31 oktober 2020

Lolo...

 Sûcê mêrik giran bû, hakim miheqeq ewê cezakî giran bidayê. Abûqatê wî jê re got:

- Ezê te xelas bikim, lê wê heqê min jî hinekî zêde be.

Li ser heq li hev kirin, abûqat got:

- Nuha baş li min guhdarî bike! Mêze, hakim çi dibêje bira bibêje, çi  dipirse bira bipirse, tuyê tim bibêjî ”lolo...”
Mêrik got baş e.

- Di dadgehê/mahkemê da hakim pirsî:

- Navê te çi ye?

- Lolo...

- Ez ji te navê te dipirsim, bersîva min bide!

- Lolo...

- Tu çend salî yî?

- Lolo...

- Lawo ez ji te ra dibêjim, vira dadgeh e, bersîva min bide!

- Lolo...
Welhasil, hakim çi got, wî tim got “lolo…”

Abûqat hêzî ser xwe kir:

- Hakim beg, wek hûn jî dibînin muwekîlê min dînekî bê zirar e, qet tiştekî fahm nake. Ji ber vê yekê jî mesûliyeta wî ya cezê tuneye, divê were berdan.

Dawiya dawî, hakim jî gihîşt wê qenaetê û biryarek li gor daxwaza abûqat da. Mêrik hat berdan.

Roja piştî mahkemê abûqat ji muwekîlê xwe heqê xwe xwest. Lê mêrik konetîya xwe ya mahkemê, li ba abûqat jî domand, ji abûqêt ra jî tim got ”lolo...”

Abûqêt got:

- Dosto, vira ne dadgeh e, were ser hişê xwe û dev ji va henekan berde, heqê min bide!

Wî tim got:

- Lolo...

Tepelika serê abûqêt avêt, got:

- Lawo, ji dadgehê ra lolo, ji hakim ra lolo, ma ji min ra jî lolo?

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE