lê ez dibêjim belkî tu miletekî din wek me kurdan ne di halekî perîşan da ye.


Li dinyayê tu miletekî din wek tirkan bi dewleta xwe hewqasî nafire, har nabe, bi kê kanibe çavê wî dernaxîne. Ji bo ku dewleteke tirkan heye tu nemaye di xwe nin.

Lolo...

 Sûcê mêrik giran bû, hakim miheqeq ewê cezakî giran bidayê. Abûqatê wî jê re got:

- Ezê te xelas bikim, lê wê heqê min jî hinekî zêde be.

Li ser heq li hev kirin, abûqat got:

- Nuha baş li min guhdarî bike! Mêze, hakim çi dibêje bira bibêje, çi  dipirse bira bipirse, tuyê tim bibêjî ”lolo...”
Mêrik got baş e.

- Di dadgehê/mahkemê da hakim pirsî:

30 oktober 2020

We çê kir dibê hûn rast jî bikin

Tirk bûne bela serê ewrûpîyan, dibêjin hûnê tu carî ji me xelas nebin.

Ji berdevkên Erdogan, Fahrettîn Altun gotiye:

”Tiştê dibê ewrûpî fêm bikin ev e: Em misilman,(hûn viya tirk fêm bikin) ji bo ku hûn me naxwazin emê bi tu derê da neçin. Dema hûn heqaretê li me bikin, emê dêma xwe ya din danegerînin ber we. Emê xwe û her titştê ayîdî xwe, heta dawiyê, bedela wê çi be jî biparêzin.”

Tirk, ji bo ku piştê ji xwe ra çêkin îslamê û misilmanan ji xwe ra dikin mertal. Lema jî xwe wek hamîyên misilmanan nîşan didin. Ev demagojîye. Îro roj yên li Ewrûpayê bûne problemeke mezin tirk in û Tirkiye ye.

Derewa di malê de

 Çend roj bûn gur li ser zenga diranan bû, ji birçîna qure-qura zikê wî bû. Westiyayî, bi halekî xerab xwe ji çiyê bera jêr da, çû pala xwe da zinarekî û di ber xwe da got:

- Ya Rebî, ma ev jî jiyan e ? Hema ruhê min bistîne û min ji vî halî xelas bike cêtir e.

Herba Qorê

 Her cara ku sofî ji camiyê diçû mal, xanima wî tim jê dipirsî, digot:

- Sofî, ma mele îro çi got ?

Rojekê sofî ji nimêja îniyê hat, jinikê dîsa jê pirsî:

- Sofî, ma mele îro çi got ?

Sofî got:

29 oktober 2020

Li ser rexneyên hin dîndarên kurd

Vê sibê gava min xebera li ser wahşeta li Nîcê, di dêrekê da hat kirin bihîst, min çend rêz li ser nivîsîn û terora hov mahkûm kir.
Hin dîndarên welatparêz nivîsa min rexne kirine, gotine ez neyartiya îslamê dikim. Ev ne rast e.
Ez merivekî ne bawermend im û ji tu dînan bawer nakim. Bi qasî li dijî îslamê me, hewqasî jî li dijî dînên dî me.
Lê ez ne dijminê tu dînî, tu baweriyê me, her kes di baweriya xwe da serbest e.
Ez baweriya xwe li ser kesî ferz nakim. Kî bi çi bawer dike, çawa dijî serbest e, azad e.

Halê Erdogan baş xuya nake

Ji bo ku Tirkiye fuzeyên S-400 ji Rûsyayê bikire Pûtîn, Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî wek xelat da Erdogan, hîşt Tirkiye li Sûriyê rehet tevbigere û piştgiriya xwe bi terorîstên îslamî ra bidomîne.

Lê kirîna fuzeyên S-400î nabêna Erdogan û Amerîkayê û Natoyê xera kir.


Erdogan bûye Hurmuza heft mêrî, heta derekê Amerîka û Rûsya îdare kir. 
Lê êdî dawî li fêlbaziyê, li dek û dolaban hatiye, îdarekirina Trump û Pûtîn bi hev ra gelkî zahmet xuya dike. 

28 oktober 2020

Meriv ne bêwefa be baş e

 Hin însan pir bêwefa ne, ya jî kanin bi hevalên xwe ra zû bêwefatiyê bikin. 


Ji ber ku gotineke hevalî wî yê salan neketiye serê wî, ya jî peyveke havalê xwe şaş dibîne, gotina dawî ji hevalê xwe ra dibêje, dilê hevalê xwe dihêle.

Gelek kesên berê bi salan em hevalên hev bûn, me bi salan di partiyekê da siyaset kir, em wek malbatekê bûn, lê îro di warê siyasî da em ji hev dûr ketine, em wek hev nafikirin. Gerek ev yek nebe sebebê meriv neyartiya hev bike, bela xwe di hev bide, dilê hevalê xwe bihêle.

Nazîyan jî zulmeke wiha li êsîrên xwe nekirin

 Koalîsyona AKPê û MHP tu nemaye axaftina kurdî ji binî da li kurdan qedexe bike. Di resmîyetê da hîn biryareke wer negirtine, lê di praktîkê da rê li ber her tiştî bi kurdî digrin, ji bo ku kurd bi kurdî nepeyivin her tiştî dikin.

Ji xwe gelek kovar, rojname, televizyon, malperên kurdî qedexe kirine. Kurdî bûye wek qedeke mayinkirî.

Ev ne bes e, nuha jî di girtîgehan da weşanên kurdî, nameyên bi kurdî û di serdanan da axaftina bi kurdî li girtiyan qedexe kirine. Nahêlin girtî bi malbatên xwe ra bi kurdî bipeyivin.